Diyarname
Hevşaredarê bajaroka Weyselqaranî Enes Cengiz û 4 endamên Meclisa Şaredariyê yên DEM Partî ji DEM Partî îstîfa kirin. Cengiz got ewê serbixwe bimînin.
Weyselqaranî bajorokek ku girêdayî Baykana Sêrtê ye. Di hilbijartina 2024'an de DEM Partî bi sedî 50,3 li Weyselqaranî bi ser ketibû. Hevşaredar Enes Cengîz berê jî li vir hevşaredarî kiribû. Demekê jî hatibû girtin.
Cengîz bi belavkirina daxuyaniyeke wisa îstîfa kir; "Îro dixwazim biryareke me ya girîng bi we re parve bikim. Ez û Endamên Meclisa Şaredariyê yên me Orhan Çimen, Halis Guntaç, Ali Soyuncu û M. Baha Başak, me bi îradeya xwe ya azad ji endametiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) îstifa kir. Bi taybetî dixwazim bibêjim ku me ev biryar bêyî zext, rêberî an bandora kesekî, sazîyekê an jî derdoreke, bi temamî li gorî îradeya xwe ya azad û nirxandinên xwe girt. Li pişt vê biryarê tu destwerdana derve an jî zexta siyasî tune ye. Ji niha û pê ve ez û endamên Meclisa Şaredariyê yên me dê bi awayekî serbixwe rêya xwe berdewam bikin.”
Li ser vê yekê heta niha DEM Partî tu daxuyanî belav nekiriye.


