logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket
  2. 'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'
  3. Rojnameger Hifzi Topuz mir
  4. FîlmAmed: Li Amedê dema dema temaşekirina belgefîlman e
  5. Derhêner jî ji festîvalê vekişiyan
news-details

Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-

  • Dîrok: 26/01/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Têgiha ‘yê/a xwe bûn…’ê, digel ku serê pêşîn wateya xwedîbûneke wekî milk di hişê mirov de çêdike û neyîniyekê saz dike jî, di çarçoveyeke dîtir de, bala mirov dibe ser wateyeke cihê. Ew wate, ne têkildarî xwedîbûneke derveyîn e, berevajiya wê, pêwendiyeke xwe ya hundirîn heye ku bi heyînan re datînin. Wekî mînak; pêwendiyên li ser hezkirinê, hewandinê, rihî û bi taybetî pêwendiya ku dayik di zikê xwe de bi zarokan re datînin, pêwendiyeke hundirîn e. Loma jî, em cara pêşî ji dayika xwe gotina ‘berxa/ê dayika xwe’ dibihîsin. Ev xwedîbûn, xwedîbûna yekem e û a biçûk e; bi temamî xwedîbûneke wisa ye ku kana wê digihîje têkiliya hundirîn. Û em hemû, serê pêşîn dibin ‘ê/a dayika xwe’…

Digel vê jî, têkiliya hundirîn a bi xwe re, têgiha, ‘jêbûn (aîdiyet)’ê diafirîne. Û têgiha ‘jêbûn’ê jî, hem ji alî derveyîn hem jî ji alî hundirîn ve têkildariyekê saz dike; û ev têkilî, li gorî reng û dirûvê pêwendiya ku em datînin, an bandoreke neyînî an jî bandoreke erênî li hundirê me dike.

Herçî ziman e, serê pêşîn ê dayikê ye. Çendî ku dayik di zikê xwe de zimên bi me dide hisandin û em dibin nasyarê rengedengên zimên jî, heta ku em ji dayika xwe re dibin û ji bo jiyan û dinyayê dibin heyîneke dîtir û xweser, ew ziman ê dayikê ye. Loma jî, heta ku em di zikê diya xwe de bin, em ji bo dayikê, parçeyek jê ne. Lê piştî em çav li rojê vedikin, êdî em ji bo dayikê heyîneke dîtir in; heyînek “ê/a xwe”. Û piştî ku em dest bi hînbûna zimên dikin, hêdî hêdî zimanê dayikê dibe, zimanekî, “ê me”; û em êdî ji bo dayikê heyînek derveyîn in ku pêwendiyeke xurt a bi têkiliya hundirîn re daniye û bo wê dibin, “berxa/ê dayika xwe.”

Di vê qonaxê de, demajoyek dest pê dike ku têkiliya me a bi zimên re rengê “ê/a xwe bûn” ê diyar dike. Em bi axaftin û nivîsînê têkilî bi zimên re datînin û bi qasî ku têkiliya xwe a hundirîn pê re xurt dikin, ew qasî jî zimên dikin “ê xwe.” Çendî ku bandorên derveyîn –yanî zimanê din- li ser me çêdibe jî, neyînî û erênîbûna wê bandorê li gorî peywendiya me a ku me bi zimên re daniye, diguhere. Û em vê pêwendiyê çi qas xurt deynin, em ew qasî nêzî “dayika mezin”* dibin û bi her gava nêzikbûnê re jî dibin “berxa/ê wê.”

Ev pêwendî, di warê netewebûnê de, bi xwe re yekbûneke fikrî, dilînî û giyanî ava dike. Loma jî, A. Smith dibêje, “Di hestpêkirina netewebûnê de, hestê sereke ‘jêbûn’ e ku bi mîlyonan mirov çendî ku hev nas nakin jî, xwe ‘ji hev’ hîs dikin û pê re jî li ser gelek hêmanan dibin yek.”** Helbet sedema ku Smith behs jê dike bandora hundirîn e û kana wê jî ji mîlyonan dayikên biçûk digihîje dayika mezin. Çendî ku wekî sembol, rîtûel û rojên pîrozkirinê bibin sedemên derve û bandoreke erênî li ser vî hestê sereke bikin jî, dawiya dawî bandora hundirîn vî hestê ‘jixwebûn’ê û ‘yêxwebûn’ê ava dike.

Îcar, ger ez bêm ser mebesta xwe a esasî, ez ê karibim bêjim, sed korayî, em kurd, ji gelek aliyan ve, pêwendiya xwe a hundirîn a bi zimên re li ser xeteke ne rast datînin. Loma jî, çendî ku em bi wî zimanî biaxivin û binivîsin jî, tim rengên “nejê” tê de dihewin û ev rengên “ne jê û ne resen” dibin sedem ku geşî û birqonekiya rengê zimanê me jî nede der. Ez ê du alî wekî mînak bêjim;

Aliyê yekem; afirandina peyvên ku ne ji rih û kakilê zimên e; yanî ji têkiliya hundirîn a zikê dayikê dûr in. Ne parçeyekî “jê” ne. Mîna ku tu parçeyekî ji der de bînî û di zik û malzaroka dayikê de bi cî û montaj bikî, xuya dikin û rengê wan ne tu reng e. Mînak; peyva “nîqaş”. Ji koka “nqş” ya erebî hatiye dariştin. Û tîpên dengdêr (bideng) ên “î-a” di navbera tîpên dengdar (bêdeng) ên “nqş” de hatine bicîkirin. Tevî ku em dizanin wekî nêzberginda vê peyvê ên resen, peyvên “gengeşe-heftûheşt-danberhev-lec kirin-avêtin ber hev-devjenî û hwd.” hene. Her wiha, peyva “metirsî” jî wekî nîvmontaj e ku li ser peyva “tirs”ê ya kurdî qaydeya erebî hatiye pêkanîn. Û bûye “me+tirs+î”. Di kurdî de pêşgireke wekî “me” tune. Çendî ku em dizanin wekî nêzberginda vê peyvê, peyvên wekî, “endîşe, şayîş, qilqal, bertirsî” hene jî. Û em dikarin bêjin; ev her du qayde jî di kurdî de tune ne, ji têkiliyeke derveyîn û ji bandoreke neyînî pêk hatiye û têgiha “a/ê xwe bûn”ê kêm û derbxwarî maye.

Aliyê duyem; ji berê ve, di nav nivîskar û axiverên kurdan de, heftûheşteke li ser zimanê herêman û devokan heye û hê jî hev dibin û tînin. Çendî ku em, kesên di vê gengeşeyê de cî dayî xwe, ji aliyê têgiha “zimanekî, ê xwe” ve têra xwe hene, gihîştî û pijiyayî ne jî, ji ber ku têkiliya me ya hundirîn ya bi zimên re nebûye sedema geşedan û berfirehbûna peywendiyên erênî, em tim bi vê têkiliyê dimînin. Loma jî, em wêneyê mezin, ku bi giştî wêneyê “dayika mezin” e, nabînin.

Û digel aliyên din, ev her du alî jî dikevin bin xizmeta kolonyalîstan û xebata dekolonîzasyona ku di zimên de jî tiştekî bivênevê ye, kêm û berbendkirî dimîne.

Loma jî, em hê jî xweşikî hay jê nîn in ku; her yek ji me dayikek me heye û em “berxa/ê dayika xwe ne” lê belê dayikeke me ya mezin heye bi navê ziman ku em hemû digel dayikên xwe “berxên dayika xwe ne.”

* Dayika mezin: di biwara zimên de, ‘zimanê kurdî’ ye ku di vê nivîsarê de, wekî war-dayikeke hemû Kkurdan tê qebûlkirin.

** Smith, A. D. (1994), Millî Kimlik, (Birinci basım), İletişim Yayınları, 115.

26.01.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Şampiyonên Almanya û Spanyayê diyar bûn

ad

Amedsporî kongrey xo viraşte

ad

Ji bo zarok ji zimanê xwe yê zikmakî şerm nekin

ad

“Siya dema borî” derket

ad

Navdarên dê şeva Oscarê bi rê ve bibin diyar bûn

ad

Di 83 salî de dibe çiyager

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket

  • 26 09 2023
news

'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'

  • 26 09 2023
news

Rojnameger Hifzi Topuz mir

  • 26 09 2023
news

FîlmAmed: Li Amedê dema dema temaşekirina belgefîlman e

  • 27 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname