Îhsan Bîrgul
- Apê Ziya tu hatî?
- Erê birazî
- Rengê te sor bûye
- Ji malê têm. Germê li min daye
- Hmm
- Birazî! Xwezî meriv havînan mêr zivistanan jin bûya!
- Ew çima apê Ziya?
- Ez ji bo firavînê çûme malê
-Êêê
- Qîza min, bûka min û jina min ji xwe re li ber sobeya sorbûyî rûniştibûn çaya xwe vedixwarin
- Erê?
- Min jî wekî kûçikekî baranê lêkirî, xwe da ber sobeyê du parî nan xwar û derketim hatim. Mal ma ji wan re..
- Heyfa te mêrî!
-Tinazê xwe neke kuro. Ya te ew jî tune ne...
12.06.2021 Îzmîr
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!
- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
- Şengal û parastina kurdên êzîdî