Diyarname
Mebûsa HDP'ê Meral Daniş Beştaş îro li meclisê xwest telefonê ji bo Mebûsê HDP'ê Faysal Sariyildiz bike ku Sariyildiz ji Cizîrê ve bi telefonê qala rewşê bike. Lê mebûsên AKP'ê astengî derxistin û nehiştin Sariyildiz biaxive.
Piştî vê bûyerê êvarê bernameya "Arti Haber" a ÎMC TV li Sariyildiz geriya û pêre xeber da. Sariyildiz got ew şaş nebûye ku li meclisê helwestek wisa nîşan dane û wisa dom kir: "Nexwestin tiştên li Cizîrê diqewimin bêne bihîstin, tirsiyan. Ji ber ku li Cizîrê sûceke mezin a mirovahiyê tê jiyîn, bi destê dewletê trajediyek tê jiyîn û naxwazin ji devê mebûsek ev yek ji bo raya giştî bê ragihandin."
Sariyildiz got ku ger destûn bidana dê li ser trajediya tê jiyîn biaxiviya.
TTB'ê* jî îro xwestibûn ji bo birîndarên li Cizîrê hikumet bikeva nava hewldanê.
*Nûçeya eleqedar:
- TTB'ê ji bo birîndarên li Cizîrê banga lezgîn kir


