Îhsan Bîrgul
Çi dema em behsa helbestvan Gulîzer dikin ewil ev rêzikên wê yên helbesta bi navê “Dua” tên bîra me.
“Min ji heft zimanan
Ji heft jinên di tengasiya zayînê de
Dua berhev kirin
Ji bo hatina
Nizanim Xweda bi kîjan zimanî dizane?”
Ev rêzikên di pirtûka Gulîzerê ya bi navê “Keziyên Jinebî” de cih jixwe têra nivîs û şerheke fireh in. Lê ji we wetirê tenê ev rêzikên wê xweş in? Na wele. Hema bêje hemû helbestên wê xwedî wate û estetîk in. Piraniya helbestan polîtîk in..Xwediyê sekn û helwestekî ne. Lê xwe ji siya sloganan xilas kirine. Ango Gulîzerê xwe neavêtiye ber siya sloganan…
Têra xwe li ser jinan hûr bûye..Dest avêtiyê hemû êşên jinan. Ji mal bigire heta zarokê, ji wir jî heta malzarokê. Lê bi rist û hestên helbestî û bi hostatî…
“Ji çavên wê bûkê
Ji bo valahiya qesrê
Mehê carek
Girîyên xwînî
Diniqutî
Malzarokê”
Di helbesta bi navê “Diyarê Bakîre” de ristek wiha heye. Bi min ev rist bi tena serê xwe helbestek e.
“Ez jî doza keçbûna jiyana xwe ya ku te bê qelend ji min stendibû dikim”
Hîn rêzikên Gulîzerê rastiya sosyolojiya civaka me pir bi zelalî radixin ber çavan. Di helbesta xwe ya bi navê “Ji Anatomiya Jinekê” de dibêje
“Tim bi stûxwariya dêya heft qîzan dijî”
Wekî hûn dizanin di nava civaka kurd de her tim zarokên kur li ser zarokên keç re tên girtin. Deh keçên we jî hebin heta kurek tune be civak bi çavekî kêmane li we dinêre. Gelek caran me dîtiye û bihîstiye, wexta zarokek kur tê dinyayê civak dibêje, “Şikir, Xwedê kurek dayê” lê wexta ew zarok keç be dibêjin, “Xwedê dîsa serrejek kiriye para wê. De înşallah careke din wê şa bike”. Di careke din şa bike de qest anîna jinê ya zarên kur e. Ji ber wê jî gelek jin ji bo ku wê “stûxwarî”ya Gulîzer behs xilas bin heta zarokekî kur bînin car heye deh keçan jî çêdikin. Ev jî dibe sedemê bêqîmetkirina jinê û keçên wê. Em bi rihetî dikarin bêjin, helbestavana jin bi vê rêzika xwe kurtebiriya rastiyeke me ya tehl daye eniya me…
Di helbesta navborî de dîsa balê dikişîne ser mijareke din. Yanî ya zewaca bêdil. Her çendî niha ew tişt pir kêm mabe jî bi hezaran jinên kurd bûn kuştiyên zewaca bêdil. Hez û hestên wan di gewriya wan de bi xêliya bûkaniyê hatin xeniqandin. Gelek jî ji wan hê zar bûn, paşê zer bûn. Piştre jî bê‘zar’ bûn li gera govenda dil de.
Ka em binêrin çi gotiye Gulîzerê,
“Gava dizewice, evîna xwe dike kûzek û diçe ber deriyê mala zavê,
Tevlî wê evîna qaçax a dil de, nikare derbasî hundir bibe
Ji ber ku çavê wê bar nabe, ji kesê re jî nahêle,
Li erdê dize, parçe dike û gav diavêje dojeheke nû”
Qasî derkirina van birînan gelek hêma û mecazên xas ên kurmancî jî helbestê Gulîzerê de cih girtine. Mînak; peyva “hêç”.
“Were
Li ser pişta hespekî hêç
Bayê li dû xwe bihêle û were”
Di heman helbestê dîsa çand û mecazeke din yanî têgeha “porkuriyê” tîne bîra me.
“Were
Bila porkura vî bajarî ez bim”
Helbestvan bi van rêzikan têkçûyîna xwe li hember eşqê, binpêkirina şexsiyeta aşiq û qayîlbûna rezîziya di nav civakê de dide ber çavan. Çimkî wek tê zanîn di çanda kurdan a civakî de “porkurî” xwediyê cihekî taybet e û gelek sedemên wê hene…
De ka werin em nivîsa xwe bi helbesta “Çend Ta Ji Keziyên Jinebî” biqedînin.
“Di paşila xwe ya kavil de, bêriyên naşî
Bi sebrikan xwedî dikir
Bi bendemayînan kedî dikir
Serê pêsîrên we her tim bi hinne bûn
Amadebûn ji her dewatê re
Êvarekê, roj di nav herdu pêsîrên wê de çûbû ava
Bi dû kurtêlên tîrojan diket
Ji bo roj hilbe di paxila wê de
Xwe dispart darên ziyaretin
Çend ta ji keziyên jinebî
Kir hêvî û girêda
Li şaxeke dara ziyaretê”
birgulihsan21@gmail.com
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Reqsa peyvan a Herdem Merwanî
- Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin
- Hestên bi siloganan hatine astengkirin!
- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!
- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
- Şengal û parastina kurdên êzîdî