Janda Serfiraz
Çîroka min û te çar sal berê destpê kiribû. Di destê min de bahola min di dil de hêviyên mezin ji bo dîtina te ketim rê. Bi êşa veqetanê, bi şîretên dê û bavê min, bi çavên tijî hêstîr û di nav xerîbiyekî mezin de me hev û du nas kir. Di serî de min zehf zorî kêşa; te min qebûl nekir min jî te… Ez biyanî bûm tu jî mazûvanê malê. Zimanê me, çanda me, nêrînên me ji hev nedigirtin. Te her roj, her roj biyanîbûna min li rûyê min dida. Her dem dengek nas, rûyek nas û hemzimanek xwe digeriyam. Carinan di kolanan de rastê dayikên xavik spî dihatim, bi hesreta welat, bi hesreta ziman û hesreta malbatê wekî kesek dinya nedîtî li wan dinêriyam. Min dixwest ku xwe bavêjim hembêza wan, serê xwe deynim ser singê wan ji dengê wan yê zelal lorikan guhdarî bikim. Êşa xerîbiya xwe ji wan re parve bikim. Lê min nekarî xwe bispêrim zelalbûna wan. Em wekî biyaniyên vî welatê li ber hev re dabur bûn çûn. Bi vî awayî roj da pê rojan…
Demsal bihurîn, sal bihurîn û em hînê hev bûn, te serhişkiya min qebûl kir min quretiya te. Te nekarî min bikî dijminê zimanê min, min jî qebûl kir ku ez nikarim te hînê zimanê xwe bikim. Te devên xwe yê gurî vekir xwest min daqurçînî, hebûna min tune bikî; min serî li ber te danenî û tu jî piştî demekê westiyayî. Te dev ji min berda êdî nexwestî min biguherînî û te çiyayîbûna min qebûl kir. Pîrejina bûkanî li xwe kirî nizanim çend şerê me qewîmin heta te min qebûl kir û hembêza xwe ji min re vekir. Te carînan bûkaniya xwe li xwe kir rûyên xwe yê delal da nîşanê min. Te xwe bi kulîlkên reng bi reng xemiland hatî pêşiya min. Lê xweşikiya te ne xwezayî bû. Wekî têkîliyên te, wekî xwedî nederketina te, wekî evîniya te, wekî nejidiltiya te derewîn bû xemla te. Te bi vê xemlê tenê çiya û zozan û kulîlkên welatê min dixistin bîra min, hesreta min zêdetir dikir. Te gelek caran rûyê xwe yê qehpik nîşanê min da. Meziniya bêheqiya te, êş û jana te zehftir naskir min. Hemû nakokiyên xwe eşkere kir. Ser bi ser neheqî bû, di rexek de dewlemendî, di rexa din de xîzanî… Aliyek te kêf û xweşî aliyê din xemgînî belav dikir. Tu hember zordarî û neheqiya da şer û qêrîn bû. Te carinan jî xwe keriyê û koriyê dida li hemberî van bêedaletiyê guh û çavên xwe digirt. Bê şermî dev diavêtî nirxên min, rengên min, zimanê min…
Lê xweşikiyên te jî hebûn. Min bi saya te gelek kesên hêja û biqîmet jî nas kirin. Dîwarên li kêleka te dîmenên hişê min dixemilînin. Kelecaniyên te min da jiyîn gelek bûn. Her heft girikên te bi rengê dilê min xwe dixemilandin. Masiyên te bi şahiya dilê me diketin reqsê. Min bêhntengiya xwe di çavên te yê hêşîn de ji bîr kir. Êşê dilê xwe ji keştiyên te re dikire rêwî. Hêstirên çavên xwe tarîtiya şeva te de veşart. Qaqlîbazên te bûbûn hemrazên min. Birînên di dilê min de vebûyî bi dengê pêlên zeryaya te aramî dît. Di şevên tarî û bêdeng de kolanên te bi dengê dilê min distriya…
Li ser hevnasîna me çar sal derbas bû vaye em hatin ber rêya veqetînê. Te zehf tiştên min ji min standin, zehf tişt jî dan min. Gava min te nas kir ez xwediyê hêvî, paqijahî û xeyalan bûm. Niha bi hêvî û xeyalên şikestî, dilek bi birîn û reşbiniyê xatir dixwazim ji te. Dibe ku rojek dîsa rêya me li hev bikeve. Ez bawerim ezê beriya te bikim. Bi xatirê te…