Diyarname
Serokwezîr Erdogan diçe Warê. Û AKP'ê pankartên bi kurdî daliqand. Bi ya we ev gotin tê çi wateyê?
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê biçe Wanê. AKP'ê ji bo vê yekê pankart daliqandin. Yek ji van pankartan "TRT Şeş be xêr be" bû. (Wan pankart çawa nivîsandibû me wisa nivîsî. Êdî nirxandin aîdê we ye) Û pankarteke din:"Aşıtî bê te tê"...
Belê pirsa hefteyê ev e: Ev tê çi wateyê?
Em hin bersivan rêz bikin:
1- Kurdiyeke xirab bikar anîne.
2- Kesek nedîtine ku redekte bike.
3- Di hevokê de tîpên tirkî jî hene.
4- Partiyên siyasî nikarin bi kurdî propagandayê bikin, ji bo wan qedexe ye, lê ji bo AKP'ê ne qedexe ye.
5- Wateya tiştê ku xwestine bibêjin bi vê nivîsandinê veguheriye.
6- Ev pankart bi kêrî tiştekî nayê.
Êdî kîjan xalê hûn dixwazin wê hilbijêrin.