Diyarname
Pêşkêşvanê radyoya Erîwanê, rojnameger û nivîskarê qedirbilind Keremê Seyad roja 27'ê mehê mir.
Keremê Seyad di sala 1938'an de li gundê Hakko ya Talina Ermenistanê hatiye dinê. Li Êrîwanê zanîngeh xwendiye. Keremê Seyad di sala 1960'î de dest bi pêşkêşkariya Radyoya Êrîwanê kiriye û bi salan ev ked daye.
Bi "Guhdarên Ezîz" dest pê dikir û ev dengê wî li seranserê cihên ku kurd lê dijîn belav dibû. Hê jî dema Keremê Seyad tê gotin pêşî gotina "Guhdarên Ezîz" tê bîra mirovan.
Keremê Seyadê ligel Radyoya Kurdî ked daye rojnameya Tiya Teze jî.
Cenazeyê Keremê Seyad 30'yê mehê dê li gundê ku hatiye dinê bê definkirin.