logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Keviya Wêjeyê

Kevî, wek peyvekê, bi bihîstinê re, serê pêşîn hesteke dortengbûnê bi mirov re çêdike û pê re jî hîs û sehên mirov dibe

  • Dîrok: 17/08/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Kevî, wek peyvekê, bi bihîstinê re, serê pêşîn hesteke dortengbûnê bi mirov re çêdike û pê re jî hîs û sehên mirov dibe di çarçoveyekê de bi cî dike ku ew çarçove; hem şûngeheke hundirîn hem jî şûngeheke derveyîn di xwe de dihewîne. Û wekî wateya xwe ya dorfireh, bi berfirehiya keys û derfeta bikaranînê re peyva kevî, xwe ji peyvên dîtir ên hevwate bêrî û rizgar dike.

Kevî, wekî wateya ‘cî û beşa qedîn an jî destpêka avê’ bi peyvên hevwate ên wekî ‘qerax-perav-lêva avê-ber avê’ re peywendiyeke berteng datîne ku digel van peyvan amaje bi sînorekî dike. Û ew sînor, amaje bi destpêk û qedîna du şûngehên ji hev cihê dike; ew her du şûngeh, av û ax in ku li ciyê ku av diqede ax dest pê dike li ciyê ku av diqede ax dest pê dike. Her wiha, peyva kevî; wekî wateya ‘kenar’, bi şênberî û ne şênberiya xwe ve, şûngehên hundirîn û derveyîn ava dike, peywendiyeke berfireh bi van her du aliyan ve datîne û di şûna xwe ya taybet de hin vebijêrkan derpêşî sifreya me ya fam û hizirînê dike.

Di vê çarçoveyê de, kevî, wekî wateya ‘kenar’, alternatîfa sêyemîn datîne ber me. Êdî em xwedî wê keysê ne û heke em bixwazin em ne şûngeha hundirîn ne jî şûngeha derveyîn vedibijêrin. Êdî vebijêrkeke me ya din heye ku em wê pêk tînin. Loma jî, vebijêrka ketî behsê, encama tercîhekê bi xwe re tîne û bi tercîhkirina me ya alternatîfa sêyemîn re jî, tenê şûngehek dimîne ji me re; ew şûngeh ‘kevî’ bi xwe ye. Bêyî ku em xwe bi aliyekî ve xwar bikin, û pal û meyla xwe bidin serê, em dikarin li ser keviyê bimînin û derfet û avantajên berfirehtir û bergehên asofirehtir ji xwe re çêkin. Dema em çêtir dibînin ku li ser keviyê bimînin û wê wekî şûngeh vedibijêrin, di heman demê de em xwedîtî li hebûniya xwe jî dikin. Ji ber ku her du aliyên keviyê jî ji bo me nebûye şûngeh, em bi xwe, bi tercîhkirina xwe re, rengûawa û sedemên heyîniya xwe jî datînin rastê. Û mayîna xwe ya li ser keviyê, li xwe dikin qada hebûniyê. Û ew qad êdî ji bo me ne tenê dorberek e ku em lê ne; ew qad êdî ji bo me şûngehek e ku em lê heyî ne. Yanî, kevî êdî ew şûngeh e ku; bêyî ku em ber û giraniya xwe bidin aliyekî, em dikarin li serê bisekinin û di her sê aliyan de jî -aliyên hundirîn, derveyîn û li ser keviyê-, xwe heyî bikin û di wê şûngehê de bibin kirdeya/ê tercîhên xwe.

Wêje, di wateya vê şûngehiyê de, ew kevî bi xwe ye; û wekî keviyekê, hêz û tercîheke xweavakirinê ye jî. Ji ber ku gava takekes wekî kirdeyekê karibe tercîha qad û şûngeha hebûniya xwe bike, di heman demê de ew takekes dikare digel tercîha xwe, wekî çawa bixwaze û çêtir bibîne, xwe ava jî bike. Û takekesê xwe avakirî jî jixwe ew heyîn e ku rengê hebûniya xwe wekî xwe daniye rastê.

Digel vê jî, bûna li ser keviyê, du derfetan datîne ber me û di heman demê de me bo jiyanê nêz û ji mirinê jî dûr dike. Ji ber ku çi gava em li ser aliyekî bimînin, ew alî ji bo me dibe qada deştanî û lêjiyanê, lê aliyê din jî ji bo me dibe qada kortalî û bermirinê. Loma jî, em bi mayîna li ser keviyê ji ketina kortalê xelas dibin û her dimînin li jiyanê. M. Foucault gava berhemên Nerval dinirxîne, dibêje; “Berhemên wî, ji me re dibêjin mirov tenê ji bo ku bijîn dinivîsin û mirinê dubare dikin; derfet û bêderfetiya nivîsînê, ya cêwî, ji vê yekê dizê.”* Ev derfetên cêwî, di heman demê de hem kan hem jî jêderka wêjeyî ne ku berhem bêyî wan, -yanî bêyî ax û avê-, nikare heyî bibe û bibe afiranekê. Nivîsar, -û nivîskar- ku li ser keviyê be, dikare di heman demê de ji kana her du aliyan jî vexwe û her du aliyan jî ji bo naveroka xwe bike jêderk.

Îcar, gelo çi ne ev kan û jêderk? Helbet jiyan bi xwe ye. Çendî ku di nav jiyanê de gelek hêl û rewş hene ku dikarin bibin naveroka nivîsareke wêjeyî jî, rewşên wekî dilxweşî, aramî, guhnedêrî û hwd., ku xwe ji heyîn û bûyînên derveyîn dûr dikin, nikarin bibin sedem û jêderkên afirana wêjeyî yên domdar. Ji ber ku afirana wêjeyî, hewla dûrkirina mirinê û danîna derfetên jiyanê dide; û çi gava vê yekê dike jî, ji bêgavî xwe dispêre kaneke ku hem dibe sedem hem jî dibe jêderka afirana wêjeyî. Û ew ‘kanesedem’; êş bi xwe ye…

Helbet em êşê pîrozwer nakin. Lê em dixwazin bêjin; heke ku wêje bi rola hebûniyê rabe, divê ji kaneke hîmdar rabe. Ji ber ku dilxweşî tim dixwaze bibe kirde; ezperest û rewşeke fûrek e û zêde tiştan li dû xwe nahêle. Lê belê, êş di her rewş û aliyê ku tê dihewe de, hem xwe heyî dike hem jî heyîn û aliyên din heyî dike; û dibe sedem ku wêjeya ku li ser keviyê ye, karibe di heman gavê de her du aliyan jî bibîne; û di her du aliyan de jî bihewe. Yanî hem di nav avê de be û axê watedar bike hem jî li ser axê be û avê hêjatir bike. Û karibe di heman kêliyê de hem ji avê vexwe û hem jî li ser axê bisitire. Yanî her li ser wê keviyê bimîne ku her du alî jî; hem wekî şûngeha jiyînê dike aliyên hebûniyê hem jî wekî şûngeha kortalî dike aliyê mirinê.

Navê wê keviya ku em behsê jê dikin, keviya wêjeyê ye ku çi gava behsa aliyekî bike, aliyê dîtir watedar û hêjatir dike. Û keviya wêjeyê, bi wateyeke romantizekirî ne ew kevî û şûngeh e ku bi rola nojdariyê radibe û êşê ‘dikewîne’. Ew keviya ku em behsê jê dikin, êşê nakewîne; lê êşê watedartir û dermanî jî hêjatir dike; û çendî ku mirin xedartir xuya bike jî tim li ser jiyanê, li ser êşên jiyanê, li ser geşahiya jiyanê, li ser şîndariya jiyanê dimîne…

Û dimîne wek kevî; keviya wêjeyî.   

*Foucault, M. (2006), Sonsuza Giden Dil, Ayrıntı Yayınları, 178

17.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

**

**

Nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de bi vî awayî hatine weşandin:
- Şanehezên wêjeya kurdî
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- 
Neçariya Wêjeya Kurdî
- 
Desthilata Wêjeyê
-
-  

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Doza mîtînga Amedê ji ber 'ewlehiyê' dirin bajarekî din!

ad

Ji bo zarokan "Dara Sêvê" hat

ad

Klîbên kurdî yên ku herî zêde lê hatine temaşekirin

ad

Bi vê wêneyê xelat girt

ad

Dadgehê daxwaza tewqîfkirina serbazan red kir

ad

Ji 9 fîlman 4 jê derketine pêş, va ne ew fîlm

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname