Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
Îhsan Bîrgul
Sê meh berê 7 heb komeleyên heremî dest didin hev û li hemberî rewþa heyî ya komeleyan dibêjin komeletî tenê ji þïn û sersaxiyan pêk nayê. Ev bajarê xwediyê kesayetên wekî Ehmedê Xanï, Evdalê Zeynikê, Þakiro û Mele Mehmûdê Beyazidî divê bi layiqê þana were nasandin. Da ku dost jî binasin dijmîn jî. De kerem kin em werin ser meseleya beþdarbûna fûarê çend gotinên di derbarê federasyonê de
Nêzî mehekî berê hevalekî min ji min re telefon kir, got em wekî "Federasyona Çandê A Agiriyên Li Egeyê" li Fûara Pirtûkan ya Îzmîrê standê vedikin û em ê nivîskarên ji Agiriyê vexwînin. Em dixwazin tu jî werî û em sozekî ji te bigirim. Piþtî ev gotinên wî min bi dilekî sar got, “Erê temam ez jï têm.” Sedema dilsariya min zanîn û azîneyî me yên di derheqê komeleyên heremî de bû. Çimkî piraniya wan komeleyan ji der û dora bazirganiyê pêk tê. Di nava xwe de kesekî hal û wextê wî xweþtir an çar merivên wî zêde hebin dikin "baþqan". Xilas bû çû. Xebatên wan ên sereke jï çûyîna þînan, beþdariya kokteylên vekirina kargehan…
Çend rojan bi þûn de ji bo kîtekîtên bernameyê hîn bibim bi rêya telefonê li serokê federasyonê geriyam. Me li ser bernameyê çend deqeyan xeber da. Tiþtê bala min kiþand axaftina serokê federasyonê nediþibiya ya wan "baþqan"ên din. Meriv dizanibû hubr li bin zimanê wî ketiye.
Ser axaftina me ya telefonê re bi qasî hefteyekî borî bû, li Kemeralti bernameyeke me ya helbestan hebû. Min û serokê federasyonê û cîgirê wî me li wir nasiya xwe da hev. A rastî, rasthatina me ya wir niþkeqavî bû, yanî tesadufî. Me li wir dît ku serokê federasyonê û cîgirê wî ne wekî wan "baþqan"ên din in. Bi zanebûna xwe, bi henek û germiya xwe ew dilsariya di dilê min de rakirin û min got meriv bi van camêran re dikare here her derê…
Wekî hûn dizanin fûar di navbera 28'ê cotmehê/kewçêrê û 6'ê sermawezê de bû. 30'ê Cotmehê roja yekþemê dora bernameya îmzeyê ya min bû. Piþtî me li ser standa bi pirtûkên kurdî, tirkî û îngilizî xemilandî cihê xwe girt, me firq kir ku ev organizasyon bi çi dilgermiyê hatiye çêkirin. Ne fermî lê bi sekneke cidî, henek pir bûn lê edeb di asta kor de bû. Her kesî karek dikir lê kesî karek nedida pêþiya kesekî. Eger yekî karek ji yekî rica bikira jî bê kêmanî ew kar dihate cih. Gotina dibêjin em malbatek in di vir de tam bûbû û rih û can girtibû.
Gelek tiþtên balkêþ rû dan lê ya herî balkêþ û xwedîqîmet rengê standê yê kurdî bû. Çimkî cara ewil bû komeleyeke heremî ya kurdan beþdarî fûara pirtûkan dibû. Û ser de jî bi pirtûkên kurdî jî. Jixwe sê dezgehên kurdî hebûn. Yek ji wan jî standa federasyonan bû. Hezkirina serokê federasyonê ya ji edebiyatê taybetî ya ji helbestê û xurtbûna têkiliyên rêveberên federasyonê yên civakî rê li pêþiya mirovan vekir ku berê xwe bidin standa federasyonê. Tevê van mêvanan gelek kesên naskirî yên ji derûdora edebiyat û siyasetê jî hebûn. Li gel nivîskarên kurd gelek nivîskarên tirk yên wekî Tugrul Keskîn û siyasetmedar û aktîvîstên wekî Ertugrul Burka jî serdana standê kirin. Her wiha niviskarên kurd yên ne ji Agiriyê; Þeyhmûs Dîken, Receb Dildar û gelekên din jî stand bê silav nehîþtin.
Ew germahiya ser standê û rengê wê yê kurdewar ji kurdên hatibûne fûarê bû deriyê kurdî yên sêyemîn. Li gel Weþanên Nûbiharê û Pirtûkakurdî standa Federasyona Çandê ya Agiriyên Li Egeyê bûbû navnîþaneke kurdî. Gelek kurdên ji bajarên cur bi cur jî hatin standê û bi rêveberan de têkildar bûn. Mînak; keçeke ji Midyada Mêrdînê wexta ber standa me re derbas bû, sekinî û got, “Cihê lê kurdî hebe divê meriv jê derbas nebe.” Hat, pirtûkên kurdî kirîn û bi me re sohbet kir. Dîsa gelek ciwanên Agiriyê li van deran zanîngehan dixwînin an jî li vir hatine dinê, bu awayekî xwedîderketinê nêzî standê dibûn. Û ji bilî van tiþtan gelek tiþtên din jî qewimîn. Yên xweþ. Em ê bi wextê re wana jî binivîsin…
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û þerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heþtî Þabî û êrîþa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Þakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewþenbîrên Þîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!
- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
- Þengal û parastina kurdên êzîdî