Îhsan BÎRGUL
"Te garana ga belekê
Bikeve navê êşa jana vê tevekê
Tenê jê xilas be dewarê yek malekê
Ew jî qelenê çîla rind a çavbelekê"
Wekî tê zanîn zemanên berê telefon tune bûn. Yên bêrîkan jixwe qet tune bûn. Ji bo ragihandina navbera mirovan name û telgraf hebûn. Lê li gundan yanî di nav gund de name û telgraf kêr nedihatin. Ji ber ku yên xwendin û nivîsandin dizanibûn pir kêm bûn. Di navbera keç û xortên dilketî de arecî ango navbeynekar hebûn. Gotinên wan dibirin û dianîn. Li gel van tiştan, tiştekî balkêştir ê din hebû. Ew jî kilamên dilan ango sms'yên keçikan.
Bêguman xortan jî ev kilam digotin lê piranî keçikan bi van ya dilên xwe didane der. Wekî mînak:
"Te palengo di mêrgê da
Reş qemitî di xwehê da
Şerma dê-bavan, heval û hogiran nebûya
Min ê bihata aliyê te palengî gurz girêda"
Keçik dixwaze here alikariya dilketiyê xwe. Lê ji şerma derûdorê nikare here. Bi vê kilamê dilşewatiya xwe ya ji bo halê wî dibeje. Lawik jî fam dike rewş çi ye.
Helbestvanê tirk Abdurrahîm Karakoç, dibêje "wexta ez dildarê Mîhrîbanê bûm, şerm bû ku meriv ji keçên xelqê re name bişanda. Min helbest dişande rojnameyê. Her kesî wekî helbest dixwend lê Mîhrîbanê dizanibû ev nameyên min ên ji bo wê ne."
Rewşa dilketiyên me jî tiştekî wiha bû. Dilketiyan gotina xwe bi vî awayî diavêtin meydanê. Her kesî para xwe jê digirt. Wekî vê gazincê:
"Min ê kincê gede lawikê xwe şûştîne
Birca kelê raxistine
Wexta gede lawikên min nehat
Min jî kerba hemû qelaştine"
Ev kilam ya keçikeke dilketiya şivanekî ye. Xeyda xwe wiha aniye ziman. Bêguman bi sedan mînak hene. Çi yên ji nava dil, çi yên qerfî, çi yên kezebdaxî... Em nivîsa xwe kilama şivanekî dilketî biqedînin.
"Keçikê dînê fantasliyê
Çê, neynikê hilde were ser kaniyê
Heta Xwedê xilas bike
Hersê mehê rêncbertiyê"
30.12.2020