logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Destkariya kolonyal ya li wêjeya kurdî

Her çi qas em ê wê di biwara wêjeyê de dorteng bikin jî; destkariya kolonyal a ku me xistiye behsê, hem bi çand, hem bi

  • Dîrok: 09/11/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq


Her çi qas em ê wê di biwara wêjeyê de dorteng bikin jî; destkariya kolonyal a ku me xistiye behsê, hem bi çand, hem bi kelepûr, hem bi folklor hem jî bi zimanê mêtingehê ve pêwendîdar e. Loma jî, ji bilî ziman, bêyî ku em bi mijarên din de kûr biçin, em ê bêtir li ser destkariya kolonyal ku di qonaxekê de li wêjeya kurdî hatiye kirin, bisekinin.

Pêkanînên mêtingeriyê yên berî 12'ê Îlonê (Rezberê), ji bo bi serketina pêkanînên xwe yên asîmîlasyonîst her rê û rêbaz hêçandin û pêkanîn. Ji bilî ziman, di biwara muzîkê de jî destkariyên baş dikirin; stranên kurdî bi stranbêjên kurd ji bo tirkî didan wergerandin û bi tirkî bi wan didan gotin. Herçî biwara wêjeyê bû, ji bilî çend nivîskarên ku bi tirkî pirtûkên roman û helbest nivîsîbûn, kesî meyla xwe nedabû ser nivîsîna bi tirkî. Jixwe wê çaxê ev yek bo hişê mêtinger pir ne girîng bû; ji ber ku armanca wê ya sereke û girîng, asîmîlekirina rih û zimanê kurdan bû. Û hingê tu xemeke mêtingeriyê jî tunebû ku ji xwe re rewşenbîrên kurd çêke.

Di sala 1992yan de, li bakur, di nivîskarî û xwendewariya kurdî de, qonaxeke taybet dest pê kir. Ev qonax nedişibiya tu qonax û serdema berî xwe. Ji ber ku heta wê demê, qewameke wekî 12'ê Îlonê wekî hûtekî hov ê heftserî berê xwe dabû kurdan. Tekane armanca wê; jinavêrakirina hemû nirx û hêmanên kurdan bû ku her yek nîşaneya zanava (identity) neteweyî bû.

Belê, 12'ê Îlonê, derba dawî ya biserketina asîmîlekirina kurdan bû û qonaxa asîmîlasyonê jî êdî berê xwe dabû ser rêya temambûnê. Lê belê, kend û kospên neberisandî (hesabnekirî) çêbûbûn li berê. Û bi ser halan de jî, mêtingeriyê bi xwe, di sala 1992'yan de, bi qanûnên xwe car din kurdî serbest kiribû. Bi vê serbestiya dorteng, kovar û rojnameyên bi kurdî weşiyan; û pê re jî di biwara ziman û wêjeyê de vejîn û nûşînbûnek pêk hat. Û komek xwendevan-nivîskarên ku di nava xwe de dibûn du beş, li dora van weşînekan li hev hêwirîn û meyl û pala xwe dan ser ziman û wêjeya kurdî. Nivîskar-xwendevanên vê qonaxê, ji du beşan pêk dihat; 1) ên ku berî 12'ê Îlonê li jiyanê xweş bûn û di wê demê de jî bi ziman û kelepûra kurdî daketibûn, 2) ên ku berî 12'ê Îlonê li jiyanê xweş bûn, -an xortên xama an jî zarok bûn- lê belê piştî sala 1992'yan bi ziman, wêje û kelepûra kurdî daketin.

Fanon dibêje, “Mêtingerî ji nav bindestên xwe ji xwe re rewşenbîran diafirîne. Ew rewşenbîr nirxên ne şênber û gerdûnî ên mêtingerên xwe dipejirînin, (…) û ji ber ku mêtingerî bi hemû awayên fikirînê lê kar kiriye, (…) û ji ber ku hîn bûye ku efendiyên wî, wî derxînin pêş, (…) nabîne ku gava ew hew bi kêrî mêtingeriyê were, mêtinger êdî wî naşîne ber golikan jî.”*

Destkariya kolonyal ya li wêjeya kurdî di vê qonaxê de dest pê kir. Demê heta sala 1998'an kudandibû û mêtingeriyê hê jî di biwara wêjeyê de ‘ji xwe re rewşenbîrên kurd’ neafirandibû. Û êdî wêjeya kurdî jî xizmetî zimanê kurdî dikir. Loma jî, mêtingeriyê diviya destkariyekê bikira. Serê pêşîn, bi destê kurdan, berê xwe da mala wêjeya kurdî û xwest ji hundir de birizîne; loma jî, -bi awayekî berevajî ve- berhemên wêjeya kurdî bi destê kurdan bo tirkî da wergerandin. Û dîsa bi destê rewşenbîrên xwe yên ‘demokrat û çepgir’, bo berhemên kurdî ku wergeriyan tirkî, fizildûmana nivîsên ‘dana binçengê’ rakir. Pê re jî, reklam û çapemeniya xwe jî tev li vê çalakiya pesndan û dana binçengê kir û em heqê wê nexwin; di encamê de, hejmarek zêde kurdên ku îhtîmal bû ku bi kurdî bixwînin, bi vê pêkanînê berê xwe dan tirkî û berhemên wêjeyî yên kurdî, bi tirkî xwendin. Û em heqê xwe jî nexwin; hejmarek nivîskarên wêjeya kurdî ketin ber şewqa dilkêşiya ‘navdariya di ser zimanê mêtinger re’ û destûr dan ku berhemên wan ên wêjeyî bi destê kurdan ji bo tirkî bê wergerandin. Çendî ku vê rewşê dûman bi ser wêjeya kurdî ya ‘serhişk û kakilxurt’ xist jî, piştî demekê fisiya. Lê belê, kurmê mêtingeriyê neşikiyabû.

Rêbaza duyem, derblêdana ji derve de bû. Ji bo vê jî, mêtingeriyê berê xwe da ser hin kurdên nûhatî ku çavên wan bi şewqa ‘zimanê mêtinger’ geş dibû. Û pir tê de neçû, kurdên ku dê zimanê xwe yê dayikê bişemirandana û bi zimanê mêtingeriyê binivîsandana û çîrok û jiyar û mîrateyên zimanê bav û kalên xwe bibirana bikirana milkê mêtingerê xwe, peyde kir. Û mêtingeriyê, tavilê xelat û diyariyên xwe jî amade kir û da destê kurdên ku bi zimanê wê dinivîsîn.

Vê rewşê, hêrseke Fanoniyane ya dij-serdest(î) bi kurdînûsan re çêkir û her ku çû hêrsa wan kûrtir û qayîmtir bû. Loma jî, van pêlên dawî nivîskar Sîdar Jîr û helbestkar Ulku Bingol di twetterê de wiha dinivîsîn:

“Kurdên ku bi “TIRKÎ(!)” dinivîsin û pirtûkên xwe li zimanê dayika xwe yanî li “kurdî” didin wergerandin, ÇOK İTİCİSİNİZ”**

“Ji we re dibêjim kesên bi Zimanê biyanî dinivîsînin re dibêjim; di vê Qonaxa Nû de di “ÎLONA NÛ” de hemû kurd berhemên we bixwînin jî dê bi qasî serê derziyê jî guhertinek çênebe, lê bes kurd’ek tenê jî berhemek kurdî bixwîne dê guhertinek çêbibe.”***

A rast, her du wêjekarên kurd(î), bi hêrsa xwe, bersiv(a nivîskariya Kurdî) didan mêtingeriyê. “ÇOK İTİCİSİNİZ”, amaje bi qebîhî û cirnexweşiya zimanê serdestan dikir ku reng û bêhna xwe dabû ser kurdên tirkînûs. Û gotina “dê bi qasî serê derziyê jî guhertinek çênebe” jî, raxurtiya hêrsa kurdînûsan dida der. Û ev hêrsa hanê, li ba (me) kurdînûsan xurt û mezin dibû û me bi hev re digot; em in, bi serhişkiya peyva Xanî ‘xodreste’ û bi kakilxurtiya Cizîrî ‘perwerî.’


*Fanon Frantz, (2007) Yeryüzünün Lanetlileri, Versus yay., rp, 51-53

** Sîdar Jîr

*** Ülkü Bingöl

09.11.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

 


**

Nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de bi vî awayî hatine weşandin:

- “Felaket im” an jî Hunera dij-serdest(î) 

-  Osman Sebrî; perîferiya Kurmancî

- Fermana Bêjarê
- Nehewiyên Zimên
- Desthilata Gramerê
- Keviya Wêjeyê
- Şanehezên wêjeya kurdî
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- 
Neçariya Wêjeya Kurdî
- 
Desthilata Wêjeyê
- Dîketiya Kurdan
- Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî
- Mala Wêjeyê
- Şûngeha rexneyê
- 
biçûk bûm...
- 
Hunera ji malê
- 
“Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”
- 
Heyîkirina Hebûniyê
- Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-
- Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde
- Kî Me Ez
- 
Edaleta Desthilatê a Wêjeyî
- 
Zimanê agahiyê
- 
Kurmancî ji ku ye?

- Rihê zimên    

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojnamegerên navdar jî ji karê xwe dibin

ad

Di şeva Siyadê de dengê 'aştî hema niha' bilind bû

ad

Heyeta BDP'ê çû Hewlerê

ad

Amedsporê peymana teknîk dîrektorê xwe betal kir

ad

'30 salên dawî yên çîroka bakur'

ad

Li Almanyayê stêreke kurd diçirise!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname