logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Dîrok: 26/09/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Îsal, bo caran 10’an li Amedê Pêşangeha Pirtûkan tê lidarxistin. 
Pêşangeha îsal, li gorî salên borî gelekî lawaz û kêmbeşdar pêk tê. Gelek weşanxaneyên kurdî û yên tirkî beşdariyê tê de nakin. 
Hemûyan sebebên xwe hene û her kes jî li gorî xwe bi heq e. Ez ê nedim dû vê pirsê.
Heçî organîzasyonên mezin in, berî her tiştî ji bo di cihê civakê de cihekî ji xwe re çêkin û bibin xwedî kiyan, divê li gorî rê û rêbazeke bi ser û ber bên lidarxistin.
Heta niha 9 organîzasyonên pêşangehê pêk hatine, yek li biharê, yek li zivistanê, yek li serê payizê yek li dawiya gulanê… ev bê dîsîplîniya di warê pêkhatina fuarê ya cuda cuda dihêle ku ev pêşangeh di hişê vê civakê de cihekî cidî û muteber ji xwe re çêneke. 
Ger 100 kes jî beşdar bibin lazim e îstîqrar di dema wê de, di rê û rêçikên wê de hebin. Hema bi “ettehiyatû çawa lêhatû” ev kar rûnane ser binyadekê.
Kêmasiya herî mezin ku em dibêjin “sal bi sal xwezî bi par” ji vê bê seroberiya organîzasyonê ye.
Ev yek.

Ya dîtir, mixabin her ku diçe em dibînin li meydana civakê prestîja kurdî tê xwarê. Erê, belkî hejmara weşanxane û kitêban zêdetir dibe lê prestîj her diçe sernişûv dibe û xwende ji kurdî sar dibin. Cî li kurdî teng dibe û însan xwe li dora agirê wî zimanî germ nakin.
Di fûarê de, roja ewil, tişta ber çavê min ket, her diçe prestîja kurdên zimantirk û xwe li edebiyata tirkî dikêşin bilindtir dibe. Meydan meydana babê Nado ye… 
Tu dibêjî qey otorîteya navendî û otorîteya xwecihî dest û mil daye hev da ku stêrka kurdî di ser tirkî re geştir bikin û kurdî û kurdînivîsînê tenê wekî “xêr û minetekê” bo aksesuar di gerdena wê de bibînin.
Ev bazneyek psîkolojik e û yekser tesîrê li ser her demara vê civakê dike.

Kurdî dimire. Em hemû niha bi hev re şahidê vê mirinê ne mixabin. Û çi tiştek ji destê me nayê.
Mesele ne beşdarbûn û an beşdarnebûna çend weşanxaneyên kurdî bo fuara Amedê ye, mesele prestîjşikestina vî zimanî ye. Bahane her çi be jî di rastiyê de ser û sebeba beşdarnebûnê pêşêlbûna prestîjê ye. Kurdî mîna stêrkekê ji esmanî vî miletî dirije. Û cî her ku diçe ji tirkî re firehtir, xweştir û bi konfêrtir dibe.
Ez yek ji wan kesan im ku salekê hema bêje xwe li benda fûara Amedê digirim da ku belkî çend dostên kurdîhez bibînim, du kelamên xweş, ji hev re bikin lê îsal ez ê ji bilî roja ewil pê neavêjim nav fûarê.
Çimkî weşanxaneya me jî nehatiye wekî Avesta, Lîs, J&J û hwd.    

Ez ê lomên weşanxaneyê nekim, ez dizanim ew “her dem mafdar” in. Dawiyê xwedanê aşî hesaba xwe çêtir dizane.  
Bila canê wan sax be. Jixwe bazar “kesad” e. Hewce nake, mirov rûne û ji xwe re teşiya xeyalan bi ba de. Em dizanin, sebeb ne ez im ne jî ew… Sebeb, çimkî stêrka kurdî li esmanê me dixurice, em neferên dawîn ên vî sengerî ne. Sibero, dê di dateyên hişê çêkirî de şopên zimanê me bimînin. 
Em ê tev bi hev re xwe “adapteyî” çerxa dinyaya nû bikin.

Hasilê gotinê, pêşangeh tenê bazarek e, derfetek e biçûk e ku nivîskar dikare tê de nefesê bistîne û wisa hest pê bike, ku qey ew jî karekî “qenc” dike. Lê ziman ne wisa ye. Her kêlî, her nefesgirtin, ew me û xwe li hev dihêçîne.      

Ziman, nefesa me ye. Her kêlî…
Her peyva kurdî, çilkek wê nefesê ye.
Em ê li avê binivîsin û ji bo sîberan…
Em ê li xweliyê binivîsin û ji bo spêleyan…
Em ê wê li erdê nehêlin.
Kurdî, xwîna me ye. 
  

Hin Nivîsen Nivîskar

Hilma şîrê şiîrê Kêstek û Aşêv

  • 10 Tebax 2017

Nivîskarê Nobelgir ê Arjantînî Daniel Mantovanî, gava dibêje, “Ez ev çil sal in neçûme Salasê, lê lehengên romanên min qet ji wir...

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • 22 Gulan 2023

Berî çendekê, li ser vexwendina “saziyeke civaka sîvîl”, bi boneya “roja zimanê kurdî” ez çûm Colemêrgê. Ez destê sibê,...

Gevizîn, tevizîn

  • 05 Berfanbar 2016

Hukmê gotinê nemaye. Hezkirin û tehamul di bin simên hespên siwariyên kerb û rikê de dinalin. Her roja paştir ‘xwezî bi duh, pêr û betirpêr’,...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

‘Li pey qedereke winda: Gulên Şoran’ derket

ad

Mîr Qasimlo: Ey giyana min a kûçikî..!!

ad

Weşanxaneyên Kurdan: Bila şaredar vegerin ser karê xwe

ad

Dayikên Aştiyê ji bo îdaman çûn Enqereyê

ad

Burkay –Metîner

ad

Belgefîlmekî li ser Sylvester Stallone kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname