Diyarname
Senatorê amerîkî Lindsey Graham êvara 11'ê mehê ji ber nexweşiya ji nişke ve canê xwe ji dest da. Senator Graham 71 salî bû.
Ofîsa Graham li ser mirina wî got, "Ji ber nexweşiyeke dem kurt ya ji nişke ve derketiye holê miriye."
Ofîsê ragihand ku malbata wî diayên we bi dilgeşî qebûl dike û di vê serdema zehmet de daxwaza mehremiyetê dike.
Senator Lindsey Graham roja 9'ê tînmeha 1955'an hatibû dinê. Li Zanîhgeha Karolinaya Başûr lisans û doktoraya xe temam kiribû.
Demek di nav Hêzên Hewayî yên DYA'yê de kar kiribû, demekê parêzerî kiribû. Ji destpêka salên 90'î ve di nav siyasetê de bû. Herî dawî 3'yê rêbendana 2023'yan ji Karolînaya Başûr bûbû Senator.
Senator Graham di nav polîtîkaya karên derve ya DYA'yê de li nav Komarparêzan kesekî bi bandor bû. 10'ê mehê çûbû Ukraynayê û ligel Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelensky hevdîtin kiribû. Piştî vegerê nexweş ket û di cih de mir.
ALÎKARIYA WÎ BO KURDAN
Senator Graham yekî nêzî Serokdewletê DYA'yê Donald Trumpî bû. Ew di heman demê de piştgir û dostê kurdan bû. Dema DYA'yê Suriye teslîmê HTŞ'ê kir û wan jî êrîşê kurdan kir, Graham her xwedî li kurdan derket û piştgiriya kurdan anî ziman. Wî hewl dabû "Zagona Parastina Kurdan" were senatoyê.
TRUMP'Î PEYAM BELAV KIR
Serokdewledê DYA'yê Trumpî ji bo Grahamî bi ser tora civakî re peyam belav kir û got "Di jiyana xwe de kesê herî baş e ku min nas kiriye. EW senatorekî serketî bû. Welatwerpperekî rastîn bû."
BARZANÎ PEYAM BELAV KIR
Serokê PDK'ê Mesud Barzanî jî di peyama belav kir de got ku wî mafê kurdan diparast, ewê di bîra kurdan de her li cihek bilind bimîne.


