logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
  2. Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?
  3. Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket
  4. Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî
  5. Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin
news-details

Dîketiya Kurdan

  • Dîrok: 25/05/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer ZERAQ

Dîke(tî) (other) têgiheke ew çend geremolî û pê re jî ew çend jî zelal e ku pir bi hêsanî dikare hişê me ronî bike an jî dikare hiş li me tev li hev bike û me ji mebesta me averê bike. Gelek caran, gava em vê têgihê ji bo xwe an jî ji bo hin kesan bi kar tînin, em dixwazin wê bikin sedema hatina nasandinê û hîma hebûniyê.

Belê, em Kurd, bi taybetî li bakur, pir dixwazîn werin nasandin. Wekî çawa? Wekî Kurd. Çima? Ji ber ku ji şênbûna komarê bi vir ve ye, ne em ne navê me ne zimanê me ne jî mirovbûna me heye. Belê em hatine neyînkirin û tunehesibandin. Ev yek hema wisa şilfîtazî li rastê ye. Lê jê û pê ve?

Jê û pê ve, rewş û sepandinên serdestiyê hene û famkirina me ya ji wan sepandinan. Rewşên li me qewimandî an jî em bêjin, sepandinên ku ji alî serdestan ve hatine pêkanîn, serê pêşîn gelemşeya hebûniyê bi me re çêkiriye ku em vê gelemşeyê hem bi xwe re hem jî bi serdestên xwe re dijîn. Ji hêlekê ve em hewl didin ku serdest hebûna me qebûl bikin, me nas bikin û ji bo vê yekê jî tu tişt namîne em dikin. Ji hêla din ve jî, gelek caran bêhemdî xwe, em bi xwe re dikevin rewşa pirsyarkirina hebûniya xwe. Em li şûna ku li gorî rasyonelîte û aqildariya mêtingeriyê û têkiliya di navbera serdestî-bindestiyê de heyî, bifikirin, radibin bêtir xwe didin ber mirovbûna ku di bin navê humanîzmê de difetise. Û her ku em tê dixebitin, daxwaza me a hatina nasîn û hatina qebûlkirinê mezin dibe û her ku em nayên qebûlkirin, têkiliya me û serdestên me dikeve rengê kirde-tişteyê. Û ev têkilî li ser xwazê (desire, arezû) xurt dibe û serdest dibin, kirdeya me û em jî tişteya wan û her ku em hatina nasîn û qebûlkirinê li xwe dikin gelemşe, arîşe geremoltir dibe û serdest bo me dibin heyînên dûredest û hey em di biwara siyasetê de, wekî bêjara (discourse) polîtîk benîştê xwe dicûn û ji Tirkan re dibêjin; “We em kirin dîke!”

Tirkan em tu carêî nekirin dîke!  Naxêr, “Li bakur, tirkan me tu carî em nekirin dîke!”*

H. Millas dibêje, “Îmaj; sînorên hizirîna me aşkera dike. Îmaja dîkeyê, bi zanava me re pêbest e û îmaj nîşan dide ka em dixwazin bibin yekî/e çawa û ev yek bi rêya ka em naxwazin bibin çi, tê nîşandan.”** Di vê raveyê de, tiştê girîng, ev e; “em dixwazin-naxwazin bibin yeke/î çawa?” Ev yek, hem bi awir û dîtina me diyar dibe hem jî bi yên serdestan. Û ev awir, bi hemû aliyên xwe ve, li ser cudabûna serdestan a ji bindestan ava ye. Serdest ji bo ku xwe bi xwe bidin qebûlkirin, hewceyî hebûna bindestê ne da ku karibin cudabûna xwe ya ji bindestan bidin nasîn û di ser bindestan re xwe heyî bikin. Loma jî Habermas dibêje, “Çi gava çanda piraniyê li kêmariyê bê ferzkirin, wê hingê arîşeya jihevcudabûnê derdikeve holê.”*** Di vê jihevcudabûnê de, qebûlkirina bi her awayî heye ku ew jî bi temamî dibe sedem û bingeha ‘dîketî’yê. Yanî, ji bo ku em karibin behsa cudabûna xwe ya ji tiştekî, ji heyînekê bikin, divê serê pêşîn em hebûna wî/ê qebûl bikin. An jî divê em -yanî hebûna me- ji alî wê heyînê ve hatibin qebûlkirin. Loma jî, gava em heyînekê qebûl nekin, tu carî ew nabe dîkeya me û gava heyînek jî me qebûl neke em nabin dîkeya wê. Nexwe, em dikarin bibêjin, şert û esasa sereke a ‘dîketî’yê, qebûlkirina hebûna heyînekê û nasîna wê ye.

Îmaja li gorî dîtina serdestan

Herçî hebûna Kurdbûnê ye, bi taybetî di van bîst salên dawiyê de, bi populerbûna gotina ‘dîke’yê, bêjara Kurdan ya polîtîk, benîştê me yî reş ê qanikê ji devê xwe avêt û bi xwazeke (arezûyeke) agirpêketî da dû benîştê spî şîrîn-şekirî û hey di devê xwe de cût. Û ev cûtin, ji hêlekê ve jî mêzgiriyekê (privilege) çêkir ji xwediyên gotinê re. Ji ber ku têgih bi xwe polîtîk e û têkiliya serdestî-bindestiyê di ser vê têgihê re yekser mirovê bindest dike ‘mexdûr’ û ji ber ku tehma ‘mexdûrî’ û tehma ‘benîştê dîketiyê’ ji hev dixwin û hev diçêjînin, bêjara siyaseta Kurdan pir ji vê tehmê hez kir. Loma jî, bêyî ku têkeve nav pirsyariyekê, gotina ‘hûn hebûna me neyîn (înkar) dikin’ û gotina ‘hûn me dikin dîke’ digel hev bi kar anî û hê jî bi kar tîne. Û her cara ku ev gotin wekî bêjareke siyasî hat bikaranîn, nakokiyên di navbera ‘dîketî’ û ‘hatina înkarkirin’ê de zêdetir bûn û bi saya siyaseta bindestan, serdestan jî ji vê rewşê hez kir û di paş perdeya têgiha ‘dîke’yê de pêkanînên xwe yên neyînkirinê, tunehesibandinê bi rihetî meşandin.

Nexwe divê em bibêjin, ji ber ku ‘dîke(tî)’ li ser qebûlekê tê sazkirin, berî her tiştî, hebûna kes, kom û neteweyan ji alî serdestan ve tê qebûlkirin, paşê wek îmaj û peyitandina hebûna serdestiyê, ew kom û netewe tê dîkekirin. Wekî mînak, dîkeyên Tirkan, Yewnan, Ermen û Cihû ne. Ji ber ku hebûna wan, mafê wan, hem wek meşrû hem jî wek qanûnî hatiye qebûlkirin. Lê Kurd, ji sed sal zêdetir e tên înkarkirin û tunehesibandin. Loma jî, çênabe û ne mumkin e ku em rabin ji bo vê rewşa li bakur bibêjin, serdestên me em kirin dîkeyê xwe.      

Îcar, heke em car din berê xwe bidin Millas û pênaseya wî ya îmajê bînin bîra xwe, em ê karibin bibêjin; heke em dixwazin bibin dîkeya serdestên xwe, em ê dîtin û peyvên xwe yên heta niha me gotî, bikudînin û îmaja xwe li gorî dîtin û qebûlkirina serdestan saz bikin, ji cûtina benîştê devê xwe kêfxweş bin û li ser mesîleke şaş hey bibêjin, “We em kirin dîkeya xwe!”

Em Kurdê xwe ne ne yê we

Lê na, heke, em dixwazin bibin xwe, divê em ‘benîştê dîke(tî)’yê ji devê xwe derxînin û ne di ser îmaja me ya li ba serdestên me, lê li gorî îmaja me ya li ba me tev bigerin û xwe wisa qebûl bikin. Wekî siyaset jî dev ji cûtina wê benîştê berde û bi helwêsteke Fanonîst ji serdestên xwe re bibêje, “em reşê xwe ne, ne reşên we ne û çendî ku hûn wekî serdest hebûna me neyîn bikin jî, em bi neynika xwe hene û em ne dîkeyên we ne.”

* Sernivîs û angaşta derpêşkirina min a di panela “Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya Yekemîn” de, (2013) û (bnr; Dilawer Zeraq, Rajena Kurdî, nivîsara: Wekî Biwara Desthilatê; Di Wêjeya Kurdî û Tirkî de Dîke û Nimandin, Weşanên Lîs, 21

** Millas, Herkül. Turk ve Yunan Romanlarında Oteki ve Kimlik (Di Romanên Tirk û Yewnanan de Dîke û Zanav), Stenbol. Weşanên İletişim, 2005, 11

*** Habermas, Jurgen, “Oteki” Olmak, “Oteki”yle Yaşamak, (Dîkebûn û Jiyîna Digel Dîkeyê), Stenbol, Weşanên YKY, 1995, 52

Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Kurdbûna Li Dîasporayê

  • Mîrza Ronî
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Partiyeke nû ava bû: Milliyetçi Sol Partî

ad

Ji bo maça FB û BJK'ê biryar hat dayîn

ad

Dilop 'Ji Heskîfê heta Sûrê' nîqaş dike

ad

Komîteyê ji Barzanî xwest gotinên xwe sererast bike

ad

Gelo Davutoglu dizane rewşa Toledo çawa ye?

ad

Vê nameyê ji AkBank û Garantîyê re bişînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de

  • 29 09 2023
news

Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?

  • 29 09 2023
news

Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket

  • 30 09 2023
news

Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

  • 30 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname