Ji bo guhdarîkirinê:
“Newala Paxirê Madenê bişewite
vê sibê xweş meydan e
Hûn jî dibêjin qey em egîd û pêhlîwan in
Hûn jî dibêjin qey em box û beran in
Bila ji we re mizgîn be,
esker li dora Demanê file neman
Lê belê vê sibê Xwedê zane,
belê îro gelek ji wan reviyan
Tu zanî ê ku reviyan in
bi nav û nîşan in
Şexsê wan can e
Hespê wan rewan in
Jinên wan bi dilê wan in
Dilo yar yar…”
Destana “Şerê Newala Paxir Madenê” yek ji berhemên devkî yên herî kûr û balkêş ên wêjeya Kurdan e ku ji devê dengbêjê navdar Fadilê Kufragî hatiye vegotin û gihîştîye me. Ev destan ne tenê çîrokeke tolhildanê ya kesane ye, lê belê tabloyeke fireh a civaka Kurdan ya feodal nîşan dide; nakokiyên aborî û siyasî, psîkolojiya mirovî û felsefeya jiyanê di hundirê xwe de dihewîne. Di nav xwe de mijarên wek serweriya sînorî, rêvebirina aboriyê, dilsozî û xayintî, têkiliyên mirovî û rola nasnameyê di şer de dicivîne.
Çîrok li derdora Newala Paxir Madenê ya Amedê diqewime. Hesen Axa û birayê wî Gênc Xelîl, bi xulamê xwe yê dilsoz Hesen re, devê newalê digirin û ji karwanên ku di wir re derbas dibin bacê dixwazin. Karwankêşekî Ermenî bi navê Demanê File vê serdestiyê qebûl nake û kurê wî Kato diçe ser wan. Di şerê pêşîn de Hesen Axa tê kuştin, Gênc Xelîl direve, Hesenê xulam êsîr tê girtin û zarokên wî Mihemed û Zerîfê jî sêwî dimînin.
Metika Mihemed û Zerîfê wan direvîne Amedê û bi dizî mezin dike. Piştî 17 salan, Mihemed bi awayekî trajedîk eslê xwe û bûyera ku bi ser wan de hatiye hîn dibe û digel xwişka xwe vedigerin Paxir Madenê da ku heyfa bavê xwe hilînin.
Berî şerê duyemîn biqewime, Zerîfê -ne bi dilekî lê bi hezaran dilî- dil dixe Kato, lawê Demanê File û xayintiyê li hemberî birayê xwe dike. Di şerê duyemîn de Mihemed di kortikê de tenê dimîne. Zerîfê bi her awayî alîkariya Demanê File dike. Lê di kêliya herî zor de Hesenê Xulam kêliyê zeft dike û hawarê digihîne Gênc Xelîl. Bi hev re dibin yek û serkeftineke mezin bi dest dixin.
Ji aliyê sosyolojîk ve, ev destan şerekî axatiyê yê klasîk nîşan dide. Newala Paxir Madenê ne tenê cîhekî erdnîgarî û milkî ye; ew wek deriyê “gumrik”ê û çavkaniya dahata aboriyê ya herêmê ye. Kî vê deverê kontrol bike, ew serdestê bazirganî û dewlemendiya herêmê dibe. Ev yek derbasbûna ji eşîrtiya li gund ber bi feodalîzma herêmî ve bi awayekî zelal nîşan dide.
Ya herî girîng jî ev e ku destan nakokiya serweriya rê û deriyê bazirganiyê li ser Demanê File dixwaze bike şerê olî di navbera “Misilman” û “Ermenan” de nîşan bide, lê ne wisa ye; bêtir ji ber kontrola aboriyê ye. Ol tenê wek hinceteke meşrûkirina şer tê bikaranîn. Di destanê de çend qatên civakî yên sereke têne xuyakirin; desthilatdariya Hesen Axa û Gênc Xelîl, ked û parêzvaniya Hesenê Xulam, xayintiya Zerîfê û karê aborî yê Demanê File li ser rêya bazirganiyê.
Ya herî balkêş jî ev e ku di dema herî hewcedar de hebûna Hesenê Xulam derdikeve pêş û bandoreke erênî tîne. Ev nîşan dide ku hêza rastîn car caran di destê ked û dilsoziyê de ye, ne di desthilatdariyê de ye. Ev karakterên sereke rastiya heyî bi awayekî zelal radixin ber çavan.
Fadilê Kufragî, Mihemedê birîndar wek sembola vegera ser koka xwe û bi psîkolojiya tolhildanê tîne pêşberî me. Tevî mezinbûna li bajêr, ew nikare ji axa bavê xwe dûr bimîne. Zerîfê jî bi qalibê xayîntiyê tê pênasekirin; ew toqê dixe stûyê jinan, dibe karaktereke realîst û pragmatîk ku bi dek û dolaban ji ser xayintiyê venagere. Dema dibîne Mihemed bê fîşek e, aliyê xwe yê hilbijartî tim hildigire û diparêze. Hesenê Xulam jî xwediyê wijdana kedê ye; ne axa ye, lê ji axayan bêtir xwedî li keda xwe û camêriya ku lê hatiye kirin derdikeve. Bi gotineke wî ya navdar: “Feqet heta diranekî min hebe ez ê hiqûqê nanê xwe bikişînim!” Ev etîka dilsoziyê nîşan dide ku nanê hatiye xwarin bi hêsanî nayê jibîrkirin û bi bedêlekî giran dibe bersiv.
Di herikîna destanê de kêliya ku Mihemed di kortikê de tenê dimîne, hem tirs û hem jî mêrxasiyê di xwe de dihewîne. Di nava fikara jiyan û mirinê de ye, lê ji nişka ve hatina alîkariyê hêvî û deriyê serkeftinê jê re vedike.
Felsefeya destanê li ser du stûnan ava dibe: bext û vîn. Jiyan ne tenê bêhn dan û stendin e; parastina nirxên ku mirov pê mezin bûye ye. Hesenê Xulam bi dilsoziya xwe felsefeyeke exlaqî ya kûr datîne holê, lê Fadil kirasê mêrtiya berê jî jê nake. Mêrxasî ne tenê kuştin e; di nava xetereyan de sekinandin û berxwedan e. Mihemed sînorên îradeyê wiha diceribîne. Hebûna Zerîfê divê bê pirsîn; Fadil li gor qalibê feodalîteyê jinê bi toqa xayîntiyê wek darê şikestî nîşan dide û di rewşeke ku hêz tune be, hiş dek û dolaban dixe dewrê.
Gotina navdar a destanê “kûçik goştê kûçik naxwe” sînorê exlaqî di nava şer de dixe nava pirsan. Di dema ku dadwer tune be, tiving dibe dadger. Fadilê Kufragî bi vî aliyê xwe di destanê de tu tiştî bêkêr nahêle.
Em ji vê destanê fêr dibin ku dengbêjî arşîva zindî ya civakî ye. Şer diqede, axa dimirin, qesr û qonax dirûxin, lê kilam û destan rastiyê heta roja me tînin. Ev destana ku vegotiye, peyama dilsozî û esîlzadeyî di dawiyê de li hemberî dek û dolabên xwemalî bi ser dikeve.
Wekî encam, destana “Şerê Newala Paxir Madenê” ku em ji devê Fadilê Kufragî guhdar dikin, wek anatomiya civaka Kurdan radixîne ber çavan. Ev ne tenê destanek e; ew antropolojî û sosyolojiya Kurdistanê bi xwe ye. Di nava malbatekê de hem leheng, hem xayîn û hem jî mirovên dilsoz hene û derdikevin. Serkeftin ne tenê ya tivingê ye; ya tifaqa civakî, yekîtî, dilsozî û xwêhdana eniyê ye.
Çavkanî: Ji Dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2007



