Roja şemiyê bajarê Bonnê mozûvaniya konferanseke gelekî girîng a diyasporaya kurdan kir. Li vê konferansa bi rêk û pêk ji derfeta ku diyaspora li ser xwe biaxive çêbû û ji aliyê din ve gelek minaqeşe di bin dubendiya siyasî de bi rê ve çûn.
Konferansa akademîk ya bi sernavê ‘Diyasporaya Kurd – Hêza Transnasyonalê û Perspektîfên Pêşerojê’ li Wissenschaftszentrum – Navenda Zanistiyê ya bajarê Bonna Almanyayê ji aliyê Diakurdê ve hat birêxistin. Danê sibê nûnerên saziyan ên wekî Mehmet Tanrîverdî, Şîfa Barzanî û Keya Îzol û kesayetên wekî Şêx Murşid Xeznewî gotar pêşkêş kirin. Naveroka gotaran bi piranî ji nirxandinên sedemên qelsiya diyasporaya kurdan û pêşniyarên ji bo diyasporayeke bihêztir – çi divê were kirin – pêk hat. Hemû beşdaran jî rêbaza çareseriyê wekî yekîtî nîşan dan. Rexnekirina nebûna yekîtiya siyasî ya kurdan û daxwaza ku divê saziyên kurdan ên li derveyî welêt bi hev re bixebitin jî gelek kesan anî zimên. Nûnerên saziyên beşdar û kesayetan banga yekîtiyê li yên beşdar û nebeşdar kirin.
ZEMÎNA XEBATA HEVBEŞ HEYE YAN NA?
Lê belê wekî bangên yekîtiyê yên partiyên siyasî ku encama hevkariyê bi xwe re nayîne, zemîna xebata hevbeş a saziyên diyasporayê jî di asoyê de xuya nake. Ji ber ku heta yekîtiya siyasî ya kurdan pêk neyê, yekîtiya saziyên diyasporayê jî wê pêk neyê. Saziyên heyî di bin siya partiyan de ne û yên xwe dûrî partiyan dihesibînin jî, bi awayekî xwezayî meyleke siyasî ya wan heye. Ev sî û meyl, rêya rûniştina bi hev re digirin.
Piştî nîvro jî konferensê bi panela akademîk ji aliyê Çinûr Qaderî ve hat birêvebirin. Akademisyen Hamit Bozarslan, Bahar Baser û Yaşar Abdulselamoglu behsa dîrok, pêşketin û pirsgirêkên diyasporayê kirin. Bihîstina gotarên akademîk ên kurdan derbarê diyasporayê de bi kurdî atmosfera guhdariyê xweş ava kir.
Piştre jî bû dora pirsên mêvanan ên ji akademisyenan. Di pirsên bi şîrove û gelek caran ji konteksta konferansê dûr de, dubendiya atmosfera siyaseta navxweyî rû da. Pesindan, rexnekirin û şîroveyên derbarê welêt û siyaseta partiyan û bi taybetî ya bûyerên li Rojava, berê konferansê dizîvirandin nakokiyên navxweyî û fonksiyona konferansê ya ku pirsgirêkên diyasporayê dayne ser masê dixetimandin.
FÊDEYA DIYASPORAYÊ BO WELAT WÊ ÇAWA BE?
Her wiha anîna çend bare ya rasterast û nerasterast a rojevê ya siyaseta Rojava û Bakurê welêt ji aliyê hin gotarvan, akademisyen û mêvanên mîkrofon di destên wan de, nakokiyek bi xwe re deranî: hem gazindên çima diyaspora ne bi yekîtî ye, saziyên kurdan belawela ne û hem jî carcaran gotinên tund ên ku zemîna yekîtiyê li diyasporayê xera bikin, bi hev re nakokî bûn. Gotar û mijarên mîna ‘rewşenbîr kî ye’ û xalên derveyî konteksta konferansê jî dibûn sedema dûrketina axaftinê ji gerîna çareseriya pirsgirêkên diyasporayê. Helbet mafê kesên li diyasporayê ye hem dîtinên xwe bibêjin û hem jî rasterast xwe tevlî pirsgirêkên siyasî yên li welêt bikin. Lê belê heta diyaspora pirsgirêkên girseyên kurdan yên derveyî welêt – ên mîna mafên nasnameyê, ziman û dîplomasiyê – çareser neke, wê tu fêdeya diyasporayê li welêt nebe. Pêwîstiya diyasporayê bi axaftina li ser rewşa xwe heye û ne ewilî welat û paşê diyaspora.
Ji hêla din ve rêkûpêkbûna bernamê û cihê konferansê gelekî dilxweşker bû. Jêhatîbûna moderasyona Çinur Qaderî û mudaxaleya wê ya mijarên derveyî kontekstê û hewla pêşîgirtina axaftinên dirêj dibû alîkar ku bername hinekî vegere çarçoweya xwe. Lê belê carcaran profesyonelî û sebra wê jî têra vê yekê nedikir, ji ber ku di dilê gelek beşdaran de bikaranîna platformê ji bo meramên xwe yên şexsî hebû.
ZIMANÊ KONFERANSÊ
Zimanê konferansê bi almanî û bi piranî bi kurdî bû. Wergera simultanê hat kirin. Cihê wê gelekî modern û xweş bû. Hebûna vexwarin û xwarinê jî bû sedemê rehetiya beşdaran ji serê sibê heta êvarê.
Ligel ku siyaseta li welêt siya xwe li ser gelek axaftinan hişt û gelek pirsgirêkên sereke yên diyasporayê paşguh man, konferanseke gelekî bi kêr bû.
DIASPORA DIVÊ PÊŞÎ PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKIN
Ji bo pirsgirêkên diyasporayê çareser bibin, helbet bandora konferanseke wiha di warê pratîkî de wê ne zêde be. Lê ev konferans wê motîvasyona wan saziyên din ên diyasporayê, yên li wir ne amadebûn jî, çêbike ku ew jî ji bo xwe konferansên wiha amade bikin. Dibe ku piştî saziyên diyasporayê yên ji ber fikrên siyasî li hev rûnenabin bi çêkirina konferansên wiha yên navxweyî pêwîstiya wê yekê bibînin, li gel saziyên din jî rûnin û bi hev re civîn û konferansan çêbikin. Hinga ew sazî li hev rûnin, pirsgirêkên siyasî yên li welêt bi hêviya welêt ve bihêlin û bi hev re li ser çareserkirina pirsgirêkên diyasporayê bisekinin, wê wî çaxî sûd û fêdeya wan bêhtir li welêt jî bibe. Helbet ev hêviyeke lê belê wekî ku min berê gotibû, di asoyê de hevdîtinek a saziyên diyasporayê xuya nake.
Ligel vî aliyê meselê jî, ev konferans gaveke dîrokî bû ku kurdên diyasporayê cara yekem ji bo li ser xwe biaxivin li hev civiyan. Ev hewldana Diakurdê cihê pîrozbahiyê ye û bû gavavêtinek li ser zemîneke nû ya hebûna diyasporaya kurdan.



