Kitêbek dixwînim, hiş berê min dide zarokatiyê. Qederek çavê xwe didim hev. Em çend zarok di Gola Mele de xwe li avê dixin. Ne bêhna gul û sosin û gul rihanan li ser bala me ye ne jî dengê ji xwerîstê dipeng e. Hebe tune be kêf û henek û lîstika dinyaya me.
GOTINÊN GULNAZ XANIMÊ
Em xwe kutî avê dikin, avê diavêjin nava çavên hev... Ji nişke ve Gulnaz xanima ku heta heftê saliya xwe bi çol û yabana diket, digo: "Raste erdikê me xwedî avhewayeke hişk e. Xurifiyên me nabên ji qûnka me nayê em warikê xwe xweş bikin dibên: tehm di vê axê de nema ye. Ev gişk pîşkê wan çar tixayên ku berê xwe didin wê xopan Stenbolê û bi qatek çekên qumaş tên xwe li ser xaniyan tîk dikin û dibên: Em hem wezîr û hem kizîr in... Li rû dinê tu tişt ne bê derman e. Miheqeq xaliq ji her derdekî re dermanekî daniye. Nakevin dû dermanekî peyda nakin rûdinin li çokên xwe dixin. Tû li sikumê we... Ser û bin çar kûlî pêjgarî me bûne. Helbet wê rokî her çar kulî biqefilin. Şukir em hê li ser erdikê xwe ne. Zikî me têr yek birçî be jî war warikê me ye. Çiyakên me yên porspî avan; zozan, newal, gelî û mesîlkên me gul, gîha û pincar; deştikên me zad; kanî û çemikên me masiyan di ser me de dibarînin...." dikeve qadraja hişê min. Hişo nahêle çend dilopên din ji vê kewarê bilopin bilez fîlmê diguhere.
Çenteyek li pişta min e, ez û Elîşêr (apê min ê min heq e) berê xwe didin dibistana ku em herfek jî bi zimanê wê nizanin. Heta pola duyemîn a dibistana seretayî navên me kumika tîpa "ê" ji dest bidin jî nav dimînin Alişer û Dilşer.
JI BER QEDEXEYÊ NAVÊ ‘ELÎŞÊR’ Û ‘DILŞÊR’ DIGUHERÎNIN
Roja ji bo derxistina nasnameyê berê me dikeve qezê, li qezê haya me jê çê dibe ku Elîşêr û Dilşêr qedexe ne. Bi bihîstina peyva qedexe re: lêv li bavo diqelişe. Em mit û mat dimînin. Bavo telikê xwe ji ser xwe datîne bi stûxwarî dikeve odeya midur. Midur bi wê tirkiya xwe ya sar û cemidî dike mire mir. Bavo bi eniya ku xwêdan jê diniqute kol û poşman vedigere cem memûran. Memûr li gor kêfa xwe navek li nasnameya min dinivîsînin. Dilşêr tê tune kirin û navek bi tîpa "B" yê li min û nasnameyê tê danîn. Elîşêr jî vediguhere Alî.
Em komek heval li devê rê ji xwe re dilîzin. Jîpek leşkeriyê ji Jêlîv tê û ber bi Xirbêsor tere. Ji hevalan yek dibê:
- Dilo...
Dibêm:
- Wer nebê Dilo û Dilşêr yasax in yasax, navê min êdî B.... e.
Ji wê çaxî şûn ve xwedî sê navî me. Di nav malbatê û hevalan de bi piranî Dilo me. Kêm caran Dilşêr im û li dibistanê jî B... im.
HATINA MIFETÎŞ
Di polê de halê me ne tu hal e. Ne mamoste bi zimanê me dizane ne em bi zimanê wî. Rojek mifetiş tê pola ez lê me. Mamosteyê ku hero mîna elokê nêr xule xula wî bû bi hatina mifetiş re dikeve halê me yê bê zar û ziman. Destê wî li pêşiyê pevxistî carna bi serî hejandinê carna jî bi peyvek an du peyvan mifetiş dibersivîne. Mifetiş hevokek bilêv dike dibê: binivîsînin.
Mifetiş li pêş, mamoste li dû, di nava sira/kursiyên ku em lê rûniştine re pêgermokê digerînin. Ji wê kirpe kirpa ku ji bin paniyên potînên wan diçenge mêş jî newêrin xwe bileqînin. Çer mifetişê ku destê wî li paş piştê pevgirêdayî ji sira lê rûniştî me bihurî mamoste bi bayê bezê hevok li deftera min nivisî. Bi tiliyan îşaret dike ku kopiyê bidim hevalan, lê ez fêm nakim...
Wexta diyarkirî zû dibuhure. Mifetiş defterên li ber me bi niçe niçe kontrol dike. Dema tê ber kursiya min, dibe hime hima wî. Herkes li şûna xwe dimîne, min ber bi texteyê reş dişîne. Bi kulpe kulpa dil re li ber textê reş diçikilim. Wexta mifetiş destê xwe ber bi min dihejîne: Dilkê min dike di devê min re derê. Dema dibê:
- “Eferim” û dide çepikan hinek rih bi min ve tê. Bi rûyekî sor û mor bûyî û lerizîna çokan re têm li cîhê xwe rûdinim.
Mamoste û mifetiş derdikevin der. Em jî dikişin ber pacê. Ew li derve ji hev re xweş dikin.... Deng bi zengilê mektebê dikeve. Em jî berî didin derve. Li derve hikmê sir û sermayê li dar e.
LÊDANÊN EM DIXWIN
Mamoste Miho mîna boxeyê Spanyayî yê ku çav bi pîneyê sor ketî ber bi me ve tê; ewila ewil li min sor dibe. Lêxistina li min kirê kîna wî ko nake, loma zarokek dişîne polê da ku cetvela wî ya meşhûr bîne. Ricif bi canê min dikeve. Bi hatina cetvelê re ewil tilî û bêçiyê kesê cetvel anî dide ber cetvelê...Halê me mîna halê kûçikê ku ji bêtaqetiyê hêsir bi çavan ketî ye.
LEŞKER TÊN GUND
Du cîp leşker dikevin nav gund. Mêr mîna gurê ku kûçik bi pey ketî her yek bi aliyek ve direvin. Xalê bavo titûna qaçax aniye gund ji bo firotinê. Bi bayê bezê berê şaşmeya di mal de, titûn û kasetên kurmancî dan qelexa li paş xanî. Leşker zêde li gund namînin. Li dû vekişîna eskeran xort ketin dû şop û îza wan... Wexta gundî êmîn bûn nema wê leşker li gund vegerin herkes vedigere ser karê xwe yê rojane. Bi tiliyên reşeşîn berê min û Elîşêr didin qelaxê...
GUNDÎ LI HEV DIXIN
Em li polê ne. Qarewar bi nava gund dikeve. Bê ku em guh bidin mamoste dikişin ber pacê. Dîsa gundî wekî dîkên bihev ketî bi ço û bêran ketine serhev. Mêrek dikeve erdê yên mayî lê sor dibin. Jina wî bi zarîn laçika xwe davê nav lingê şerkaran û xwe jî ji mêrê xwe re dike mertal. Pevçûna li wir disekine. Ji wan du sed sê sed mêtro wê de Hecî Zekî û Hecî Ereb wekî gamêşên di nêv golê de çoya bi dor direpînin nav ser û guhê hev. Qey tu dibê serê wan ê rût ne ji hestî û goşt e lê ji tenekê ye ji naşke lê dikope.
Hêdî hêdî em hînî peyvên bi tirkî dibin. Mamoste rojek dibêje: Ji niha û pê ve bi kurdî axaftin hem li dibistanê hem jî li mal û li nava gund qedexe ye. Zarokek du zarokên ku tirkiya wan hinek pêşketiye erkdar dike da ku kesên bi kurmancî qise bikin bigrin bin qeydê. Ev erkdarî di destpêkê de bibe serêşî û em zarok bi hev bikevin jî zêde najo. Zarokên erkdarkirî û mamoste neçar dimînin ji vê kirina xwe dûr bikevin.
DERS MUZÎK E, EZ 50 ÇOYÎ DIXWIM
Demsal bihar e. Xwerîstê erd xemilandiye. Bêhna gul û giya li dar e. Viçe viçe çûkên çolê ne. Car bi car merîna kar û berxan li guhê me dibe mêvan. Mamosteyê kinê qalind navê wî di bîra min de nemaye li derve dersa muzîkê li dar xistiye. Pişta wî li diwarê dibistanê ye. Me şagirtên pola çaran li dorê nîv xelek gerandiye. Carê şagirtek kilamek bi tirkî dibêje. Dor tê min dibêm: nizanim. Bi bihîstina peyva nizanim re mamoste ji cîhê xwe qil dibe û diqîre ser min, dibê:
- Ez çîzo mîzo nizanim dor dora te ye tu yê mîna kera bistrê.
Em her du jî bi înad in. Ne ew ji a xwe dadikeve, ne ez. Di dawiyê de min bi lêxistina pêncî ço yî tehdît dike. Ji ya xwe nayêm xwar. Zarokek dişîne polê bi ço yê kêrtkirî re vedigere. Bi her destek min ve bîst û pênc ço yî datîne. Rengê rûyê min ji destê min sortir dibe lê nagirîm.
Çemê heyatê bi hemî delodîniya xwe ve diherike. Şîdet, tirs û xof kêm dibe an em ji heyateke asayî dûr dikevin nizanim. Zanîna dizanim êdî gelek tişt ne di talaşa me de ye.
Dibistana seretayî li ber kutabûnê ye. Mamoste me çend kesan ji bo ezmûna dibistanên leylî (yibo) qeyîd dike. Di ezmûnan de em bi ser dikevin an ji bo ku rihê me ji me bişon me wekî serkeftî nîşan didin, nizanim.
Zarokên beriya me dest bi xwendina dibistanên leylî kirine ser û guhê wan tim û daîm nitirandiye di nav gund de. Bi tirkiyeke xweşkok bi hev re diaxifin. Ne mimkûn e ku merû dilbijokiya wan neke.
CARA EWIL ÇÛYÎNA ÇARŞIYÊ
Bavo, min û Elîşêr dide pêşiya xwe. Em diçin qezê da ku ji bo dibistanê lazimiyên me bikire. Cara ewil e em bi nava çarşiyê dikevin, dikan bi dikan digerin. Bavo ser û guhê me dike. Ji kirtasiyê qelem û defter tên kirîn. Bêhna nanê tezê çarşi daye ber xwe. Piştre me dibe loqentê, em cara ewil xwarina bi pere tê hazirkirin dixwin. Şûr simbêlê me yê bê mû nabire. Êdî bi coş û peroş em li benda roja çûyîna xwe ya dibistanê ne.
Serê sibê dayê bi şefeqê re radibe taştê hazir dike. Diniçine me, em radibin kincên xwe yên nip nû li xwe dikin. Direvin ber çem, çend kulm avê davên nav ser û çavê xwe û tên li ser taştê rûdinin. Piştî xwarina taştê dayê qirawêtên me bi hustiyê me ve dike. Em radihijîn çenteyê xwe. Berê terin dest dayê. Dayê çav bi hêsir e. Bavo dest davê bêrika xwe, pereyê ji bo lazimiyan divê em xerc bikin dide Elîşêr, lewre yê çend meh mezin ew e û mezinî jî heqê wî ye. Li ber dolmişa gund a wê me bibe dibistanê em diçin destê bavo û ew tê çavê me. Erebe sazgar dibe... here ku tu naçî…


