Dilawer Zeraq
Rojekê jinek rabe û bêje, “Zeman winda ye di windabûna jinan de” û berê me bide kûrahiya bi zorê dagirtî û pê re jî nehêle ku em jî tê de winda bibin. Na, ne ji ber ku ew di heyra me de ye, nahêle, ji bo ku em jî di wê kûrahiyê de bi cî bibin û bi “heyîkirina êÅŸê” bibin “heyînek.”
Ev Rê Naçe BihuÅŸtê, çîrokeke heyîkirinê ye ku ji pênûsa Yildiz Çakarê darijiyê ser kaxizê û bûye vegotineke romanî û hatiye xwe li ber me telandiye. Û ji me re dibêje; “Ger hebe hestekî we yî heyîniyê divê hûn nikaribin rakevin li pêÅŸberî vê neyîniyê…”
Çakar, wekî gelek kesan nake û me nade ber pirsiyaran û li bendê namîne ku em bi her du çavên xwe yên ÅŸevekorî û bi dil û mêjiyê xwe yê bêçav bibînin û bi hayjêbûneke mirovane berê xwe bidin wê heyîniyê. Naxêr, ew rasterast, bêpirs û pirsiyar, bêyî ku destûrê ji me bixwaze, bi mafdariya heyîniyê, bi çepilê me digire û li bin guhê dîwarên me dixe; dîwarên ku me ew bi hestên xwe yên “kobûyî” lê kirine.
We got çi bi me tê?
Em hûr hûrî dibin. Parçe wesle û tazî îpela, wisan li rastê.
Ev Rê Naçe BihuÅŸtê, romana jinên winda, jinên kurdên êzdî ye ku tiÅŸtên hatî serê wan wekî qewam her roj bi ber guhê me dikevin. Çakar, di romanê de aliyekî ku me nekarî bibînin, bi peyvekê datîne pêÅŸberî me; “reÅŸahî”…
Lê ev reÅŸahî ne ew reÅŸahî ye ku ji ber tunebûna ronahiyê pêk hatiye. Ev reÅŸahî ji ber (ne)mirovên ku nikarin heyî bibin pêk hatiye. (Ne)mirovên ku bêzar in heyîbûna xwe û para xwe ji rûmeta heyîbûnê hilnedane. Belê ev reÅŸahî ji ber wan (ne)mirovan pêk tê û di vê reÅŸahiyê de, zeman winda ye. Herçî zeman winda be, ne tenê jinên ku ketine ber çerxên wê reÅŸahiyê, em jî di nav wî zemanê winda de, winda ne. Ji bo ku em karibin xwe heyî bikin û bibin xwedî zeman, divê em jî têkevin ber wan çerxan û heyîbûna me bê hêrandin. Aha ev e derdê romana Ev Rê Naçe BihuÅŸtê: “Xwedîtin û xweheyîkirina digel mirovên ku di nav reÅŸahiyan de hatine windakirin.”
Åžemsîxan vedibêje vê êÅŸê. Dibe dengê zemanê winda… Lê dayê Xasê, heyîna bivênevê û jênager a romanê ye. Dayê Xasê, wekî perestgehekê ye ji bo Åžemsîxanê. Gotinên dayê ji bo wê, rênîÅŸandêr in, dilveker in, asoveder in… Û dayê Xasê dibêje: “TiÅŸtê ku te bi dest nekarî hilbigirî, bi dilê xwe hilbigire.”
Bi vê gotinê, em berê xwe didin dil. Hêzê jê hildigirin. Bi hêza hezkirinê radibin. Hezkirin dibe dil; heyî dibe û dayika Xasê car din hêviyê li me xurt dike: “Ger we ronahî dî, ew ronahî bi qasî serê derziyê biçûk be jî, ew ê tiÅŸtên mezin nîÅŸanî we bide…” û berê me dide hêviya ku berxwedanê di xwe de dihewîne…
Û reÅŸahî… Hûtên hêvîÅŸikên! Hovên ne ji tu dinyayekê! Û evdên ku bera bera evd in! Û derewa ku tê gotin, “bi hatina wan koletî ji holê rabû…” Û koletiya ku di kakilê wan de heye. Û gir û nefreta wan a ji bo jinan. Ji ber ku ji wan nayê bimînin li vê dinyayê, tim ji bo dinyayeke din diÅŸewite rodiyên wan ên ku hestên wan tê de genî bûye… Û zebaniyên cihenema xwe! Û bazara firotina jinan. Û bes mekanek. “Mûsil; çarÅŸiya xenîmetan.” Bazara hovmirovên ku derewa dîrokê car din bi hebûna xwe eÅŸkere dikin. Û hovmirovên ku nekarîne xwe heyî bikin, hemû sûcê heyîniya xwe li jinan bar dikin û jinan li ‘nêrbûna xwe ya naletî’ dikin tiÅŸte…
Û çîrokên ku dayê Xasê dibêje. Her gava ku em digel Åžemsîxanê, li beÅŸekê ji çîroka Hût guhdarî dikin, em diçin ji zemanê berê –ew zemanê ku di xwe de çûye û em hem naxwazin wê ÅŸûnde bînin hem jî dilê xwe pê dibijînin…- Û çi gava roman bi bîra me dixe ku “Hût” ne heyînek e, lê bigewdebûna hovîtiyeke (ne)mirovane ye, em dikevin nav efsûna çîroka Hût. Û roman, di vê qonaxê de, çîroka Hût ê jinxwir a ji zemanê çûyî û rastiya heyînên (ne)mirovên jinxur a zemanê winda ê îroyîn, digihîjîne hev. Û di çarçoveyeke postmodern de, bi teknîka ji nû ve vegotinê, ji me re dibêje; “Ha hûtê zemanê berê ê di çîrokan de ha hûtê roja îroyîn ê di zemanê winda de, yek in; hût her hût e!”
Û edaleta ku bi destê ‘Xasmirovan’, bi destê ‘Xasjinan’ tê pê. Heft jinên ku tirsa reÅŸ a hovmirovan firandî, diÅŸikênin û wan di cihnema xwe de xenî dikin… Û ketin û kûçikbûna reÅŸahiyekî ku lavayî li Xasjinekê dike: “Min bikuje! Bêriya nîvro divê ez biçim bihuÅŸtê. Zû min bikuje!” Û lêvegerandina Xasjinê; “Ev rê naçe bihuÅŸtê!”
Belê ew rê naçe bihuÅŸtê. BihuÅŸt ne di bin pêyê jinan de, lê di dil û kezeba Xasjinan de ava ye!
Û dil û kezeba Åžemsîxanê ku bûye warê hezkirina KeleÅŸo û di her carê de, gava çavên KeleÅŸo dibîne, hemû bihuÅŸt xwe didin alî û Åžemsîxan di bihuÅŸta çavên KeleÅŸo de ji xwe re, bi dilê xwe digere, kulîlkên baxçê wê bêhn dike, bêhna xwe dide wî baxçeyî û ji xwe re dibêje; “Gava KeleÅŸo dibînim, nikarim bi çavan re jî pê re biaxivim ji ber ku çavên min di dilê KeleÅŸo de hêsîr dimînin…” Û hembêzkirina KeleÅŸo ya axê û gotina dayê Xasê; “Axa jin û mêran nebe yek nikarin hevûdu temam bikin” û dilê Åžemsîxanê ku bi her libek morîkên ku KeleÅŸo diyarî wê kiriye, roj bi roj, bi dilê xwe, bi hewandina KeleÅŸo a di dil de, ne bi doz û xwaza hevgihanê, lê bi raz û ÅŸanaza hezkirinê, xwe digihîne axa KeleÅŸo.
Û her wiha, romana Ev Rê Naçe BihuÅŸtê, dibêje me: “ÊÅŸ ji bo jinan ne tu tiÅŸt e. A rast famkirina ji êÅŸê ye. Watedarkirin û heyîkirina wê ye.”
Loma jî em her hevoka romanê bi baldariyeke taybet dixwînin. Taybetiyeke wisan ku bi zimanê jinane, yanî ‘bi zimanê mê’, hatiye nivîsîn.
Û roman, hebûniyê di giyanê Xasjinan de heyî dike.
09.02.2019,Yenî Ozgur Polîtîka