logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
  5. 'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din
news-details

Desthilata Wêjeyê

Peyva desthilatê, xwedî bandoreke wisa ye ku bi bihîstinê re an mirov ji xwe dûr dixe an jî şîrînahiyeke taybet bi mirov

  • Dîrok: 08/06/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Peyva desthilatê, xwedî bandoreke wisa ye ku bi bihîstinê re an mirov ji xwe dûr dixe an jî şîrînahiyeke taybet bi mirov re çêdike. Herçî mirovên ku ji desthilatê xweş in û xwazeke (arezû) veşartî ji bo xwedîbûna wê di xwe de dihewînin, di heman demê de berevajiya wê jî qebûl dikin. Ev yek mîna teoriya neynikê ya Lacan e ku li ser hezkirina aliyê ku nayê dîtin hatiye avakirin. Ev rewş di hezkirina ji bo desthilatê heyî de jî li dar e. Gava em desthilatê di neynikê de dibînin, di heman demê de, em aliyê ku pê re heye û bi me re tune ye jî dibînin; û wekî xwazeke nepen, di paşperdeya xwe de, dixwazin bibin xwediyê wî aliyê ku bi me re tune ye. Loma jî, desthilat jî herî zêde ji wan kesan hez dike ku ji desthilatê hez dikin û dixwazin bibin desthilat. Û ev têkiliya beranberî bi nejidiliyeke ne yekrû li dar e. Îcar, mirovên ku ji desthilatê ne xweş in, jixwe çi bi bihîstinê re çi jî bi pêhisîn û dîtinê re, xwe jê dûr dixin; an bi jêrevinê an bi qebûlnekirinê an jî bi têkoşîna pê re, xwe jê dûr dihêlin. Û desthilat, di kîjan warî de dibe bila bibe, berî pêkanînê, pêwîstî pê dibîne ku xwe bide pêhisandin.

Herçî desthilata hunerî an jî wêjeyî ye, digel ku bi awayekî nerasterast e jî, di hebûna xwe de deshilatekê dihewîne. Û reng û awayê vê desthilatê, li gorî çeşn û cureyên hunerê diguhere; û bandora wê jî, bi awayê ku têkilî bi xwîner, temaşevan, guhdar û bîneran re datîne, dirûv dide xwe. Di hinan de zêdetir, di hinan de kêmtir dide der; û di hinan de jî bi awayekî ji awayan tê parvekirin. Wekî çawa?

Hunera muzîkê, çi yên bêpeyv çi yên bi peyv, li ser hestpêkirin û guhdarîkirinê ne û guhdar pir zêde pasîf e; bi temamî dimîne li ber lêdan, jenîn û gotina newa û stranê. Di vê pasîfbûna xwe de, bi awayekî ji awayan bi rola ‘tişte’yê radibe û stran û newa çawa bixwaze, guhdar wisa guhdarî dike û her tişt li gorî pêkanîna muzîkjen û amûrlêder dikude. Guhdar, çawa jî hest pê bike, nikare newa û stranê biguherîne. Yanî di wê kêlîyê de, ji bilî guhdarîkirinê, tu fonksîyon û karîgeriya guhdar tune ye. Û di vê qonaxê de, guhdar bi pasîfîya xwe ve ‘tişte’, muzîk bi aktîvîya xwe ve ‘kirde’ ye û deshilata newa, stran, muzîkjen û amûrlêderê/î li dar e.

Hunera şanoyê, li ser dîtin, bihîstin û temaşekirinê ye. Ev her sê hêman jî di destê şanoger –û nivîskarê tekstê- de rê û alaveke deshilatê ye. Şanolîz û şanonivîs çawa bixwaze wisa dilîze û temaşevan jî wisa temaşe dike û di qonaxa pêkanînê de tu hêza temaşevan tune ye ku destkariyê ji bo lîstikê bike. Loma jî di vê qonaxê de, temaşevan bi pasîfiya xwe ve ‘tişte’ û şano-lîstikvan bi aktîviya xwe ve ‘kirde’ ye û desthilata lîstikvan û şanonivîs li dar e. Lê belê me divê em balê bibin serê; B. Brecht, bi teknîka nebankirinê, bingeha şanoya epîk daniye û bi şanoyeke diyalektîk xwestiye temaşevanan jî tev li domana şanoyê bike û pêdeçûna şanoyê biguherîne. Di vê hîmdariya Brecht de, yek ji armanca sereke şikandina desthilata şanoyê ye jî.

Di muzîk û şanoyê de, dibe ku afirîner û pêkhêner heman ‘kes-heyîn’ be, dibe ku ne heman ‘kes-heyîn’ be. Lê bi çi awayî dibe bila bibe, di vê pêkanînê de guhdar û temaşevan, wekî eger û faktor pasîf in û tu carî nikarin bibin hevpar û kirdeyên berhemê.

Herçî wêje û berhemên wêjeyî ne, ji bo berpêhatinê, bi temamî hewceyî xwendevan in. Û ev hewcetî ne ji ber bêdesthilatiya wêjeyê pêk tê. Ji ber ku wêje, xwedî qadeke dîtir e û desthilata xwe bi xwendevanan re parve dike. Doležel dibêje, “Dinyayên honakî, -yanî pirtûk- ne lasayîkirin û nimandina dinyayên rasteqîn in. Ew qadên xweser in”(1) Digel ku di wêjeyê de, biwareke taybet –yanî pirtûk- heye jî, ji bo ku ew biwar heyî bibe û bibe kirde, ‘heyîn-kirde’yeke/î dîtir divê. Û ew ‘heyîn-kirde’ xwendevan e.

Her wiha, R. Felski jî dibêje, “Di dema xwendina pirtûkê de, digel hestê me yê xweseriyê hestê me yê faîlî (kirdetî) jî di bin bandorê de ye” (2)  Hestên me ên ku Felski behs ji wan dike, di heman demê de, hem xwedesthilatiyekê –yanî xweserî– hem jî kirdetiyekê –yanî faîlîyekê- dide me. Digel vê yekê, Felski didomîne û dibêje, “Çendî ku pirtûk ne kirdeyek bin jî, ne tişteyeke hema wisa ne; ku wisa çawalêhato di nav hin tiştan de hatine bicîkirin.”(3) Ev şîroveya Felski, bi temamî bi me dide zanîn ku wêje, ne xwedî desthilateke hişkobiringo ye. Ew di berpêanîna berhemê de, hem ji ber pêwîstiyê hem wekî têkiliyeke beranberî û hem jî di warê temamkirina aliyê ku nayê dîtin de –em teoriya neynikê bînin bîra xwe- pêkanîn û desthilata xwe bi xwendevanan re parve dike. Loma jî, pirtûk wekî berhema wêjeyî, qad û xweseriyeke taybet, -qada ku Doležel dibêje- dide xwendevanên xwe; di dema xwendinê de, xwendevanên xwe dike kirde û xwe dike tişte; û bi vî awayî xwendevan dibin hevparên desthilata wêjeyê.

Îcar, hem di biwara şano û muzîkê hem jî di biwara wêjeyê de, guhdar-temaşevan-xwendevan, li gorî têkiliya wan a bi desthilatê re hene, heyî dibin. Çi wekî ast çi jî wekî hejmar. Û gava em bi taybetî bala xwe dibin ser hejmarên guhdar-temaşevanên muzîk û şanoya kurdî û xwendevanên wêjeya kurdî û em wan didin ber hev; em dikarin bêjin, sedem ne tenê nezanîna kurdî ye ku xwendevanên kurdî, -çi wekî wêje çi wekî çapemenî- kêm in. Gelek kurdên ku bi kurdî dizanin, guhdarên pir baş ên muzîkê û temaşevanên herdemî ên şanoyê ne. Lê piraniya wan ne xwendevanên wêjeyê ne. Ji ber ku têkiliya wan a bi desthilatê re li ser tişte-kirdeyê ava dibe. Û ew kes nikarin-naxwazin bi rola kirdetiyê rabin ku wêje datîne ser sifreya wan û bibin hevparê desthilata wêjeyê. Û çendî ku wekî hejmar kêm bin jî, xwendevanên wêjeyê, ew kes in ku dikarin-dixwazin hem bi rola tişte-kirdetî rabin hem jî bibin pardarên desthilata wêjeyê.

1- Lubomir Doležel, Fiction and Possible Worlds, New Literary History, 29 (raguhastin: Uysal Zeynep, Edebiyatın Omzundaki Melek (Ferîşteya di Sermilê Wêjeyê de), İletişim yay, 14)

2- Felski Rita, Edebiyat Ne İşe Yarar (Wêje Bi Kêrî Çi Tê), Metis yay, 73

3- hb.47   

Parve Bike

Youtube Me

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Almanya santralên nukleer betal dike

ad

Li hemberî derbeyê meşek pêk tê

ad

Shakira bi straneke nû Pique rexne kir, stranê rekor şikand

ad

Klîba Hefteyê

ad

Li ser nûkirina Bulvara Firatê, dar, trafîk û vîzyona bajêr çend gotin

ad

Ji Şaredariya Mezin xebatek girîng: Pirtûkxaneya bideng a kurdî vebû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

  • 12 09 2026
news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

  • 13 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname