Diyarname
Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê (MEB) 11 hezar û 285 mamoste bi îdîaya "PKK-PYD-YPG û hwd. têkiliya ligel rêxistinên terorê..." ji kar avêtin. Derket holê ku bêyî lîsteyeke wisa hebe, MEB'ê ji Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajaran xwestiye navan diyar bikin. MEB'ê ji bo vê roja 7'ê mehê nivîsek şandiye û xwestiye heta êvarê saet 16.00'an navan têde dagirin û wan kesan ji kar biavêjin.
Bi kurtahî bêyî der barê mirovan de lêkolîn bikin, bêyî ew kes bixwe îtîrazê bikin di rojek de ew qas kes ji kar têne avêtin.
Yek ji xala ku wekî sedema ji karavêtin hatiye nîşandayîn jî beşdariya mamosteyên Egîtîm-Senê ya grevê ye. Hemû endaman li ser daxwaza saziya wan ku ew ji endam in beşdarî grevê bûne. Di rewşê wisa de hebe di nav mehek de der barê wan de divê lêpirsîn bê vekirin lê bi ser re salek derbas bûye niha wekî sedem nîşan didin. Her wiha bêyî der barê saziyê de lêpirsînê yan dozê vekin ku sazî bixwe biryarek wisa girtiye, endam têne avêtin. Bi kurtahî bêyî sedemeke berbiçav ew qas kes ji kar hatine girtin.
Egîtîm-Sena Amedê li ser kesên ji kar hatine avêtin hin agahî weşandin. Li gor wan, ji kesên ji kar hatine girtin 9843 kes endamên Egîtîm-Sen, 1358 kes ne endamên tu sendîkayekê ne, 51 kes endamên Egîtîm-Bîr-Sen, 40 kes endamên Egîtîm îş, 4 kes endamên Turk-EgîtîmSen, 4 endamên Ozgur-Sen û kesek jî endamê Aktîf-Senê ye.
Tê gotin ku hejmara kesên li Wanê ji kar hatine girtin nêzî hezar kesî ye.
Li Mêrdînê jî li dor 1700 kesî ji kar hatine avêtin.
Serokê ÎHD'ê jî ji kar hatin avêtin
Di vê navberê de navên ku ji kar hatine avêtin jî hêdî hêdî diyar dibin ku di nav van de gelek kesên navdar jî hene. Serokê ÎHD'ya Amedê Raci Bilici û xanima wî ji kar hatine avêtin. Bîlîcî got ku ew dê xebata xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.
Li gor agahiyên tên hema bibêje heta niha hemû nivîskarên kurd ên mamoste, ên bi kurdî re eleqedar in, dinivîsin ji kar hatine avêtin, lê em navan naweşînin ji ber ku Egîtîm-sena Amedê vê êvarkî, piştî weşandina hin navan di tora civakî de ji ser twittera xwe hişyariyek da ku navên mamosteyên wan neyê weşandin.
Mamoste girtin bin çavan
Di vê navberê de komek mamoste li Amedê li ber MEB'ê xwestin çalakiya şermezarkirinê li dar bixin, polîsan êrîşê wan kir û 33 kes ji wan girtin bin çavan.
Egîtîm-Sen wê îtîraz bike
Li gor agahiyên gihîştine me saziya Egîtîm-Sen xwe amade dike ku li ser navên endamên xwe îtîrazê bike.