Îhsan Bîrgul
Bêriya min, keça bavê xwe!
Tu zanî îro "Roja bavan" e? Diviyabû ev name te ji min re binivîsanda lê ezê binivîsim keça min...
Tu bizanibe bavê min çiqas ji min hez dikir, ez jî ew qas ji te hez dikim.
Ango qasî tu ji min hez dikî. Roja ku tu hatî dinyayê ez têgihiştim bavtî fedakarî ye...
Bêriya min beybûna bavê xwe!
Tu di rojeke çileyê bi berf û bahozî de li me zêde bûyî. Belê demsal zivistan û seqem bû lê te li me kire bihar. Bihareke beybûnî...
Bêriya min, dilê bavê xwe!
Belkî tu bipirsî bêjî "çima navê min Bêrîtan Roj e?" Keça min divê hen nav neyên ji bîr kirin. Wekî navê pakrewan Bêrîtan. Sedem pir in lê tu tenê vê bizanibe. Wexta tu bûyî televîzyona neteweya te ya bi navê ROJ hate girtin.
Ji bo ku em ji bîr nekin me navê te yê duyemîn jî Roj lê kir...
Keça min, sebra bavê xwe!
Min çima ev name ji te re nivisî tu zanî? Eger kalikê te li heyatê bûya min ê ev name ji wî re binivîsa lê mala felekê xirab be...Ez zanim kalikê te tu bidîtiya dê çiqas ji te hez bikira. Çimkî "ewlad gûz e nevî kakilgûz e"
Bêriya min, cana bavê xwe!
Tiştên bêne gotinê pir. Gemariya dinyayê, bindestiya welat û hwd...Lê ez dirêj nekim jixwe tu yê bibînî bêbextiya dinyayê û dijwariya jiyanê...
Gotina min a dawî ji bo hemû rojên te yên bê min derbasbûyî min biborîne. Lê eger ez welatekî azad diyarî te nekim min nebexşîne keça min...


