logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin
news-details

Hunera ji malê

Huner, ji kîjan aliyê ve bê nirxandin û dahûrandin, dawiya dawî digihîje çandê. Ev çanda ku ji bo hunerê kan e, di çarço

  • Dîrok: 09/03/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Huner, ji kîjan aliyê ve bê nirxandin û dahûrandin, dawiya dawî digihîje çandê. Ev çanda ku ji bo hunerê kan e, di çarçoveya etnîkî de xwe digihîne jêderkê. Lê belê, aliyekî din jî heye ku çandê di nav sîstemeke ramanî de saz dike. Û ji ber vê yekê jî, têgiha çandê, dibe du şax: şaxa yekem, çanda gelekî etnîk e ku xwe digihîne jêderkeke hebûnîyê, şaxa duyem çanda îdeolojiyekê ye ku li ser ramanên pergalkirî ava dibe. Îcar pirs li vir ev e; gelo kîjan şax me digihîne têgiha “hunera ji malê”?

Helbet, şaxa yekem.

C. Lévi Strauss, civakan li ser du bingehan; wekî, ‘civakên germ û civakên sar’ bi nav dike û dibêje; “civakên germ, xwe di nav tiştên ku ji bîr kirine de tînin bîra xwe û car din saz dikin û wisa dijîn, lê civakên sar, bi awayekî cuda, her tim di nav şêweyekî dîtir de xwe saz dikin û dijîn.”* Ev peyt û şîroveya Strauss, dike ku em jî berê xwe bidin vê pênaseyê û li serê bifikirin û bibêjin, “gelo kurd ji civakên germ in an jî sar?” Belê, ger em di sînor û çarçoveya çandî de bihizirin, helbet kurd zêdetir dikevin kategoriya ‘civakên germ.’

Her wiha, M. Erdheim jî dibêje, “Ne tiştekî şert û bivênevê ye ku civakek bibe ji civakên germ an jî sar: dibe ku xwediyê pergalekê be ku hem xwe sar dike hem jî germ.”** Wekî encama vê dîtina Erdheim jî, têgiha ‘durehî-melezî’ bi pêş de tê ku ew jî –ji derveyî destkariya biyolojîk- cihêkirina etnîkî datîne ser sifreya me. Û cihêtiya etnîkî jî berê me dide du aliyên ‘durehî’yê. Du kes û du çand hene di durehiyê de; ya/ê yekem, kesê ketî behsê ye û ya/ê duyem jî dîkeya/ê wî/ê ye. Di ser vê dîketiyê (other) re jî arîşeya zanavê dide der ku ew jî di heman demê de, -ji bilî zanava siyasî ya neteweyî- di ser ziman û çandê re diyar dibe. Yanî, di durehiyê de, hem du çand hene ku li hev kelijîne û hem jî du zanav (identity) hene ku li ber pozê hev disekînin.

Çendî ku pirçandîtî gelek keysan li ber mirov radixîne da ku mirov karibe ji sifreyên gelek çandan bixwe jî, kesê pirçand(î), ji bo ku karibe xwe xweşikî bibîne û zanibe ka çi dike, divê serê pêşîn derkeve derveyî xwe -yanî derveyî çanda xwe-. Gava kesê pirçand(î) ev yek bi serketî pêk anî, wê hingê dikare bibe kesê ‘dureh’ jî. Her wiha, me divê em balê bibin serê ku; ‘durehî’ ne ew e ku mirov wekî ‘bêhêlînî’*** pênase bike; berevajiya wê, ‘durehî’ û hunera ku li ser vê veguherînê tê pêkanîn, ‘hêlîna hîmî û jêderkî’ misoger dike.

Ger em bixwazin ji têgiha ‘hunera ji malê’, xweşikî fam bikin, em ê karibin bibêjin; wêje, jixwe bêqeyd û merc hunereke ji malê ye ji ber ku kelûmela wê ya sereke ziman e û ziman rengûawayên wê diyar dike. Loma jî em ê, bo têgihîştina rast, ji muzîkê du mînakan bidin.

Mînaka yekem, Koma Lawje ye, ku kilamên xwe bi giştî ji çanda jêderkî û resen hildibijêre; yanî ew kilam li ber jibîrkirinê ne. Lê Lawje di wateya ‘civakên germ’ de, wan kilaman di nava çanda resen de bi bîr tîne; deng û awazên wê qet naguherîne; lê belê rengedengên wisan tev li wan kilaman dike ku hem hest û giyanê jêderkê digihîne me hem jî me ji roja îroyîn bêpar nahêle. Û digel vê yekê jî, gava em lê guhdarî dikin, pêşanaziyeke zanavî bi me re çêdibe. Lawje, bi amrazên (înstruman) ku bi kar tîne, me ji dinyayê jî bêpar nahêle. Em bi vî hestê bêparnemanê, ji sînorê malê bi rê dikevin û xwe digihînin dersînoriya gerdûnê ku ew jî li ser rengedengên notayan ava bûye. Lawje, di çarçoveya ku me rave û pênase kir, di qonax û sînorê ‘hunera ji malê’ de cî dide xwe û rengûawayê (wesf) jêderkê dide der.

Her wiha, Mem Ararat, wekî stranbêjekî, li ser deng û awazên jêderkî bi rê dikeve, lê belê pê re jî rengedengên muzîka gerdûnî tev li kilamên xwe dike; loma jî di war û çarçoveya ‘hunera durehî’ de cî dide xwe. Her wekî me li jorê got, ev ‘durehî’ diyardeyeke pozîtîf e ku dibe sedem da ku sînorê hunera ji malê (an jî muzîka ji malê) dorfirehtir be. Nîşaneya vê yekê di vê yekê de aşkera dibe; Ararat, çanda jêderkî û çanda ramanî di nav hev de li bênderê dixe û bi giraniya hunera ji malê, bi rû û kirasekî ji ‘reşikî’ya Fanonîst ji nav bênderê derdikeve. Yanî, di wateya ‘civakên sar’ de şêweyekî taybet saz dike; hem bi kilamên ku ew bi xwe beste dike hem jî bi kilamên gelêrî ku hîm û bingeha çanda jêderkî datînin, rengê hunera xwe diyar dike; û pê re jî, angaşta Erdheim di çanda kurdî de li dar dixe; yanî pergala ‘sarkirin’ û ‘germkirin’ê digel hev pêk tîne û di biwara ‘hunera durehî’ de cî dide xwe.

Helbet, ji bilî Koma Lawje û M. Ararat, hejmarek stranbêj jî hene ku hem hunera malê hem jî hunera melez pêk tînin. Her wiha, dengbêj(î) jî di qad û biwareke dîtir de ye ku qet nakevin ber vê gengeşeyê û ji kok û bingehê ve pêşengên ‘hunera malê’ ne. Wekî dawî em dikarin bêjin; têgiha ‘hunera ji malê’; têgihek e ku di hêlîna ‘reşikî’ya ku Fanon pênase kiriye de dihewe û ji bo rizgariya gelên bindest û kolonî, rêyeke bivênevê ye.

*C. Livé Strauss, Yaban Düşüne, YKY yay, İstanbul, 270

**Assman, J. Kültürel Bellek, Ayrıntı yay, 78

***Bêhêlînî (unhomed): Têgiheke Fanon e ku ji bo pênasekirina kesên ku ne bûne ‘reşik’ ne jî bûne ‘sîs-spî’ bi kar tîne.

09.03.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Mebûsên BDP'ê çûn girtîgehan

ad

Siyaseta deştê, şîna Dersimê...

ad

Kovan Sindî

ad

Penaberên karker wê festîvaleke çandê li dar bixin

ad

Portreya mehê: Fatma Savci

ad

Ji ber referandûmê wê 49 efserên kurd werin dadgehkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

  • 19 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname