Diyarname
Muzîkarê navdar ê ji Cezayîrê Rachid Taha ku bi muzîka rai navdar bû li Fransayê mir.
Rachid Taha 59 salî bû. Ew li Cezayîrê hatibû dinê lê di 10 saliya xwe de ligel malbata xwe ji bajarê Oran ê Cezayîrê koçî Alsaceya Fransayê kiribû. Ew bi muzîka Rai navdar bûbû ku ev muzîk muzîkek xweser ê aîdê bajarê Oran e.
Muzîka Raî di têkoşina li hemberî dagirkeriya Fransayê de li Cezayîrê dihat bikaranîn. Paşê ev muzîk di salên 1980'Yan due di qada navneteweyî de hat nasîn û qebûlkirin. Teha jî bi vê muzîkê gotina xwe digot, helwesta xwe nîşan dida.
Hunermend Reşîd Teha di salên 1990'an de bi stranên bi navê "Ya Rayah", "Abdel Kader", "Ida" navdar bû. Hunermend Teha ku li Parîsê dijiya li mala xwe di encama qeyrana dil de mir.


