logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • Dîrok: 20/04/2026
  • Beş: Serbest


___ Faîk Ocal___

Romanivîs Tahir Taninha, yek ji lehengê romanê helbestkar Dilovanê Cangir; berîya sed salan li Gelîyê Goyanê û li kuçe û kolanên Dîyarbekirê digerîne, bi vegotina xwe bi şêwazeke sade. Em di nava roman û helbestê de diçin û tên, gelek caran xemgîn, car bi caran jî bi hêvî dibin. Di tevahiya romanê de tenêtî, keder, bêgavî, evîn, şer, kuştin, azadî û têkçûn heye. Em bi Dilovan re li helbesta jiyanê, bi lehengê din yê romanê mamoste re jî li vegotina mirinê digerin. 

Du mekan, du dem, du vebêjer û êşek heye. Mekana demên berê -yên çûyî- Gêlîyê Goyanê û mekana demên nû -yên heyî- jî Diyarbekir e. Vebêjerê demên berê Dilovan e, yê dema nû jî mamosteyê dibistanê ye. Êşa helbestkar Dilovan û romanivîs mamoste jî wekî hev e: Bindestbûna welêt, têkçûna kesayet, pelixîna rûmet. Lê romanivîs di dawiya romanê de her  du mekan, her du dem, her du vebêjeran digihîjine hev, bi hev re girê dide. Ew jî serkeftina wî ye.

Vegotin û Herikandina Romanê Çawa ye?
Me got du vebêjer hene; vebêjerê dema nû mamoste û yê demê berê Dilovan Cangîr e. Roman bi gotina mamoste, bi tarîxa “28’ê Hezîrana 2024’an” dest pê dike û dîsa bi gotina mamoste bi tarîxa “29’ê Hezîrana 2024’an Saet 03.30, Zilmat.” dawî dibe. Şivanê Taxa Çamonê Sodiq defterekê dide mamoste û ew jî dest bi xwendina defterê dike û di şevekê de wê dixwîne û xilas dike. Îcar em xwendevan dor bi dor li gorî defterê û mamoste di romanê de diçin. Di defterê de vebêjer helbestkar Dilovan Cangîr e û mamoste jî romanivîskarek e. Dilovan dixwaze helbestan binivîse û van çap bike. Mamoste dixwaze romana xwe xilas bike. 
Taninha benê hevoksaziya xwe zexm girtiye, lewra di destpêka romanê de jî di dawiya romanê de jî em li Taxa Çamonê ne. 

Beş Bi Beş Roman
Jiyana mamosteyê romanivîs bi beşa “Mijdar 2015”an dest pê dike. Di vê beşê de Taninha ev her sê hîm danîne: zewaca mamoste ya bi Zergayê re, şerê xendekan, dosyeya romanê. Zarokê wan miriye û derûniya wan têkçûye. Mamoste tenê diçe dibistanê û tê. Bi şerê xendekan em bi her awayî împaratoriya tirsê hîs dikin û dijîn. Nivîskar, vegotina otofiction bikaraniye. Ev vegotin, van salên dawî li dinyayê gelek nivîskarî bikaranîye.

Lehengê vê beşê Tahir Elçî ye û lehengê Dilovan jî Dr Fûad e. Romanivîs her du lehengan bi hostatî derdixe ser dikê û tîne pêrgî me. 
Di beşa sêyemîn de em dikevin nava defterê û diçin sed sal berê. Vebêjer helbestkar Dilovan Cangîr e; mekan, Zozanê Meydanê ye, Gelîyê Goyanê ye. Di vê beşê de Dilovan li ser kevirekî helbestekê xwe dinivîse û di romanê de mamoste wî kevirî dibîne. Wisa dinivîse: “Di rê de rastî kevirekî pehn hatim. Bala min kişand, hin nivîs hebûn li ser, bi tîpên Erebî, toz girtibû.” (r. 61). Ew kevir di nava her du vegotinan de cihê xwe digire û navenda romanê tekûz dike. 
Dilovan evîndara Zîna Hiseynê Xalîd e û mamoste di tîrmeha 2018’an de li Zozanê Meydanê pêrgî şivanê ratif Xalidê Hiseyn tê. Em xwendevan demildest di nava Hiseynê Xalîd û Xalîdê Hiseynî de têkiliyê datînin. Em ji xwe dipirsin: Çi têkiliya van heye? Ew jî girêdanek cihê ye û baldar e. 
Di beşa “Kanûn-2015”an de dengê teqînan, qedexeyên derve, xwepêşan, kuştin, xirabûn, hilweşandin, greva birçîbûnê hene. Mamoste li benda vegera Zergayê ye û dixwaze romana xwe ya bi zimanê kurdî binivîse.   
Di beşa “Tîrmeh-2018”an de mamoste ji bo ku ketiye grevê ji karê mamostatiyê derxistine. Ew jî Diyarbekirê diterikîne û diçe mala xwe, ber bi rabirdûya xwe, Gelîyê Goyanê, dê û bavê xwe, zozanên xwe diçe. Di beşa dî de jî Dilovan cî û warên ku mamoste dixwaze biçe, diterikîne. Taninha her du çûyîn û hatin, bi hostatî senkronîze kiriye. Em xwîner êşa romanivîs û hêviya helbestkar bi hev re hîs dikin û dijîn. Lê di nava êş û hêviyê de jî şer heye. Şerê xendekan û şerê Şêx Seîd. Dîsa di vê beşê de ev sê hîmên mamoste -zewac û kar, şer, romana kurdî- bi hev re diherikin.
“Tebax-1924” beşa defterê ya duyemîn e. Dilovan xatir ji dê û bavê xwe dixwaze, cî û warên kal û pîrên xwe -Gelîyê Goyan- diterikîne û dikeve rê. Ew dixwaze biçe Diyarbekirê û helbestan binivîse û van çap bike. Ewil diçe Cizira Botanê, li ser gora Melayê Cizirî heta serê sibê helbestên wî dixwîne. Berê xwe dide Nisêbînê -Nisêbînê, wekî paytexta cinan bi nav dike- paşê Mêrdînê.  
Di beşa “Gulan-2017”an de vebêjer bi her sê hîman lêgerîna xwe didomîne. Li vir Taninha bi hostatî di nava her du vebêjaran de -helbestkar Dilovan û romannûs mamoste- têkiliyeke balkêş datîne. Ehyayê Emer ji mamoste re dibêje: “Di serhildana Şêx Seîd de, yek ji mirovê we jî winda bûye.” (r. 80). Îcar meraqek bi mamoste re peyda dibe: Dixwaze wî mirovî binase, bibîne. Ew mirov jî helbestkar Dilovan Cangîr e. 
Di beşa “Îlon, Cotmeh-2016”an de Zerga êdî venagere, tayîna xwe xwestiye Stenbolê. Mamoste romana xwe dinivîse. Ew dest ji her tiştî dikişîne û vedigere Gelîyê Goyanê, taxa Çamonê.
Di beşa “Îlon, Cotmeh, Mijdar, Kanûn-1924”an de li Diyarbekirê bi cî û war dibe, Evdilhemîd dinase. Em bi Evdilhemîd re hem mêvanperweriya kurdan dibînin, hem ji mirovê sed sal berê yê Diyarbekirê dibînin. Dilovan Salîba dinase, aşiqê keça wî Lusyayê dibe. Dr. Fûad bi xanima xwe ve li dikê xuya dikin.
Di beşa “Sibat-2018”an de mamoste dîsa romana xwe dinivîse. Dîsa şer heye. Îcar şerê Efrînê: “Heftê û du balafirên şer hîn jî Efrînê bombebaran dike.” (r. 106). Mamoste dest bi bloggeriyê kiriye. 
Di beşa “Sibat, Adar, Nîsan-1925”an de trajediya Dilovan wisa didome: Nîşana Lusyayê bi yekî din re dibe, serhildana Şêx Seîd têk diçe, Dr. Fûad û Bavê Tûjo diselibînin û ew nikare helbestên xwe çap bike. 
Di beşa “Çile-2019”an de mamoste romana xwe xilas dike û devê xwe dike axê. 
Di beşa “Gulan, Hezîran-1925”an de Dilovan bi tenê serê xwe ye. Ne Dr. Fûad ne Salîba ne Parêzer Bavê Tûjo ne jî Lusya heye. Kes tune ye lê çend leşker ber bi wî ve tên û derî tê girtin. 
Di beşa “29’ê Hezîrana 2024’an Saet 03.30, Zilmat.” de mamoste romana xwe xilas dike. Ew jî leşkeran dibîne. Ew defterê dide dayika xwe û derî di ser wî de jî tê girtin.

Wekî Encam
Romanên serkeftî bi hevokên kompleks nayên nivîsandin. Romanivîsên serkeftî hem bi hevokên kin, hem jî bi hevokên gelekî dirêj merama xwe raweyî me xwendevanan dikin. Romanivîsên ku ziman wekî armanc bikartînin di nava hevokên kin de difetisin, di nava hevokên dirêj de asê dimînin, dihetikin. Ziman vegotin e. Ziman bi awayî guncav merama xwe gotin e. Ziman hişmendiyeke zelal, derûniyeke bi rêkûpêk e.

Eger ku vegotin zimanekî cihê ya romanivîs be, atmosfereke xweser ya romanê ye; hingê em dikarin bêjin ku vegotina romanê heye. Taninha di romanê de wisa dinivîse: “Dev ji vana berdim, ez li vegotinê binêrim. A herî girîng vegotin e.” (r. 50).  

Taninha bi zimanekî herikbar û dewlemend romana xwe honandiye. Zimanê romanê edebî ye yan polîtîk e? Taninha di bloga mamoste de bersiva vê pirsê jî wisa dide: “… heger romaneke tije propaganda be, ez naxwazim, heger romaneke bi zimanê edebî be, belê dibe…” (r. 109).  Bi rastî zimanê romana Taninha edebî ye, xweş e, bi keyfxweşî tê xwendin.


- Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr / Tahîr Taninha / 128 rûpel / Weşanên Lîs / 2025

 

**

 

Nîvîseke din a Faîk Ocal a ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- 'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

 

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Xebatkarê Azadiya Welat Bagdu bi çek hat birîndarkirin

ad

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliayê hate vekirin

ad

'Gorulmuştur' ji Yewnanistanê bi du xelatan vegeriya

ad

Keleha Necim jî zirar dît

ad

Hevpeyvîna bi Jan Dost re

ad

Rapvanên kurd bi hev re konserê didin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname