Ji bo guhdarîkirinê:
Li ser maseya xwe rûniştime; kompîtur li ber min bêdeng e. Ez di nav dîwarên camekanî de asê mam û di nav xeyalan de digevizim. Tiştek nayê bîra min.
Li pişt cama ku cîhana min ji ya derve vediqetîne, serê dareke pelşîn xuya dike. Ba hinekî pelan dihejîne û dar bi nermî serê xwe ditewîne. Çûkên li ser wê baskên xwe li hev dixin û difirin; tenê yek li cihê xwe dimîne. Yekî din tê xwe li rex wê datîne. Êdî dibin cotek. Li pey hev diçin û tên. Ez bi baldarî li wan dinêrim. Îskana çayê radikim, vedixwim, lê çavên min ji ser darê nayên xwarê.
ÇIVÎK
Ba radiweste. Dar vedigere aramiya xwe. Herdu çûk li ser çeqelîkekê, li kêleka hev, disekinin. Bi dengên xwe yên razber tiştekî ji hev re dibêjin; paşê serî li hev kil dikin. Ya li milê rastê xwe dipengizîne, baskên xwe vedike, lê naçe. Li ser ya din disekine û baskên xwe li hev dixe. Çavên min ji vê dîmenê beloq dibin. Ez ber bi camekanê ve diçim û serê xwe bi cama sar ve dizeliqînim. Çûk di nava coş û germiyekê de xwe li hev digirin. Çavên wan bi yên min dikevin. Bi qîjeqîj per didin xwe û difirin. Axîneke giran dilê min diqelişe. Gelek tişt di hişê min de derbas dibin. Ez hîn li vê dîmenê dinêrim û nikarim çavên xwe ji wan dûr bixim.
PISÎK
Hîn ramanek zelal neketiye hişê min. Pisîkek bi çavên birçî, wekî termekî li erdê dirêj bûye û li bin daran li çûkan digere. Min çûk ji bîr kirin. Kêliya dilxweşiyê ji ser min çû û ez ketim pey vê nêrînê.
Pisîkeke din bi lez tê. Li pişt wê disekine û dengê xwe tûj dike. Ya di xefikê de bersiv dide. Li dora hev çivan didin xwe û dev ji hev naqerin. Deng bi ser hev dixin û bi xezebekê radipelikin hev. Pir hindik şer dikin; ya nûhatî xwe diavêje stûyê ya din û bazdide ser. Dengên wan tevlihev dibin û di nava nêzîkbûneke germ de winda dibin.
Bi vê dîmenê re gava çavên min li ser wan tên aliqandin, serê min ji nişke ve li camekanê dikeve. Dengek derdikeve. Pisîk veciniqîn, ji hev veqetiyan û bi bezekê ji bin darê reviyan. Min dîtin; ji bin darê dan çivîtan, dev ji nêçîrê û germahiya kirinê berdan û bi bezekê ji wir dûr ketin. Di wê kêliyê de ez ferq dikim ku di nav çi hal û gumanan de asê ma me.
JINÊN PORZER
Li paş xwe dizîvirim. Çavên min li çend jinên porzer dikevin ku li pişt camekanan derbas dibin. Xweziya xwe dadiqurtînim, vedigerim û li ser kursiyê rûdinim. Di nav xeyalên xwe û van dîmenan de digevizim. Mase, kompîtur û kursî dihejin. Hiş diçe. Çav li darê dialiqin. Ne ji pisîkan, ne ji çûkan û ne jî ji jinên porzer şopek dimîne. Dinya li dora min digere, lê ez li cihê xwe asê ma me.
MANŞETA ROJNAMEYÊ
Ez xwe bi xwe dilê xwe şa dikim û kenekî bi helke helk bi ser dixim. Dîmenên nedîtbar li ber çavên min digerin. Rengê min diguhere, xwîn diçe çavên min û li xwe sor dibim. Tam di wê kêliyê de ku dixwazim kerba hundirê xwe vala bikim, dengek ji pişt derî tê û li xwe hay dibim. Bi deng re hişê min tê serê min. Tenê ez, kompîtura li ber min, mase û kursî hene. Û li pişt derî jî dengê ku bi nermî bilind dibe, li nava odeyê bela-wela dibe:
“Rojname!..”
Min rahiştê û lê nêrî. Di cih de tîpên girseyî yên sernavê, bi deqên reş ji rûpelên rojnameyê difirîyan nav çavên min, bi ser hişê min de bariyan:
“Jin, Jiyan, Azadî!..”
Ev çend tîpên sernivîsê, hemû xeyal û dîmenên germ di çirkekê de guherandin. Paşê rabûm, ji nav dîwarên camekanî derketim û ketim rê. Bêyî ku li pey xwe binêrim, di nava qerebalixiya bêhempa ya mirovan de winda bûm.
* Ji bo Bîranîna 4’emîn Salvegera Qetilkirina Jina Emînî û Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî.


