logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Mazlum Ebdî li ser şerawestinê û entegrasyonê peyamek belav kir
  2. Şêx Murşîd Xeznewî banga Pêşmergeyên Roj kir û pirsa 'Kengê' ji wan kir
  3. Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir
  4. 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava
  5. Axaftina ligel Ocalan a mebûsan bi temamî hat belavkirin
news-details

Metnên ewilî yên kirmanckî

  • Dîrok: 20/12/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Rêdûr Dîjle

Heta salên 1930'î gelek xebatên di warê folklora kurdî de, ji aliyê biyaniyan ve hatine kirin. Nexasim jî ji welatên Ewropayê gelek lêkoleran berê xwe daye Kurdistanê û der barê bingehê wê yê civakî de bi rêya gel, şêx û meleyan gelek keresteyên folklorîk tomar kirine û li muzeyên welatên xwe bi cih kirine. Yek ji van lêkoleran jî Peter J. A. Lerch e ku di sedsala 19’an de di warê Kurdolojiyê de xebatên akademîk û zanyarî kirine. 

Di salên 1850’yî de, di dema Herba Qirimê de (1853-1856) di navbera Împaratoriya Osmanî û Çarîtiya Rusyayê de qewimiye, nêzî 300 leşkerên Osmanî dîl tên girtin û li kampa dîlgirtiyan a bajarê Roslowê yê ku wê demê bi ser parêzgeha Smolonskiyê ve ye, tên ragirtin. Di nav van dîlgirtiyan de, 50 leşkerên Osmanî yên kurd jî hene. Lerch jî ji bo biçe vê kampê, destûrê ji Akademiya Zanistê ya Împaratoriyê ya Rusyayê dixwaze û akademî wî wezîfedar dike. Lerch, li kampê li ser kurdên dîlgirtî hin lêkolînan dike. Li vê kampê, li hin malûmatên herêma Sîwanij a Dara Hênê ya Çewligê guhdarî dike û wî ew di xebata xwe ya navbirî de bi keys kirine. Lerch, ji dîlgirtiyên kurd li gelek kilam, stran, xeberoşk, destanên kurdî guhdarî dike. Der barê şer û pevçûnên di navbera êl û eşîrên kurdan de jî gelek agahî û malûmatan tomar dike. Van keresteyên folklorîk, di sala 1858’an de bi navê “Lêkolînên li ser Kurdan û Îraniyên Xaldeyî yên Bakur” wekî du bergan li St. Petersburgê çap dike. Ev xebat, bi taybetî ji bo zaravayê kirmanckî gelekî girîng e û di wesfa belgeyan de ye. Çimkî, tê gotin ku tekstên di vê xebatê de, tekstên ewil in ku bi kirmanckî hatine tomarkirin. 

Di salên 1850’î de dema Lerch, li Petersburgê di Beşa Dîrok-Fîlolojî ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê de xebatên zanistî dike, ewilî li ser berhemên îranî û destan û efsaneyên bi Sanskrîtî hatine nivîsandin, dixebite. Di sala 1852’yan de hin xebatên lêkoler Kunîk dixwîne. Piştî van xwendinan, berê lêkolînên xwe dide ziman, çand û avaniya civakî ya gelên îranî. Her wiha di xebata Kunîk a bi navê “Les tribus des Courdes Iranien” (Eşîretên Kurd ên Îranî) de der barê babilî, asûrî û gelên din de hin tiştan dixwîne. Piştî xwendina vê xebatê, baweriya ku “Xebatên ku li ser gelên îranî bên kirin, xwe dispêrin xebatên ku li ser kurdan bên kirin” lê peyda dibe. Lerch ku di 25 saliya xwe de der barê kurdan de dest bi lêkolînan dike, li pirtûkxaneya akademiyê rastî destxeteke Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî tê û li ser wê hûr dibe. Paşê di kovara “Nordische Biene” de nûçeyeke bi manşeta “Li Bajarê Smolonskiyê Kurd” dibîne û bi destûr û wezîfedariya Akademiya Zanistê berê xwe dide bajarê Roslowê û li wir hevdîtinê bi kurdên dîlgirtî re çêdike. Lê berî ku biçe, der barê eşîrên kurdan, folkor û zimanê kurdî de xebatên ku hatine kirin di ber çavan re derbas dike. Nexasim jî li ser xebatên Balyozê Tebrîzê yê Rûsyayê Nicol von Chanykow û yên Balyozê Erziromê yê Rûsyayê Alexander Jaba (bi eslê xwe ji Lehistanê ye) hûr dibe. 

Lerch, di sala 1856’an de li kampa dîlgirtiyan a li Roslowê 11 hefteyan bi kurdên dîlgirtî re dimîne. Piştî demekê, Lerch bi saya materyalên di destê xwe de ji bo xwe ferhengokekê çêdike. Piştî demeke kurt bi saya vê ferhengokê û kurdên dîlgirtî zaravayê kurmancî ho dike. Bi vê re gelek keresteyên kurdî berhev dike. Her wiha di xebata xwe de diyar kiriye ku kurdên li kampê bi tirkî zanîbûye û hinan ji wan bi rusî jî zanibûye. 

Paşê Lerch, li ser metnên ku berhev kirine, xebateke zanistî dike. Vê xebata xwe wekî du bergan çap dike. Di xebatên xwe yên berhevkirinê de bi pirranî zaravayê kurmancî bi kar tîne. Materyalên ku li kampa dîlgirtiyan berhev kirine ewilî bi alfabeya Sjogrenê li nivîsê bar dike. Lê di dema xebatên xwe yên li ser “Zend”ê de dibîne ku alfabeya Sjogrenê tam bi kêrî wî nayê. Li ser vê yekê Kursiya Ziman-Dîrokê ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê civînekê çêdike û biryarê dide ku ji bo kurdî alfabeya Lînguîstîkê bê bikaranîn. Lerch jî li gorî alfabeya Lepsiusê ji bo kurdî alfabeyeke 39 tîpî çêdike. 

Tê diyarkirin ku Serokê Kursiya Dîrok-Zimannasî ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriya Rûsyayê B. von Dorn, der barê vê xebata du bergî ya Lerch de raporekê amade dike. Dorn, di vê rapora xwe de naveroka pirtûka Lerch di bin çend binbeşan de rave dike. Li gorî rapora Dorn, di xebata Lerch de bi zaravayê kurmancî; ji bo rusî wergera 7 xeberoşkan, 18 metelokên ji tirkî hatine wergerandin, du xeberoşk û methelok, serpêhatiya Mîrê Paloyê Abdullah Beg, çîroka evînê ya serekê eşîra Romiyê û 6 xeberoşkên ku ji zimanê fînkî hatine wergerandin, cih digirin. Bi zaravayê kirmanckî jî; 3 şerên ku di navbera eşîrên kurdan de qewimîne, du xeberoşk û efsaneya bûmî cih digirin. 

Li gorî agahiyên di rapora Dorn de belav kirine, Lerch di vê xebata xwe de cih daye hin hevpeyvînan û 25 kilamên kirmanckî-kurmancî. Lerch, di vê xebata xwe de cih daye 25 gotinên pêşiyan ên bi kurmancî û wergera çend rûpelên ji beşa gîrîzgahê ya “Gulîstan”a Sadî Şîrazî jî. Her wiha di berga duyemîn a xebata Lerch de, ferhenga biwêjên Zazakî û Kurmancî jî heye. 

Lerch, di beşeke lêkolîna xwe de ku der barê kurdên li Roslowê amade kiriye û berpêşî Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê kiriye, ji bo kurdên ku wext bi wan re derbas kiriye, dibêje: “… wê rêwîtiya min a 11 hefteyan ku zaf bi peroş bû, bi min da bawerkirin ku ew gotinên pesindanê yên der barê taybetmendiyên eşîrên kurdan dihatin gotin, qet jî ne bi mubalexe bûne. Min li cem wan tenê ne wê çêja xwarinê, hendazetî, zîndebûyîn, mineta ji bo qenciyan, dilnizmî, dirustî, hendazetiya di terhê fikirînê de, li gel vê min li cem wan ew taybetmendiya wan a ku zû dibin dost, sohbeteke germ dikin û haydarî û têgihîştina wan a ji bo her tiştên li derdorê jî dît û bala min kişand ser xwe…” 

* Lêkoler û nivîskar Seyîdxan Kurij, di warê xebatên Kurdolojiyê yên Peter Lerch de, bi awayekî zanistî tevgeriyaye û xebateke taybet daye der. Ev xebata Kurij, bi navê “Metnî Verên yê Kirdkî, Xebatê Kurdolojî yê Peter Lerchî” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bi kirmanckî û zimanê tirkî hatiye çapkirin.

Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Êrîşên li ser Helîm Yûsiv hat şermezarkirin

ad

Agos

ad

'Ji dîrokekê dîrokeke Ehmedê Xanî' derket

ad

Li Cizîrê me xwe dît; lê bi çi awayî?

ad

Firat Cewerî yê ku 40 sal dane pirtûkan: Edebiyat ji bo min gopalê hêviyê ye

ad

Maça Cîzre spor û Hakkarî spor îro ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Mazlum Ebdî li ser şerawestinê û entegrasyonê peyamek belav kir

  • 22 01 2026
news

Şêx Murşîd Xeznewî banga Pêşmergeyên Roj kir û pirsa 'Kengê' ji wan kir

  • 21 01 2026
news

Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

  • 21 01 2026
news

23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

  • 23 01 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname