Diyarname
Girtiyê kurd ê bi navê Abdulmelik Okyay ê 71 salî ji zû de bû nexweş bû, lê nedihat berdan. Rojava ku dê bihata berdan bi qeyrana dil ket û mir.
Okyay piştî bi qeyrana dil ket rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erzeromê lê nekarîn li jiyanê vegerînin. Cenazeyê wî rakirin Adlî Tiba Erzeromê. Rêveberiya DEM Partî ya Erzeromê, Hevşaredarên DEM Partî û malbata Okyay çûn ber deriyê Adlî tibê. Sibê dê cenaze li gundê Qirikan a Tekmana Erzeromê bê definkirin.
Mebûsa DEM Partî ya Erzeromê Meral Daniş Beştaş bi ser hesabê xwe yê tora civakî re got, "Abdulmelik Okyay ji ber parvekirinên li tora civakî hate cezakirin û li Girtîgeha Tîpa H ya Erzeromê bû. 2'yê rezberê ligel ku cezayê wî temam bûbû jî ji ber Lijneya Şopandina Girtîgehê neciviya, ew nehat berdan. Îro malbat li benda tehliyeyê bû lê li girtîgehê di encama qeyrana dil de mir. Ji bo malbatê û hezkiriyên wî sersaxiyê dixwazim. Girtîgeh bûne navendên mirinê. Êdî bes e. Dawî li zilma li girtîgehan bînin."
Abdulmelik Okyay li Erzeromê di nav siyaseta kurd de cih girtibû. Okyay li Erzeromê di nav rêveberiyên HEP, DEP, HADEP (Serokatiya Bajêr) cih girtibû.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî peyama sersaxiyê belav kir û xemginiya xwe anî ziman.
Vîdeoya li ser vê meseleyê:


