Îhsan BÎRGUL
Dibe ku serê we biêşînim lê ez dixwazim çend gotinan bêjim li ser murîdiya siyasî. We zêde aciz nakim. Du tiştan dibêjim, pirsekî dipirsim, xilas!
Wexta ez biçûk bûm, em murîdê mala xelîfe Ûsivê Nexşibendî bûn. Ez kêm zêde rê û rêbazên murîdiyê dizanim.
Mezin bûm, bûme endamê partiyan. Ez xal û rêgezên partîzaniyê jî baş dizanim. Tevlêbûna herdu rêyan jî bêyî ku kaş û berkaşkirina mijarê qebûlkirin û beşdariya hemû gotin û kirinên wan e. Heta vir ev pir asayî ye û xwezaya vî karî jî ev e.
Lê belê wexta em dest biavêjin netewperweriyê pirs li ser pirsan dertên pêşiya me. Em tenê vê pirsê bikin; gelo çiqas dirust e ku em bîr û baweriyên xwe ser neteweya xwe re bigirin ango neteweya xwe bikin qurbana bîr û baweriyan?...
Sed mixabin, îro ji bilî beşeke pir biçûk, çi alîgirê siyaeta Bakur çi alîgirên siyaseta Başûr ketine asta murîdiyê. Siyaseta ew alîgirin çi kêmasiyê bike bila bike, bi wan normal û rast tê. Pê re jî yên dijberê xwe didin ber keviran. Sosreteke mezin e ku her du alî jî hev bi murîdiyê
tawanbar dikin. Jixwe ez qala fetisandina muhalefeta navxweyî qet nakim...
Gelek tişt hene werin gotin lê ez wekî protestoyekî gotinê li vir diqedînim....
09.10.2020, AGIRÎ