logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!

Kadir Stêra

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kadir Stêra

Kadir Stêra

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Dîrok: 07/09/2026

Li gundê xwe bûm û dimeşiyam. Di hişê min de pirs hebûn, tirs hebûn. Tirsa herî mezin jî mirin bû. Min di ber xwe de digot:
- Ez çawa dikarim bibim mirovekî bê mirin?

Nayê bîra min bê min ev pirs kengî ji xwe re kiribû; lê li gorî texmîna min ez dibêjim, wê çaxê min bi şev û rojan pirtûk dixwendin û bi xwendinê jî tûrikê min tijî dibû. Mereqa min hêdî hêdî diçû ser nivîsê. Ez dibêjim, tişta tê bîra min temenê min qey çar deh hebû an tune bû min ew pirs ji xwe re kiribû. Her ku min dilezand, bersiva wê pirsê nêzî min dibû:

- Bi nivîsê encax dikarim bibim yekî bê mirin.

Sal dibihûrin, min dixwend û hêdî hêdî dest bi nivîsê dikir; lê helbestên bi tirkî wê çaxê min dinivîsandin. Eman û zeman, sal û zeman dinya dizîvirî ez li xwe digeriyam. Kêmasiyeke mezin hebû, min xwe di nivîsa tirkî de neditît. Helbestên min bi tirkî dinivîsandin pir amator bûn; lê çîrokên min ên bi tirkî dinivîsandin hema hema hinekî ji helbestên min baştir bûn. Têra min nedikir, jixwe hetanî zaningehê jî haya min û bayê min zêde ji wêjeya kurdî tune bû. Tê bîra min bi zor û du bela qey min çend pirtûkên çîrokan xwendibûn. Berî zaningehê pirtûkek Lokman Ayebe ya çîrokan, pirtûkek Menaf Osman a bi navê "Şînok" û li zanîngehê di pola yekê de pirtûka Apê Mûsa "Qimil" min xwendibû. Hetanî wî temenî bi sedan min pirtûkê bi tirkî xwendibûn; lê pirtûkên kurdî pir kêm. Bê qey jiyanê hêdî hêdî min li xwebûna min şiyar dikir. Min di nivîsa xwe a berî vê jî hema nêzî vê gotinê tiştek nivîsandibû:

"Ez ew zarokê ku birayê wî Azadiya Welat dianî malê û wî zarokî gava radihişt rojnameyê nizanîbû bixwenda pir li zora wî diçû. " 
Erê aniha li Azadiya Welat dinivîsim; lê mesele ne nivîsandina Azadiya Welat e. Mesele ew zarokê ku hetanî pola yekê ya dibistanê jî nizanîbû bi tirkî û bi darê zorê hinî tirkî bû û nizanîbû bi zimanê xwe bixwenda, binivîsanda li dibistanê hetanî liseyê jî zimanê wî qedexe. Li zaningehê di destê wî de pirtûka wî a Hespê Şeytên xwestibû diyarî mamosteyê xwe bike; lê qidûmê mamosteyê wî ji pirtûka wî şikestibû. Berî derkevim Ewropa li gund li mala me civata me geriyabû. Mijara civatê jî hinekî ez bûm. Me nîqaş li ser derketina min a Ewropayê dikir. Zavayê me hinekî jî mesela pirole dikin:
- Tu dizanî bê ev dewlet çawa li zimanê kurmancî dinêre tu jî diçî bi kurmancî dinivîsî.
Rast jî digot belkî. 
Nizanim çi dilê min hat min nivîsand mîna anatomiya jiyana nifşekî.
Em bêjin dem û dewran bi ser re derbas bû, min xwe li xwendina kurdî kiribû bela. Li ser maseya min a zanîngehê ferhenga Zana Farqînî a bi "Kurdî- Tirkî". Min dît jinikek ji pola me nêzî min bû û bi zimanê xwe pirsek kir. " Bu nedir?"  Yanî bi zimanê min "Ev çi ye?" Min got, "Kurtçe sozluk." Yanî Ferhenga Kurdî:

- Aaaaaaaaaaaa! Kurtçe sozluk de varmış.

Dengê wê jinikê di guhê min de olan dida. Ji hevalên xwe re yek bi yek ew gotin dikir.
Helbet ez ê qala tola xwe jî bikim; lê ez ê ne aniha qal bikim. Hema kêliyekê din ez ê binivîsim.

Piştî wê rojê û wê qepheta wê jinikê min bêhtir xwendinê xwe bi kurdî dikirin; lê ne bi xêrê, min cardin jî bi tirkî dinivîsand. Lê çûyîna min a Kurdî-Derê, nasîna min a Yaqob Tilermenî û Dîlber Hema û helbet bandora Hevseroka Kurdî Der-a şaxa Mêrsînê Songul Keskîn hebû. Yanî bandoreke çawa? Bi nasîna van hevalan û bi xêra mamosteyê min ê polê Rifat Arya min xwe li nivîs û xwendina kurdî bêhtir dikir bela.

Berî van bûyeran, navê min li zanîngehê di nav hevalan de belav bûbû. Her kesî digot :
- Kadîr pirtûkekê dinivîse. 
Erê min dinivîsand, wê çaxê li ser romaneke tirkî dixebitîm. Lê di wê pêvajoyê de bi min re tirsek çêbûbû. 

Min digot:
-Ez bi tirkî binivîsim wê ji min re bêjin nivîskarê tirk. Min zê de bi kurmancî nizanîbû binivîsanda û bixwenda jî. 

Piştî min ji Kurdî-Dera şaxa Mêrsînê sertîfikataya asta yekemîn girtibû û hinekî jî ji ber rexnedayîna xwe, min ew dosyaya xwe ya bi tirkî îmha kiribû. Hêdî hêdî li xwe vedigeriyam. Çîrokek min cara pêşî di kovareke kurdî hatibû weşandin; lê min bela xwe vê carê ji helbest nivîsandina kurdî bernedida. Lê tişteke hebû,ez bi ser venedibûm. 

Lê ez ê wê jî bêjim, bê meseleya helbestên min çi bû? Aniha qala tola xwe  bikim. Mamosteyeke me sipartekek dabû me herkesî. A min jî para min axafrina li ser dûrikan ketibû. Lê min mesele bi dûrikên dayikên kurdan ve girê dabû û hemû axaftina xwe bi zimanê kurdî kiribû. Mamosteya me yeka Yorik bû. Pir ji me hemûyan hez dikir. Ji min xwestibû ku ez wergera axaftina xwe jî bikim. Min wergera  hemû axaftina xwe bi tirkî kiribû. Bi axaftina min a kurdî kêfa hevalên min ê kurd hatibû û li zora tirkên pola me çûbû. Herî zêde jî li zora wê jinika gotibû "Aaaaaaaaa Kurtçe sozluk de var" çûbû.

De îjar ez cardin werim ser meseleya nivîsandina xwe ya pirtûkê. Min ew pirtûka tirkî îmha kiribû. Kîjan heval digiha min digot:
- Kanî wê kengî pirtûka te derkeve?

Lê hişê min pir tevlihev bû. Kaosên min pir bûn, min zêde xwe nas nedikir, laşê min û rihê min hev temam nedikir, bê qey pir dûrî hev bûn. Wê çaxê hingî di nava siyasetê de bûm û min doza kurdî li ser xwe ferz kiribû belkî bi rojan xew nediket çavên min. Di bin wî barî de hetanî fitiqa piştê bi min re çêbûbû. Her roj xebera hevalekî me dihat, li Kobanî, li Mexmûrê, li Şengalê û Sirûcê. Em bûbûn nifşê birîndar. Ji Zanîngeha Mersînê bigire hetanî zanîngehên din bi sedan xwendekaran berê xwe didan cengê. Di nava wê kaosê de em li xwe digeriyan, di wan xwepêşandanên li zanîngehê de geh bi bombeyên gazê bêhn li me diçikiya, geh jî bi fîşekên plastîk malik li me xera dibû. Di çalakiyekê de yeqîn min ji seranser pişta xwe fîşekên plastîk xwaribûn; lê qey birîn germ bû çi bû? Piştî saetekê ez li xwe hay bûbûm û êşa piştê dabû dest pê kirin.

Erê nifşê (2011- 2016) ên wê çaxê zaningeh dixwendin wê bêhtir min fêm bikin. Em li rihê ên nişfên berî xwe digeriyan jixwe piştî van salan dengê zanîngeha jî hate qutkirin; lê em hê birîndar bûn. Nizanim ev nivîs çawa hat, lê a rast dizanim bê çawa hat. Piştî deh salan xebereke nexweş hat, em xwendekarên ku ji Zanîngeha Mêrsînê derçûn carekê din birîndar bûn. Hevalê me, delalê me Remzî em bi şehadeta wî carekê din çûn wan salên xwe yên zanîngehê. Wî jî li dema zanîngehê digot:

- Ka wê pirtûka te kengî derkeve?

Em li mala me ya la zanîngehê bûn. Dayika min gava ji Mêrdînê hatibû cem mala xweha min a li Mêrsînê bi xwe re xwarin jî anîbû. Pel û kortik, şamborek. Min jî çend hevalên xwe yên welatparêz ezimandibûn xwarinê. Hevalê Remzî jî di nav wan de. 

Erê meriv çawa dibê bê mirin? Bi nivîsandina pirtûkan an bi lehengiyeke bê hempa?

Erê piştî girtîgehê min pirtûka xwe ya pêşî nivîsandibû û ji berê bêhtir berê xwe dabû zimanê dayika xwe. Li penaberiyê jî pirtûka xwe ya diduyan min nivîsand. Heger bibe qismet ez ê li ser wî nifşê birîndar hê jî binivîsim. 
Jixwe bi rastî jî aştî çêbibe, wê êdî hin mijarên din jî li wêjeya me zêde binin.

Erê ew bûn cangorî em man; lê gelo em çi bikin em ê bibin layiqê xeyalên wan? Belkî ya ji me bê weşanxaneyên me, pirtûkfiroşên me destên xwe têxin bin kevir. Ji dêvla sedî pêncî karê ji sedî sîh, ji sedî bîst karê hinekî xwe bigihînin xwendevanan. Xwendina kurdî zêde bibe wê hinekî dilê meriv rehet bibe, nîqaşên li ser pirtûkan zêde bibe em ê hinekî vê birîndariyê ji ser xwe bavêjin. Tewlê bêhtir xwedî li panelê kurdî bêne derkertin wê kêf kêfa kurdî be. Cardin bêjim, em xwe bavêjin bextê zimanê xwe belkî wê çaxê edî kesek nikaribe bi me. Belkî wê çaxê em bêhtir xwe bibînin.
Piştî hêsirên li dû hevalê Remzî, hema min xwe avêt bextê vê nivîsê. 

Di bin siya aştiyê de xeberên wan pakrewanan dilê gelek dayikan û malbatan birîndar kir. Piştî vê saetê a ji destê me tê em ê çi qasî bi dilê xwe li cem wan dayikan bin, em ê dilê wan ê birîndar çawa hîs bikin? Erê em jî nifşekî birîndar in. Aniha li vê ber destê sibê li xwe dinêrim. Ez dibêjim ez bi xwe dram û trajedî me. Ji ber ku ji zarokatiya me hetanî vî temenî bi şahidiya şer çû. Geh me jî wekî mîlyonan derba xwe ji vî şerî xwar; lê ji qewla stranekê helbet "Em Ne Binketî Ne." 

Ji ber çi ev nivîs?

Ew kesên ku dibêjin em ê çawa hinî zimanê dayika xwe bibin û ji xwe re li mahneyan digerin ku ji zimanê xwe dûr bikevin, ew kesên ku tenê pirtûkek jî bi zimanê dayika xwe nexwendibin belkî êdî hêzê bigirin û berê xwe bidin zimanê dayika xwe. Êdî şer şerê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe ye.
Min êdî meseleya helbest nivîsandina xwe jî fêm kiribû. Helbestên min jî pir nêzî çîrokan bûn. Xwezî cardin min rahişta pênûs û kaxizên xwe û min bigota:
- Yadê ka qala zemanê berê bike. 

Ji ber ku dayika min bi kurmancî digot û min jî li ber dengê wê dinivîsand. Belkî bi taybetî ez û Cemîl Ogiz li ser vê pirsa hanê rojekê ligel qehweyekê niqaşekê bikin. Kîjan pirs? Ev pirs. Gelo min bi ya dayika xwe bikira û xwe ji ber dîwarê ketî bida alî wê çawa bibûya? Li ser vê pirsê kesên vê nivîsê bixwînin heger bixwazin dixwazim bi wan re jî niqaşê bikim. 
Lê hişê min li ser nîqaşa min û hevalê min Remzî. Berî ku xatir bixwaze û here bikeve ser riyêke din me nîqaşek kiribû û hinekî jî dilê hev hiştibû. Lê ez ê her timî li wî wêneyê ku wî ji min re kişandibû binêrim. Erê!  Nemir Arjen Arî digot: "Şîrê şêr di eyarê şêr de. Şêrgele hebûn şêrgele." 
Ji bo rihê wan hebû pakrewanan...
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Sohbeta Pîrê û Nivîskar

  • 27 Pûşper 2024

-Pîrê, ha pîrê! -Çi kurê min ? -Tu dizane pîrê, wextê pesnê berhemên min tên dayîn, ez wekî nepoxekê difirim; lê gava ku yek bi neyînî qala berhemên min bike deng û his nakim. Pîrê bûbû ferîşteyek û...

Stran, Şoreş û Welatek 

  • 11 Pûşper 2024

Bi herkesî stranên zimanê wî, lê xweş tê. Ê mîn jî, stranên zimanê mîn bi min xweş tê. Vê şevê, dîsa ji welatê xwe dûr, li vê odeyê stranên zimanê min olan didin. Dereng e, derengê şevê ye. Hevalên...

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • 23 Berfanbar 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Dengên li pey heqîqê bin, tu carî winda nabin, tu wan binax jî bikî, wê di dawiya çîrokê de ew deng bibe kulîlkek, û li çar hawîrdoran belav bibe.  Min jî di...

Hemû Nivîsen Kadir Stêra

Kadir Stêra kî ye?

Kadîr Stêra di sala 1989'an de li gundê Qesra Qelendera yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê.
Wî, dibistana seretayî li gund, lîse li navenda Mêrdînê xwendiye. Stêra li Zaningeha Mêrsînê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandandiye û ji zû de ye bi nivîs û helbestê re eleqedar e.
Heta niha pirtûkek wî bi navê "Hespê Şeytên" ji Weşanên Aryenê derketiye. Aniha ew jî wekî gelek nivîskarên kurd penaber e.

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Biyologê navdar: Tirkiye xeletiyeke mezin dike

ad

Ferhad Sengawî têkildarî revandina xwe daxuyanî da

ad

Li Geverê parkeke ji bo zarokan

ad

Li Amed, Stenbol û Edeneyê mîtîngên aştiyê

ad

Ji bo 9 saliya Diyarnameyê hin not

ad

US Open dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname