Di hundirê tifaqiyê de ji hev du hezkirineke ji dil tune be ew ne tifaqîbûn e, xwexapandin e û dirûtî ye;, helbet encam têkçûn e.
Tifaqîbûn tevgereke dijwar e, di rihiyeta mirov de dijwarbûn heye, çimkî mirov bi xwe nakok in, îcar wê çawa xwedî tifaq bin.
Ji mêj ve ev rastiyek e. Ji Adem bigire heta kurên wî Habîl û Kabîl, wekî em dizanin yek başiyê û yê din xirabiyê dipejirîne. Em ji çîroka Habîl û Kabîl jî têdigihêjin ku tifaqî dijwar e, di mekanîzmaya mirov de ango di mekanîzma rêveberiya mirov de ego, hiş, hişmendî, binhiş û derhiş heye.
Têgehên psîkoanîlzmê mekanîzma mirov bi rê ve dibe, bi taybetî jî hestên nefretê, hesûdiyê, kîndariyê û dijminatiyê di cîhan û kesayeta mirov de xwedî roleke girîng digire, di sersebebê rûxandin û têkçûna tifaqiyê de xwedî temsîliyet in.
Çima du bira nikarin li hev bikin? Îcar çawa civak, dewlet û rêveberên wan wê li hev bikin. Heke li hev bikin jî, wê lihevkirineke zagonî be, ango wê lihevkirineke ne ji dilî be. Lihevkirina zagonî dê çiqas serketî be? Loma zagona ji dilî lihevkirin ji hemû zagonan bilindtir û serbilindtir e. Zagona ji dil zagona tifaqiyê ye û rûxandina wê dijwar e. Lê belê zagona tifaqiya qanûnî dê rojekê birûxe. Rast e, civak û cûreyên civakî bê pergal û zagon nabe, mesele zagon û pergal çawa hatine avakirin. Li ser kîjan hîm û esasî hatiye qorkirin û lêkirin, heke li ser dîwarên ji dil hatibin qorkirin, dê pergal û zagon temendirêj bin, na heke ji mecbûrî (ne ji dil) dîwarên zagon û pergalan hatibin avakirin, dê dîwarê me rojekê birûx e. Mabesta me ji dil çi ye, hezkirin e, heke hezkirin tune be, tu tişt jî ava nabe, ma bê hezkirin çi ava bûye, heke ava bûbe jî talî xira dibe.
Her tişt divê aşê hezkirinê têde hebe, aşê tifaqiyê hezkirin e, ger di aşê tifaqiyê de hezkirin tune be, talî genim nayê hêrandin. A ku pêşbirîniya hezkirinê dike, dexs, hesûdî, dijminatî û nefret e. Hestên rûxandinê dibe sersebebê bêtifaqiyê û tevlîhevdubûnê. Hezkirin qûçlêkirin e, hesûdî û nefret jî xirakirin e. Têkiliya di navbera hezkirin û neftret û hesûdiyê de têkiliyeke kompleks heye, her wiha hevaltiyeke paradoksal e. Loma ne hêsan e. Ev têgeh di mekanîzma mirov de xwedî ciyekî taybet in, di rêveberiya mirov de desthilatdar in. Tifaqî di binê sîwana van têgehan de dieciqe. A ku pêl pedal, frên û debriyajê dike aqil e, ego û hişmendî ye. Aqil jî zagon e, di aqil de pirsgirêka hezkirinê dest pê dike, çimkî hezkirin bi êqil nabe, wê çaxê îcar wê çawa tifaqî ava bibe.
Divê tifaqî bi aşê hezkirinê ava bibe. An jî divê em vê pirsê bikin, tifaqî bi aşê êqil an jî bi aşê hezkirinê kîjan? An jî divê aşê êqil û hezkirinê bi hevdu re bên hêrandin? Helbet pirsek û bersiveke dijwar e. Çimkî du têgehên dijber û asê ne. Tifaqîbûn girêdayî êqil û jidilbûnekê ye, ne girêdayiyê berjewendiyan e, heke tifaqîbûn konê xwe li ber siya dara berjewendiyan raxîne ya wê çaxê dê bihedime û biherime, di tifaqiyê de ehleqa paqijiyê û bêqirêjiyê lazim e. Helbet mirov kêmasiyên hevdu bibîne û rexne bike bo tifaqiyê baş e, lê belê mere kêmasiyê hev bibîne, rexneya xwe li gor berjewendiyên şexsî bike nabe. Ji bo ku her kes du çepikan lêxê û egoyê binepixîne rexne nabe û teqez nabe. Çimkî talî ew rexneya berjewendî dê rojekê bibe xwelî, xwelî li serî, û li ber bê bikeve. Helbet rexneya berjewendî rexneyeke pûç û vala ye. Ev şêwaz bo bê dîtinê ye, bo popularîteyê ye. Derdê hatedîtinê an jî bêdîtinê sedema rûxangeriya tifaqiyê ye. Sedema têkçûna takesî û şexsî ye, xwe têkçûn e, ango ji xwe xwarin e. Di bingeha hatedîtinê an jî bêdîtinê de berjewendî û ego heye, rewşeke derûnî ya paradoksal e. Em dikarin bibêjin nexweşiyeke derûnî ye. Nexweşiya bêecibandin, bêdîtin, nexweşiyeke narsîstîk e, narsîzm divê dinya li dora wî/ê bizivîre, tevgerên wiha ji tifaqiyê dûr e, heta sersebebê xirakirina tifaqiyê ye. Hasil kelam, heta ku mirov bêje: Ez, ez, ez, ez tu tifaqî û hezkirin ava nabe, loma tifaqî dijwar e, pênc tiliyên mirov ne wekhev in, divê berê berê pênc tiliyên mirov ji hevdu hez bikin, bi kurtasî gerek hezkirin hebe, bêhezkirin tifaqî û li dora masê civandin ava nabe.
Divê her çar lingên masê ji hevdu hez bikin. Hezkirineke kolektîf gerek hebe an na nabe. Wekî gotina dawiyê dikarim bibêjim Tifaqî=Hezkirin e= hezkirina kolektîf e. Berevajî wê=xirakirin e û jixwexwarin e.


