logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. 'Ew jina herî xweşik bû'
  5. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
news-details

Şanehezên wêjeya kurdî

Hez, ji ber ku dikare di her cî û şûngehê de bi cî bibe, di heman demê de peyveke bêşûngeh e jî. Ev bêşûngehiya hezê, di

  • Dîrok: 03/08/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq


Hez, ji ber ku dikare di her cî û şûngehê de bi cî bibe, di heman demê de peyveke bêşûngeh e jî. Ev bêşûngehiya hezê, dike ku wekî têgih di hin qad û biwaran de bi cî bibe û amaje û referansê bi hin wateyên taybet bike. Her warê ku peyva hezê wekî têgihekê tê de bi cî dibe, di heman demê, di çarçoveyeke teng û taybet de dibe şûngeh (mekan) jî.

Şane, wekî peyveke derveyîn amaje bi sînorekî dike. Lê belê, ji ber ku ‘şane’, wekî şûngehekê, bi sînorên derveyîn ve nabe xwedî reng û awayekê (quality, nitelik), xweseriya wê jî bi çarçoveya derveyîn ve ne pêwendîdar e. Her wiha, şaneya ku wekî şûngeh di zimên de ava dibe, di wêjeyê de jî dibe biwareke taybet; û heza ku bi rêya ziman di wêjeyê de bi cî dibe jî rengekî xweserî xwe dide xwe.

Digel vê jî, hez, yek ji wan ezmûneyên rajorîn û kartêker e ku mirov dikare di jiyana xwe de rastî bîr, naverok û çarçoveya wê ya rengîn were. Û hez sê biwaran; ‘hest’, ‘giyan’ û ‘raman’ê li xwe dike palder, ziman li xwe dike war û wekî dongî, di wêjeyê de jî dibe hêzek. Û hêza ku em behs jê dikin jî bi temamî bi naveroka şûngeha ku tê de bi cî bûye ve pêwendîdar e. Loma jî, her çiqas ‘şane’, wekî şûngeheke herî biçûk, dikare di gelek şûngehên dîtir de bi cî bibe jî, heta ku ‘hezeke hêzdar û delal’*, ya ku wê rengîntir dike, tunebe, ew ê her bimîne wekî warekî ku ji sînoran pêk hatiye. Nexwe em dikarin bêjin, ji bo ku em karibin behsa reng û awayekî qebûlbar a şaneyê bikin, divê ‘hez’eke, yanî naverokeke çêjdar û xweserî xwe di kûrahiya wê de bi cî bûbe.

Loma jî gava em têgiha ‘şane’ û ‘hez’ê digihîjînin hev û bi kirdetiya ziman di şûngeheke taybet a wêjeyî de cî bi cî dikin û dibêjin, ‘şanehez’, em amaje bi biwarekê dikin ku sînorên wê ji alî kartêkên derveyîn ve nayên diyarkirin. Ji ber ku ‘hez’ di tu warî de ne têgiheke teqez e û di her warî de reng û awayekî dîtir dide xwe; sînor, hewan (scope) û dorber û deqbenda wê jî li gorî vê neteqeziyê diguhere. Loma jî, em dikarin bêjin; sînorên ‘şanehez’ê, wekî biwareke taybet, bi temamî bi kûrahiya wê ve pêwendîdar e ku ew jî bi hewan û naveroka wêjeyî tê diyarkirin. Û bêguman hemû reng û awa, hêzdarî û delaliya şanehezê jî bi kûrbûna wê ve bestandî ye.

Hêzdarî û delaliya ku reng û awayê naveroka ‘şanehez’ê diyar dike, ziman bi xwe ye. Bêguman, zimanê ku em behs jê dikin, ne ew ziman e ku di gelek waran de tê bikaranîn û ji bo bikarhêneran tenê navgîn (instrument) e. Zimanê ku em behs jê dikin, xwedî hêzekê ye û delaltiyeke xweserî xwe di xwe de dihewîne. Digel vê yekê jî; a) hêza vî zimanê taybet, bi hêmanên xwe ve li dar e, b) delaliya wî jî, ji alî wan hêmanan ve tê diyarkirin. Û ji ber ku ev zimanê taybet, tenê dikare di wêjeyê de li dar be, –wêjeya gelêrî û klasîk jî tê de- bes dikare rengên hêz û delaliya xwe di biwara wêjeyê de bide der.

Herçî mînak in, em ê karibin çendan ji wan bêjin.

Mînaka yekem, ew rengdêr in ku bi giştî bi peyvên wekî ‘dil, ceger, hez, hest, dilîn, rû, çav, gurçik…’ û bi paşgirekê ava dibin. Û wekî; dil+xweş, rû+geş, hest+wer, çav+reş… li rastê ne. Em bala xwe bidin, peyva ‘çavreş’ wekî deqbenda (context) vegotina wêjeyî, -çi wêjeya gelêrî, çi klasîk çi jî nû- ne ew wate ye ku jîndarek heye û çavên wî reş in. Naxêr. Her wekî Reynolds jî dibêje, “Wekî nûnera gotinê, nivîs du caran hatiye dariştin û ji tevdehiya hizirînê ya takekesî dûr e”** peyva ‘çavreş’ wekî şûngeh û nûnera gotinê, di zimanê çandî de wateyeke dûrî peyvsaziyê werdigire û di şaneya zimanê wêjeyî de careke din tê hilberandin û dibe pênaseker û nîşandera ‘hezkirinê.’

Mînaka duyem, du gotinên qalibî ne; ‘çavê te bixwim’ û ‘gurçika te bixwim’. Ev her du qalib, di ‘şane’yên zimanî yên peyvsaziyê de bi du peyvan ji hev cihê dibin. Lê belê, dîsa wekî nûnera gotinê di zimanê çandî û di bikaranîna di nivîsê de car din tên hilberandin û ‘çavê te bixwim’, wateya hezkirina pesndanê û nîv-hewandinê hildigire û di sînorê derveyîn de dimîne, lê ‘gurçika te bixwim’ wateya hezkirina hewînyar hildigire û di sînorê hundirîn de cî bi cî dibe.

Îcar, wêjeya kurdî, ji kelepûra xwe ya klasîk heta bi mîratweriya xwe ya folklorîk, xwedî vî zimanê taybet e. Çendî ku ev zimanê taybet, di gelek biwar û qonaxan de, têr û sertêra xwe derneketibe pêş û wekî ‘hebûniyeke avabûyî’ li dar neketibe jî, ji destpêkê heta roja îroyîn, bi hemû hêz û delaliya xwe ve li wêjeya kurdî beyan û eşkere ye. Û kurdî, bi hêz û delaltiya hêmanên xwe yên taybet, di wêjeya xwe de cî bi cî dibe; û pê re jî, bi hemû warên xwe yên ku şanehezên zimanî ava dikin ve, di wêjeyê de li dar e.

Zimanê ku bi çalakiya naverokî di nava xwe de şaneyên bêhejmar ava dike, bi rê û rêgehên pircure û piralî, tev li nivîsê dibe û bi şaneyên zimanî ku her yek bi nivîsê re dibin şaneyên wêjeyî jî, ‘şanehezên wêjeya kurdî’ ava dike. Loma jî, tu takekesekî ku bi kurdî dinivîse, di avakirin û afirandina (ve)gotin û naverokên ‘hez’î de rastî çetiniyan nayê; û nivîsa ku nûneriya gotinê dike jî dibe şûngeheke taybet. Û ew şûngeh, wekî wêje, ji mêj ve amade ye ji hezkirinê re ku ziman hem pêşengî lê dike hem dibe biwara hilberînê û hem jî nûneriya gotina wê dike.


* Peyva ‘delal’; di vê nivîsarê de, bi wateya, “biwar û heyîneke ku ji gelek xweşikahiyan pêk hatiye, ew hewandine; û ew bi xwe jî bûye xweşikahiyeke taybet û bêhevta”, hatiye bikaranîn.

** Reynolds, J. (2002). Jacques Derrida, The Internet Ancyclopedia of Philosophy.

http://www.iep.utm.edu/d/derrida

03.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

 

**

Nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de bi vî awayî hatine weşandin:
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- 
Neçariya Wêjeya Kurdî
- 
Desthilata Wêjeyê
-
- 


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

'Yêkê Yêkê' hişt û çû

ad

Encama 'Îro hilbijartin çêbe' hat eşkere kirin

ad

Ji Hesarê heta bi Swêdê Cegerxwîn

ad

Gladyator dîsa tê

ad

Burkay –Metîner

ad

Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname