• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

“Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”

Dîrok : 23 02 2019 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Bêjar (discourse), ne tenê derbiranek e. Jê wêdetir, “di çarçoveya armancê de, navgînek e.”* Ev navgînî, bi taybetî di biwara nimandinê de xwe dide der û di avakirina îqtîdareke kolonyal û di demajoya hilberîn û pêkanîna wê de dibe navgîna sereke. Îcar ji bo ku îqtîdara ketî behsê, karibe xwe û nimandina xwe temam bike, jê re dîkeyek (other) pêwîst e. Loma jî, bêjar, di vê qonaxê de, ne tenê derbiranek e ku bi rêya zimên tê bikaranîn. Ji ber ku di qonaxa destpêkî de, îqtîdara kolonyal bi xwe ne bawer e; “ji bo ku xwe heyî bike û xwe wekî pêkhateyeke temam û pêþverû nîþan bide, hewcetî bi afirandina dîkeyekê dibîne û xwe di ser wê dîkeyê re pênase dike.”** Û bêjar jî di vê qonaxê de bi rol û rengekî ‘neynika Lacanî’ radibe. Li gorî Lacan; “Kirde, di çaxa pitikiya xwe de, gava li neynikê dinêre, teyîsîna xwe ya di neynikê de wekî kirdeyeke biyan fam dike û xuyanga xwe ya di neynikê de wekî “dîkeyekê” saz dike.”***         

Îcar, li hêleke din, em dizanin ku hemû bêjar di ser ziman re tên afirandin. Û awayê bikaranîn û watedarkirina peyvan, jêfamkirinê jî bi xwe re tîne û kirdeya ku ji neynikê diteyîse, bi temamî dibe tiþteya ku li ber neynikê disekine. Yanî, endamê îqtîdara kolonyal ku li ber neynikê disekine, kirde ye û teyîsîna, wî yê di neynikê de – dîkeya hatî afirandin – ew tiþte ye ku wî dike kirde.

Digel vê yekê, her desthilata kolonyal, berî ku bêjara xwe bi lêv bike, rengê wê diyar bike; sedemekê, palderekê jê re diafirîne û bi giþtî navê vê palderê jî ‘þarezabûn û pêþketîbûna’ wê ye. Wekî mînak; welatên ku li Efrîkayê îqtîdarên xwe ên kolonyal danîne, pêþî bêjara ‘reþik (negro/négre)’, afirandine, wateya paþdemayî û hov lê bar kirine û li beranberî wê jî bêjara ‘spî-white’, ya bi wateya þareza, danîne. Yanî, teyîsîna spî a di neynikê de, reþ e. Yanî ‘reþik’ dîkeya spî ye.

Herçî alîyê me kurdan e, kolonyalîstên me jî bêjarên ku rengê kirasê îqtîdara wan diyar dike, afirandine. Tirkan ji bo me kurdan, bêjara ‘Kuyruklu Kurt’**** afirandiye ku li ser ramana kolonyal, heyîna ‘hov û ajalî’ dinimîne. Pê re jî, wekî ‘teyisîna ji neynikê’, li beranberî wê, ‘Tirkê xurt û þareza-medenî’ afirandine û destihalta xwe ya heyî di ser vê re danîne. Yanî, ‘Kuyruklu Kurt’ dîke ye ku di neynikê de xuya dike û bi saya xuyanga wî ‘Tirkê xurt û medenî’ heyî dibe.

Digel vê jî, di ziman û wêjeya Efrîkayî de, þa’îr û ramanwer, Aimé Césaire, ji bo têkþikandina bandor û wateya bêjara ‘reþik (négre)’ ku ji bo kêmxistinê hatiye bikaranîn, wekî helwêsteke dijkolonyal, di helbesteke xwe de bêjara ‘Négritude’ afirandiye; û peyv û bêjara négritude bi wateya ‘bixweþanazbûn’ê bi kar aniye.*****

Herçî wêjeya kurdî ye, çendî ku di helbestan de, hin gotinên dijkolonyal hebin jî, em nikarin bêjin peyv û bêjarek heye ku bi wate û naverokeke kartêker derketiye pêþ, bandoreke xurt kiriye û têkþikandinek pêk aniye. Lê belê, di qada polîtîk de, ev yek pêk hatiye û piþtî salên heþtêyî bêjara ‘berxwedan’ hatiye afirandin. Vê bêjarê, bi demê re û li gorî bikaranîna war û qadên cihê cihê, wateyên dîtir jî li xwe bar kiriye. Yanî, bêjara ‘berxwedan’ êdî ne tenê ‘xwelêragirtin, tirûþkirin, li bersekinîne’ e. Lê çi ye?

Helbet heyîbûn e. Heyîbûnek e ku; gava naverok û pratîka wateyê pêk tîne, serê pêþîn heyîniya xwe bi xwe dide hisandin û peyitandin, pê re jî, bi vê heyîniya xwe dibe kirdeyek; kirdeyek wisa ku êdî ji neynikê nateyîse, bi saya neynikê û di nava neynikê de heyî nabe û ne dijxuyanga kirdeya li ber neynikê sekinandî ye. Yanî ew êdî ne dîke ye. Ew, heyîn bi xwe ye. Hem berpêbûnên ku ji bo wê/î tê kirin têk diþikîne hem jî di sekna xwe ya ji bo xwe de, tim û tim xwe veava dike. Her cara ku xwe veava dike, ‘kuyruk’ (Dûv/qemçik) a ku pê ve hatiye danîn bêwate dike û ‘Kurt’ (Kurd) watedartir dike. Bi vê re jî, kirdeya kolonyal ku xwe li gorî teyîsîna xwe ya di neynikê de heyî û ava dikir, dikeve nav gerînek û pirsyarkirina hebûniya xwe ya ku bi awayekî sûnî û xilt hatiye avakirin.

Ev gerîneka ku kirdeya kolonyal dikeviyê, rewþeke boranî ye; her kêliya ku heyîbûn bi naverok û pratîka ‘berxwedan’ê xurtir dibe, neynik diþikê, kirdetiya kirdeya kolonyal pûç dibe; û dirize. Û di vê qonaxê de, bêjara kolonyal jî ji hev tîþtîþî dibe û hew dikare ‘ego’ya heyîbûna kirdeya kolonyal têr bike. Û ev têrnebûn kirdeya kolonyal vediguherîne rewþa ‘hûtê xure’ ku ji birçîbûnê zêdetir li ser têrnebûnê ava ye; û êdî ‘hov’ ew e ku li ser dozîna birçîbûnê –an jî têrnebûnê- heye.

Loma jî, ‘berxwedan’, xurtirîn ‘dijbêjara neynikþikên’ a antîkolonyal e ku li hemberî bêjara kolonyal a ‘Kuyruklu Kurt’ hatiye danîn û bi wateya Spivak diyar kirî de bûye deng û peyivîna cêwelekan (subaltern, madun); cêwelekên ku kan û hîma hebûniya wan hatiye neyînkirin û înkarkirin.

*Faucault, M. Soylemin Duzeni, Hil Yayin, 24

**Edward, S., Þarkiyatçilik, Metis Yay, 64

*** (J. Lacan, Psikanalizin Dort Temel Kavrami, Metis Yay, 96)

****Kuyruklu Kurt: Kurdê bi dûv (qemçik).

*****Césaire Aimé, Somurgecilik Uzerine Soylev, Dogu Kutuphanesi, 39-40

Têbinî: Peyva ‘cêwelek’, diyariya Osman Sebrî ye ji bo ferhenga min û ez ê ji niha û pê ve vê peyvê bi wateya ‘subaltern-madun’ de bi kar bînim.

23.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Ji bo þaþ neyê fêmkirin têbiniya Diyarnameyê: Di orjînala vê nivîsê de sernav "Kuyruklu Kürt" bû, ji ber ku em tîpên bi tirkî bikar naynin ji mecbûrî me ew "Kürt" a tirkî wekî "Kurt" bikar anî. 


Hûn dikarin li van jî binêrin

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

16 06 2022

Gumbeta Surmelî Memed Paþa

Gumbeta Surmelî Memed Paþa

05 06 2022

Her helbest diþibe axa xwe

Her helbest diþibe axa xwe

25 05 2022

Keleha Koço

Keleha Koço

06 05 2022

Ev jî hene

Qîmeta zêr zêrker dizane

Qîmeta zêr zêrker dizane

16 07 2014

Salvegera 30'emîn a avakirina HEP'ê

Salvegera 30'emîn a avakirina HEP'ê

15 06 2020

Nameyek bo Huseyîn Xizrî

Nameyek bo Huseyîn Xizrî

05 05 2014

Pirtûka gavên te

Pirtûka gavên te

03 01 2014

Rikberî û rêjîm, xalên wan ên hevbeþ

Rikberî û rêjîm, xalên wan ên hevbeþ

16 07 2018

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname