logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Ji nifşê salên 70’î ku endamên wê ji rêxistinên cur bi cur dihatin, bi çûyîna Ewropayê re û bi dîtina serbestiya zimanê

  • Dîrok: 17/10/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Îbrahîm Seydo Aydogan

Ji nifşê salên 70’î ku endamên wê ji rêxistinên cur bi cur dihatin, bi çûyîna Ewropayê re û bi dîtina serbestiya zimanê kurdî ya li wan welatên penaberiyê, nifşekî wêjeyî peyda bû. Vî nifşê nû, kurdî berî hertiştî wekî qada terapiya xwe dît. Wekî darên ku ji rehên xwe veqetiyayî, hemûyan xwe li zimanê kurdî girt. Komele, weşanxane, rojname û sazî û dezgehên ku li Swêd û Almanya û Fransayê hatin avakirin, her wiha bûn qadên wiha ku dengê kurdan di ser wan re gihîşt civaka derve jî.

Çapkirin û nivîsandina kurdî ya ku bi rojnameya Kurdistanê ve dest pê kiribû, di ber qutbûyînan re be jî, kevneşopiyeke çalakiya nivîsê da avakirin. Vê kevneşopiyê, çîroka Fuadê Temo û piyesa Evdirehîm Rehmiyê Hekarî ji me re hiştibû û rê li ber peydabûna heyama Hawarê ava kiribû. Nivîs êdî çalakiyek bû di qada kurdî de.

Li welatên Ewropayê kurdî ne qedexe bû û bi ser de nivîskar û rewşenbîrên kurd dihatin teşwîqkirin jî. Alîkariyên darayî û bûrsên xwendin û nivîsandinê didan kurdan. Di nava van şert û mercan de, nifşê siyasî yê salên 70’î veguherî ser qada nivîs û wêjeyê. Mehmed Uzun baştirîn mînaka vê veguherînê bû.

Ji endametiya siyasî, Mehmed Uzun bala xwe da ser karên zimanî û wêjeyî. Wekî ku wî bi xwe digot, zimanê ku wî bi kar dianî têrê nedikir ku ew bikare bi dilê xwe ve romanan binivîse. Ne ku kurdî qels bû, lê belê kurdiya ku wî zanîbû qels bû, eynî mîna kurdiya me hemûyan. Lewma Mehmed Uzun du karên baş bi hev re kirin ku îroj qiymetê wê baştir tê fahmkirin.

Ya pêşîn ew bû ku Mehmed Uzun hewl da ku zimanê xwe xurt bike; lewma berê xwe da Hawarê. Di romana xwe ya bi navê “Tu” de, bi taybetî beşên metnên Hawarê rasterast bi kar anîn. Gava ku gazind jê hate kirin jî, di cîh de got “Kurdiya min têra min nedikir, lewma min ji metnên Hawarê îstifade kir”. Dijwar e ku mirov çalakiyeke bi vî rengî bipejirîne, lê sîh û pênc sal bi şûn de, em êdî dikarin bibêjin ku azmûna ku ew tê re derbas bûye, ji xwe karekî bi vî rengî pêwîst dikir.

Mehmed Uzun, ya rast, bi romana “Siya Evînê” ve bû romannivîs. Bikaranîna zimanî, şêwaza vegotina wêjeyî, avakirina lehengan, teknîkên vegotinê, cara pêşîn di vê romana wî de bi rastî û durustî hatin bikaranîn. Me rengên wêjeya cîhanî jî cara pêşîn bi vê romanê ve di nava romana kurdî de dîtin. Gava ku “Bîra Qederê” hate çapkirin, êdî tiştekî ku Mehmed Uzun ji me re îspat bikiraya nemabû. Piştî ew qas ceribandinan, eşkere bû ku wî ê romaneke mezin binivîsandaya. Lewma jî, fînala azmûna romannivîsiya Mehmed Uzun romana wî ya piştî Bîra Qederê ye ku navê “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” bû.

Ev roman di çîroka wî ya nivîskariyê de gelekî girîng bû. Lewre, cara pêşîn bû ku Mehmed Uzun ji çîrokên gelêrî, ji dîroka rewşenbîriya kurdî û dokumentasyona dîrok û çanda kurdî bi dûr ketibû û êdî berê xwe dabû qada afirandina xwerû a wêjeyî. Di vê romanê de, behsa çîroka du welatan dibû ku jê re digot Welatê Mezin û Welatê Piçûk an jî Welatê Çiyayan wekî wê şanoya Harold Pinter ku wî bi xwe bi civaka kurdî ve dabû nasandin ku navê wê “Zimanê Çiyayan” bû. Bûyera sereke serboriya Baz e, lê em di ber re serboriya Kevokê jî dixwînin ku romanê wekî vegotina du çîrokên paralel datîne ber me. Kevok şervaneke kurd e ku derketiye çiyê, bi brîndarî ketiye destê artêşa welatê mezin. Baz jî bi eslê xwe ve kurd e, eşîr û malbata wî tev hatine qirkirin û efserekî welatê mezin ew ji xwe re kiriye law û bi xwe re biriye. Bi dû re, Baz jî bûye efserekî artêşê û li dijî şervanên ku ji gelê bindest in tev li têkoşîna çekdarî bûye.

Axir, rêya Baz û Kevokê bi vî awayî ve digihîje hevdu. Lê gava ku Baz alî Kevokê dike û hewl dide ku wê ji mirinê xilas bike, biryarê didin ku Baz jî û Kevokê jî bikujin.

Wekî hemû romanên Mehmed Uzun, tevna vê romanê jî ji paşiyê de dest pê dike û hê bi dû re em vedigerin destpêka çîrokên her du lehengan.

Ji aliyê zimanî ve, her çend em şopên romanên wî yên berê tê de bibînin jî, ziman û şêwaza vê romana Ronî mîna Evînê Tarî mîna Mirinê gelekî kamiltir e û mirov di cîh de fahm dike ku romanivîs bi xwe jî êdî bi awayekî şarezatir ve romana xwe ava dike. Tevna wê têkûz, zimanê wê kamil, şayes û diyalog û monologên ku li nava romanê reşandî ne, xurtir hatine avakirin. Leheng bêtir dişibin rastiyê û tevlêbûyîna wî ya li nava çîrokê jî bêtir bi rih û can e. Mehmed Uzun êdî fahm kiriye ku roman karê sebrê ye, lê ne bi tenê karê vegotina serboriyekê ye; lewma pirsa nasnameyê û hebûnê tev li avakirina lehengên xwe kiriye. Baz bi nasnameyeke jibîrkirî ve heye. Kevok bi nasnameyeke wiha ve ku divê ji bo wê biçe serê çiyê û şerî bike, eynî mîna hezkiriyê xwe yê bi navê Jîr.

Di romanê de propaganda nîn e, em şervanan wekî şervan û leşkeran jî wekî leşker dibînin. Di nava van hemûyan de lêgerîna Bazî bi stranekê ve diteqe û berê wê diguhere. Êvarekê gava ku Baz vedigere mala ku Kevok lê hatiye hefskirin, dibihîse ku Kevok stranekê bi zimanê çiyayan dibêje. Tiştin di nava dil û hinavên wî de dilivin. Ji wê kêlîkê û bi şûn ve Baz wê nakokiya dubeytiya nasnameya xwe zelaltir bike.

Ev pirsgirêka ku Mehmed Uzun di takekesiya Bazê wendabûyî de nîşan dide û axir bi zimanê çiyayan, bi zimanê bîra bav û kalan ve wî li eslê wî vedigerîne, esil serboriya hemû nifşê salên 70’î ye jî.

Bi romanivîsiya xwe ve, Mehmed Uzun nîşan da ku, eynî mîna Ehmedê Xanî, romana kurdî ya modern dikare bi awayekî xurtir ve jî were nivîsandin. Em li xwe mikur werin, wêjeya rûsî ji Saqoyê Gogol derketibû, wêjeya kurdî ji saqoyê Uzun derneketibe jî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku bandora wî li ser hemû nifşê me yê salên 90’î hebû û nikare were înkarkirin.

Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Di avakirina Komarê de belgeyên xweseriyê yên sexte dan kurdan'

ad

Konsera Hayat TV li dar dikeve

ad

Avakarê Sinemaya Beyoglu mir

ad

3 pirtûkên helbestan ên Xaylaza Reşîd

ad

Hevşeradara Amedê, Walî, Serokê TFF'ê û yê Amedsporê hatin ba hev

ad

Hostayê xebera bedewtiyê Fêrîkê Ûsiv

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname