Komeke hezkiriyên helbestan her hefteyê bernameyeke helbestan gerandin. Kengê? Di dema koronayê de. Em wisa bêjin; Însan ew giyanwere ku dikare di her şert û mercî de adapteyî heyatê bibe. Di derba ewil a koronayê de, hîn însanan ji tirsa mirinê, rû bi rûmayîna bi tenêtî û rewşa îzoleyî re hiş avêtibin jî, yên mayî zû ketin dû çareyan da ku bi temamî ji nava heyata çalak venekişîn. Heyata rojane ya rû bi rû ciyê xwe ji qadên înternetê re hişt… Çalakî û civîn hêdî hêdî li qada medyaya sosyal berbelav bûn. Ser û guhê bernameyan li bin guhê hev ketin. Ev bernameya helbestan a me qal kir jî yek ji wan bû.
Di vê bernameyê de Elî jî hewil da çend rêzan li dû hev rêz bike. Elî ev bend xwendin:
“Çavên te hubra qelemê,
hêsirên te tîra li sînemê.
Na nebî ku tu bigirî,
hê gotinên me yên serkul hene,
hizna te kefenê min e.”
Bi bihîstina peyva “Sînemê” re, hîqînî bi Sînemê ket. Mîna aveke sar di ser Elî de birije, zimanê wî li hev geriya û bi peyva “spas” re dawî li xwendina xwe anî. Di dawiya bernameyê de, berî bername bi dawî bibe, Sînemê mafê axaftinê xwest û ji bo kenê xwe lêborîn ji Elî û civatê xwest. Bi vê kira Sînemê re dilê Elî li Sînemê spî bû. Elî, wekî cara ewil Sînemê bibîne, bi baldarî li rû û rûçikê wê nêrî.
Çendek di ser bernameyê re borî. Rojek ji nişke ve profîla Sînemê ya Instagramê hat pêşberî Elî. Elî kûr û dûr li wêneya wê ya profîlê nêrî. Hiş û dilê wî gelek li ber xwe dan ji bo ku bikeve an nekeve şopa wê. Dawiya dawî dil bi ser ket. Du-sê rojan deng bi Sînemê neket. Kute kuta dilê Elî bû. Tam dikir daxwaza şopandinê paşve bikişîne, Sînemê daxwaza wî erê kir. Piştî çend kêliyan, Sînem jî hat şopa Elî. Elî di bin simbêlan de bişirî. Bi wê girnijînê re Elî berê xwe da wêneyên wê. Zêrkerek çawa bi baldarî li dor elmasek diçerixe, Elî jî wisa bi baldarî hemî wêneyên wê yeko yeko gir û biçûk kir û bi hewes ket temaşeya wan. Herî dawî qelbek danî binê wêneyeke Sînemê; Sînem di wêneyê bi tiqînî dikeniya.
Wexteke dirêj bêdeng man. Herduyan jî li beşa çîrokên hev dinêrin, lê bê bertek diman. Rojek dîsa Sînemê wêneyek danî ser beşa çîrokê. Elî emojîna pêtiyên agir jê diçe bi çîrokê ve danî. Çawa emojîn çû, Sînemê bi emojîneke devliken û yek jî dest li ser çavan bi hev re şand wekî bersiv.
Elî:
— Bibore qaşo minê layk bikira, pêtî hatin.
Sînemê jî emojîneke devbiken bi peyama wî ve zeliqand. Roj bi roj, bi sohbetan re li hev germ bûn.
Milet êdî tirsa koronayê ji ser xwe diavêt. Civat kêm be jî, êdî rû bi rû dihatin pêşberî hev. Rojek ji rojan Sînemê Elî ji bo vexwarina qehweyek vexwend kafeyek. Di heman bajarî de bijîn jî; rêya navbera taxên lê diman bi erebeyê saetek diajot.
Elî bîst deqeyan berî seata diyarkirî ya civanê gihîşt kafeyê. Li ser maseyeke li kêleka paceyê rûnişt. Rûnişt, nenişt; garson li ber çikilî. Ji garson çayeke bi dem xwest... Sînem bi keneke ji dil ber bi maseya ku Elî lê rûniştiye meşiya. Elî rabû ser xwe. Sînem dema nêzî masê bû, bi keneke sivik gurmiza xwe ber bi Elî dirêj kir. Gurmizên wan reqînî ji hev anîn. Ketin nav halê li hev pirsînê. Hê gotinên wan di devê wan de bûn, garson dîsa li ber masê çikilî. Elî li Sînemê nêrî; Sînemê bi bişirîn du qehweyên sade ji garson xwest.
Hema bibê êdî bandora koronayê nema bû. Êdî dawiya hefteyan ji wan re bûbû edet; carê li cihek li hev dibûn mêvan. Dixwarin, vexdixwarin û maç û ramûsan ji hev didizîn û diyarî hev dikirin. Di civana dawî de, ji bo hefteya bê ka wê li ku hev bibînin, Elî hîn cî pêşniyar kirin, lê Sînemê bi kenê xwe yê dil ji Elî dibir digo:
— Niç.
Sînemê dît Elî haş nabe, got:
— Bihêle ser min, îşê te bi îşa neketiye.
Elî kir û nekir, Sînemê ciyê civana hefteya bê jê re negot. Berî xatir ji hev bixwazin, Sînemê li orta kolanê pişta Elî da diwarê mixazeyek û maçek diyarî xwe û Elî kir û di guhê wî de bi pistînî got:
— Li benda suprîzan be.
Hefteyek xew neket çavê Elî. Tam di seata diyarkirî de, Elî bi erebeya xwe li ber Sînemê rawestiya. Sînem wekî ku Elî kesek xerîb be, bêdeng derê erebeyê vekir, li qoltixa kêleka Elî rûnişt û sûretê hev mirçîn. Sînemê rê nîşanî Elî kir. Wexta nêzî cihê ku Sînemê berê wan dabûyî bûn, Elî xwe ranegirt, got:
— Suprîza te ev der e? Du hefte berê min pêşniyar kir, dîsa bû niçe niça te.
Sînem bi bişirîn got:
— Law tu çawa di zikê diya xwe de sitirî? Ca bi sebir …
Erebe park kirin, êdî tariyê xwe berdabû rûyê erdê. Destê wan di nav destê hev de berê xwe dan locayek ji wan locayên ku li ser devê deryayê cî ji xwe re dîtibû. Piştî ketin loceya bi çadireke şefaf hatibû pêçan, rûniştin. Ronahiyeke qels çadira ew lê rûniştibûn ronî dikir. Sînem ji cihê xwe rabû, çû restorantê spariş dan û hat li pêşberî Elî rûnişt. Piştî Sînem rûnişt, garsonek hat, agir bi mûmek xist û ronahiya heyî tefand. Hê çend deqe di ser çûyîna wan re neborî bû, garsonek din bi şûşeyeke şeraba sor û hîn mezeyan ve ket hundir. Muzîka ji hoparlora kafe-restorantê bilind dibû, hêdî hêdî ew girtin bin baskên xwe. Sohbet her diçû germ dibû, bi kêf û henekan re hiqinî bi wan diket.

Şûşeya şerabê li ber xilasbûnê bû. Sermestiyeke nermik ew dabûn ber xwe. Sînemê hêdîka sola xwe ji lingê xwe derxist. Çavên xwe yên pêtiyên pevşabûn jê dibarîn, kuta nava çavên Elî. Lingê xwe yê tazî di bin maseyê de dirêjî nava çîmên wî kir. Qederek lingê wê bê lebat man. Bi dengeke melodik yê şewhet jê dibarî got:
— Fermûara xwe veke.
Elî bêdeng bi gotina wê kir. Sînemê du-sê caran bi serê tiliyan ve ew firkand û ji nişke ve lingê xwe kişand. Elî bi şaşwazî li wê mêze kir. Sînem bê ku ji cihê rabe, di bin masê de kîlot ji xwe şiqitand. Kîlot di kefa destê xwe de guvaşt. Elî ber bi xwe kişand, maçek bi lêvên wî ve zeliqand û kîlotê xwe kir nava destan. Bi beşişîneke mişt arezû re lêva xwe gezt û got:
— Ha ji te re suprîz.
Bi tiqîn çentê xwe girt û berê xwe da daşîrê. Li daşîrê şilekiya jê kişiya bû paqij kir. Di awêneyê de li rûyê xwe yê sorahiyê ew dabû ber xwe mêze kir û got:
— Eferim...
Piştî çend rojan, şevek Sînemê li deriyê Elî xist. Bi vekirina derî re Sînemê xwe avêt hembêza Elî. Qederek di hembêza hev de hêwirîn. Bi maçên Sînemê re Elî ji şaşwaziya xwe filitî. Bedenên li hev piçikyayî ber bi odeya razanê meşiyan. Nivîn ji her du bedenan re bû çemeke ji êgir. Di nav dilê çem de, wekî du marên li hev piçikî bi arê di bedenan de dişuxulî reqisîn. Bi hilpijiqîn û hilperînên bedenî re, li kêleka hev dirêj ketin.
Destê sibê, wexta Elî çavê xwe ji xewê vekir, çavên wî li Sînemê geriyan. Li xwe, li nivînan û odeya têkûzkirî nêrî; tiştek jê neket serî. Ji cihê xwe rabû, çû serşokê, ji serşokê berî da mitbaxa ku piştî pevşabûnê çend parî avêtibû devê xwe pîr û pak bû. Çavên xwe mistdan, şimaqek du şîmaq avêt rûyê xwe. Bi nav malê ket. Tu şopek ji şevê û Sînemê nedixuya. Çend caran li jimara têlefona Sînemê xist, hew tûte tût jê hat. Lêv lê qelişî. Berî da odê, lihef ji ser nivînan bilind kir; tu şopek li çarşevê jî nexuya. Dest avêt balgiya xwe, hilperikand danî şûnê. Bi tirs destê xwe dirêjî balgiya alî din kir. Bi dîtîna kilotê bi dantêl yê mor re, hinek xwîn pê ve hat. Bi tîqetîq bi halê xwe keniya.
Bi halek westiyayî ji kar vegeriya. Bê ku kincê xwe ji xwe bike, tevî kincan xwe avêt bextê xewê… Bi destê sibê re ji xew şiyar bû. Çû daşirê, piştî şiriniyê li mitbaxê vegeriya. Şûşeya ava ser di ser gewriya xwe de berda. Çû salonê, di bêrikên xwe de li têlefonê geriya; nedî. Çû bi nav nivînan ket. Têlefon û kilot di bin balîfê de melisî bûn. Rahişt her duyan, li salonê vegeriya. Li ser qoltixek rûnişt, geh li kîlot, geh li têlefonê nêrî. Di têlefonê de rastî tu peyamek nehat. Berî da qutiya peyaman a Instagramê, tu tiştek ji wî û Sînemê mayî li holê tune bû. Heta destê sibê wî û hiş li ber hev dan. Her diçû hişê wî tevlihev dibû: ka çi rast e çi nerast e ji hev dernedixist. Bi wî halê perîşan xilmaş ket.
Serê sibê neçû kar, berî nîvroyê serî li rêvebiriya avahiyê xist. Bi kurtî rêvebêr got:
“Ev serê hefteyeke kamera naşixulin. Şîrketê em kirine dorê. Wê di nava rojek du rojan de bên.”
Pol û poşman ji vir vegeriya. Dema ket hundirê malê, raste rast berê xwe da kompîturê. Li ser YouTube ji serî heta dawî li bernameya ku tê de helbest xwendibû temaşekir; li wir jî rastî Sînemê nehat. Xwe bi xwe got:
“Herhal ez li hiş dixim.”
Berê xwe da nav nivînan.
Têlefon ji bin ve girt. Hefteyeke sip û sax di nav nivînan de borand. Tenê ji bo pariyek nan û valakirina mîzê çû daşîr û mitbaxê. Piştî hefteyek, bi rêya e-mailê ji karê xwe îstîfa kir. Mehek geh peyatî geh bi erebeya xwe bi nava bajêr ket. Kûçe, kolan û mekanên ku lê geriyabûn û yên tîna dil û bedenên wan şikandibûn, niha lê bûbûn cinawir. Ne dikaribû bê wan bimîne, ne jî bi wan.
Bi rêya înternetê li bajarek biçûk karek ji xwe re peyda kir. Erebeya xwe firot. Eşyayên zêde ji destê xwe derxist. Lazimiyên xwe di çend çenteyan de bi cî kir. Kişiya odeya razanê, pijame ji xwe kirin, tut û rût ma. Çend deqeyan li ser nivînan bi wî hawî rûnişt. Qitên sermayê berî dan bedenê, beden tirtilî. Destê xwe dirêjî binê balîfê kir. Kîlotê bi dantêl li xwe kir. Bi lez û bez baksirê xwe kişand ser. Kincê xwe li xwe kir. Eşyayê xwe li devê derî teslîmî şîrketa kargoyê kir. Mifte li derê daîreya xwe xist. Kilît teslîmî rêvebirê avahiyê kir. Bi trênê berê xwe da bajarê xwe yê biçûk. Tariya şevê û bayê ji paceya trênê diket hundir, ricif bi canê wî bixistana jî, hebûna kîlot dil lê germ dikir. Bi pistiniya tekerên ku digotin “bi sebir, bi serbir” re, perikên çavan lihev kîp bûn.