Fermana Bêjarê
Dilawer Zeraq
Ferman, berî ku bibe hêmanek an jî raweyeke gramerî, dengkirin e; ji ber ku wekî jêderk, deng e; û bi piranî ji bo kes û heyîna derveyîn e. Ev heyîna derveyîn di gramerê de wekî kesê duyem ê yekhejmar û pirhejmar tên zanîn. Her wiha, çendî ku hin caran mirov fermankirinê bo xwe pêk bînin jî, fermankirin (an jî fermandan) di hîma xwe de, lidervehiþtinek e ku kes an jî aliyê ku ferman dike, bi dengê xwe desthilatekê dide der û pê dihisîne. Ev desthilat, serê pêþîn, li ser dengê fermanî, mirovê derveyîn westar (bêliv) dihêle; dike ku neguheriyek jî bi wî re çêbe; û paþê jî wekî encam dengê fermanî mirovê derveyîn beralî (araste) dike. Sedema van pêkhatinan hemû ‘yekîtiya zimên’ e ku mirovên pê deng li hev dikin (yanî bi hev re diaxivin), bi awayekî komelî (civakî), ji mêj ve ye li ser deng û zimanekî li hev kirine. Ev yekîtî, di heman demê de yekîtiyeke jêderkî ye jî.
Jêderka ku em behs jê dikin, gramer e. Gramer her tim hewlê dide ku xwe û dengkirên (yanî axiverên xwe) di nav sînor û qaydeyên xwe de asê bike. Ev hewldan û asêkirina hanê, dibe sedem ku gava aliyê hundirîn fermanê lê bike di xwe de dorteng bibe û di heman demê de kesê derveyîn jî jê re bibe heyîna ‘biyan’. Biyanîbûna ku pêk tê, bi xwe re sînoran jî ava dike û aliyê hundir, yê ku fermanê dike û aliyê derveyîn, yê ku fermanê hildide, ji hev dûr dimînin û lihevkirina wan a komelî û zimanî ji hev sist dibe.
Çendî ku bi pênase û baweriyeke giþtî hatiye qebûlkirin ku ziman navgîneke (instrument) raguhastinê ye jî, ev yek di hemû hêmanên xwe de ne wisa ye û pênaseya hatî kirin, dike ku em berê xwe bidin ser bandora hêmanên dîtir jî. Ji ber ku her kirin û kiryariyên zimanî ne raguhastin e, gelek caran jî temamkirina kiryarî û pêkanînan e. Û heke temamkirinên ketî behsê pêk neyên, beþeke girîng ji lihevkirina komelî (civakî), kêm dimîne. Loma jî Deleuze û Guattari dibêjin, “Peyvên fermanî, navgînên birêkûpêkkirina dinyayê û lirêzêxistina tiþtan in. (…) Ji ber hindê jî, her kiryarî û her derbirana ku pêwendiyeke berpirsiyê çêdike, di bin hikm û desthilata peyvên fermanî de ye.”* Loma jî peyvên fermanî, di xwe de tundiyeke veþartî jî dihewînin û ev tundî di gava pêkhatina xwe de mirovê fermanhildayî dixe nav bendewariyên wekî daxwazkirin, geflêxwarin, tikakirin û yên din.
Peyva fermanî, carinan ji bo ku tundiya xwe veþêre, bi kubariyê re hevkariyê dike û dike ku beralîkirin bi temamî bibe serdest û desthilata peyva fermanî bê veþartin. Wekî mînak, gotina; “Ji kerema xwe tu dikarî derî vekî” ne rasterast fermanî ye, bi gotina ‘ji kerema xwe tu dikarî’ dengê fermanî tê kubarkirin û dirêjkirin; û pêþniyazekê lê dike. Di nava pêþniyaza tê kirin de lêferzkirinek jî heye ku wisa di bin re dikiþe. Her wiha, di gotina, “Ji kerema xwe derî veke” de, fermaniyeke nermkirî heye ku dîsa ji kubariyê deyn dike û lêferzkirina xwe vediþêre. Lê belê gotina, “Derî veke” bi temamî fermanek e ku tu tiþt ji tundiya desthilata xwe venaþêre, tu pêþniyazekê lê nake; û wisa aþkera û li rastê ye.
Wekî wêje, di çîrok û romanan de peyvên fermanî, wekî dengkirinekê, bêtir di diyalog û pevaxivînan de derdikevin pêþberî me. Û ji ber ku kapasîteya çîrok û romanan keysê dide me ku em jê haydar bin ka rengê pêwendiya di navbera kesan de çawa ye, gava deng û peyvên fermanî tên bikaranîn, em pê dizanin ka dûrahî û nêzikahiya wan çi ye û dengên fermanî kesan bi kîjan alî ve beralî û araste dikin. Û ji ber ku çîrok û roman zêdetir li ser peyv û vegotinê ava ne, dengkirina fermanî ku tê de bi cî dibin jî lihevkirina zimanî ya ketî behsê eþkeretir didin der.
Herçî helbest e, di warê dengên (peyvên) fermanî de xwedî taybetiyeke dîtir e. Ji ber ku helbestê di warê aheng û rîtma peyvan de hevgiriyekê divê, gava dengên fermanî tê de bi cî dibin, me beralî dike û em bivênevê xwe lê tînin. Herçî mînak e:
“Tev tev rabin, îro bû þer/Ev ev roja ceng û tevger/tev de rabin kom û leþker/Haydê Kurdo; marþ marþ/(…)/Bes bes tev de rabin wek mêr/ Her kes pev re rabin weke þêr/Tev de rabin dest bi xençer/Haydê Kurdo; marþ marþ/(…)/Pek pek va ye dijmin tê tê/Hek, hek, rabin, mêrên çê çê/Hemî weke þêr û ejder/Haydê Kurdo; marþ marþ…”**
Gava em bala xwe dibin ser vê helbestê, em xweþikî dibînin ku helbest heta dawiyê li ser fermana “rabin” û bi beralîkirina “marþ marþ” hatiye sazkirin. Þa’ir armanca xwe bi peyvên fermanî pêk tîne. Û bi fermankirinê dixwaze birêkûpêkkirinekê pêk bîne û kiryariyên ku wê armanca wî li dar xin, li rêzê xe. Û digel vê, tundiya ku bi dengê fermanî di helbestê de tê bicîkirin jî, dûrahiyekê dixe navbera þa’ir û xwendevan. Ev dûrahî di heman demê de, desthilata þa’ir jî xuyanîtir dike ku bi lêkera aktîf a ‘rabûn’ê xwendevan westar dihêle; û bi peyvên dengî yên ‘marþ marþ’ jî xwendevan dike rewþa neguher û di vê neguheriyê de xwendevan car din li livê dixe û dûrahiya di navbera xwe û xwendevan de heyî zêdetir dike û dîsa bi hevkariya dengê fermanî, wisa di bin re, lêferzkirinekê jî pêk tîne; ku di kurtemînaka me de ew peyva fermanî; “rabin wek mêr” e.
Gava fermankirinek bi dengê kubariyê re hevkariyê bike, em bi xapînokiya kubariyê dikevin nav desthilata wê ya ku bi awayekî ‘durû’ nêzikî li me dike û lêferzkirina xwe ji me vediþêre. Lê belê gava fermankirinek wisa rût û tazî li me biqelibe; em yekser li bin guhê desthilata wê ya ‘yekrû’ dikevin; dûrahî dikeve navbera me û dengê fermanî û ev yek rê li ber me vedike da ku em karibin li ber desthilata deng û peyvên fermanî rabin û bi xebera ‘fermanê’ nekin. Û çi gava ji me re hat gotin; “derî veke!” em hemû deriyan ji cî bixin…
* Deleuze-Guattari, Bin Yayla- Kapitalizm ve Þizofreni, Baðlam Yay. 79
** Cegerxwîn, Helbesta bi navê, “Kurdo Marþ”, Weþanên Lîs, Cilda I., 139
Têbinî: Têgiha ‘bêjar’ bi wateya ‘discourse-söylem’ hatiye bikaranîn.
28.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de bi vî awayî hatine weþandin:
- Nehewiyên Zimên
- Desthilata Gramerê
- Keviya Wêjeyê
- Þanehezên wêjeya kurdî
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- Neçariya Wêjeya Kurdî
- Desthilata Wêjeyê
- Dîketiya Kurdan
- Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî
- Mala Wêjeyê
- Þûngeha rexneyê
- biçûk bûm...
- Hunera ji malê
- “Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”
- Heyîkirina Hebûniyê
- Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-
- Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde
- Kî Me Ez
- Edaleta Desthilatê a Wêjeyî
- Zimanê agahiyê
- Kurmancî ji ku ye?