logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor
  2. Ji bo 9 rojan belgefîlm li benda temaşevan in
  3. Belgefîlmê li ser Cegerxwîn 'Kî Me Ez?' tê nîşandayîn
  4. Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî
  5. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
news-details

Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde

Helbest jî wekî hemû cureyên wêjeyê, serê pêşîn ji kana zimên vedixwe. Lê tevî ku ziman ji bo helbestê ne navgînek e jî,

  • Dîrok: 13/01/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Helbest jî wekî hemû cureyên wêjeyê, serê pêşîn ji kana zimên vedixwe. Lê tevî ku ziman ji bo helbestê ne navgînek e jî, di heman demê de ne ji bo vegotina çîrokekê an jî qewamekê ye jî. Helbest, her tiştê ku bi rêya zimên dibêje, di nava zimên de serûbinê hev dike û bi vê serûbinêhevkirinê jî derbê li zimên dixe. Derba ku em behsê jê dikin, ne ji bo jiholêrakirin an jî pûçkirina zimên e; derba behs jê kirî, derbeke erênî û avakar e ku hem ji bo helbestê hem jî ji bo zimên keys û derfetên vegotinê ên dîtir peyde dike. Di vê qonaxê de helbest, bi hewldaneke taybet, hem bi hêmanên di nav zimên de heyî hem jî bi hêmanên derveyî zimên, dirûv dide zimên û zimên ji nû ve birêxistin dike. Wekî encama vê birêxistinkirinê jî, hemû tiştên xumam ên di mêjî de û hemû tiştên di dil de heyî û nehatine gotin, digel zelalbûnê, zengîntir jî dibin û bi rêya helbestê wekî derbiraneke hunerî didin der.

Fêrikê Ûsiv, helbestên xwe li ser zimanê kelepûrî û adetî yê rojane saz dike. Ev şêwe û şêwaza wî dike ku xwendina helbesta wî zelal û hêsan be. Lê belê, hêsanîbûn û xweşfamdariya zimên tu nirx û qîmet ji helbestê kêm nake. Berevajiya wê, ev yek dibe derfetek ku helbestkar karibe mebesta xwe li paş peyvên asayî veşêre û bi awayekî hêmayî û helbestî bêje. Loma jî, Fêrik dide dû zimanekî bi vî rengî û li ser heqîqeta helbestîbûnê, bi zimanekî adetî û kelepûrî, sadetî û petitiyekê ji bo helbesta xwe saz dike.

Digel vê yekê; evîn yek ji hêma û temaya gelemperî ye ku di helbestê de pir tê bikaranîn. Û car caran li pêş e car caran jî li paş hêma û temayeke dîtir cî dide xwe. Fêrikê Ûsiv jî, evîn bi gelek awayan kiriye hêma an jî temaya helbestên xwe. Ew di helbestên xwe de, hewl nade ku hema hemû hestên xwe yên evîniyê, mîna ku bixwaze jê xelas bibe, ji dil derîne û bêje. Naxêr, xema sereke a Fêrik ew e ku dixwaze hest û dilîniya evîniyê ku çêdibe, xweşiktir û rengîntir bêje. Û di gotina xwe de jî, bala xwe dibe ser zimanê kelepûrî û rojane; zimanê rojane parçewesle û serûbinêhev dike û bi vî awayî zimanê helbestê ji zimanê rojane diqetîne; û dîsan bi vî zimanî, bi metafor, referent û şanîderên ku bi kar tîne, helbesta xwe dike tişteya evînê. Loma jî, di helbestên Fêrikê Ûsiv de, evîn an jî kesa ku dil ji bo wê hatiye dayîn ne wekî tişteyekê tê dîtin; berevajiya wê wekî kirdeyekê tê dîtin û tê hewandin ku ew kirde ji hêlekê ve jî aqûbeta evînê diyar dike; û digel wê jî, ne helbest, evîn(î) diaxive; ne kesê dildayî, evîn û kesa dil ji bo wê hatî dayîn diaxivin; yanî evîn û evandî (maşuq) kirde ne.

Em dikarin bi du mînakan mebesta xwe hinek be jî bidin der;

“Dengê wê wisa nazik î zîz e / Wisa jinane, wisa ezîz e, / Wekî hetanî ku şer jî dike, / Nav û nifirên beter jî dike, / Ez fedî nabim ji wê deng û dewê.* (Ji helbesta Dengê Wê)

Heke em bixwazin bi çend peyvan dahûrînê bikin, em ê bêjin; di helbestê de, kirin û gotinên ‘yarê’ ne girîng in, a girîng evîn e ku bo yarê heye û di risteya dawî de bi gotina “fedî nabim…” dide der ku evîn di paş deng û kirinên yarê de maye û wisan di bin re tê vegotin. Û kirinên yarê rengûawayê (wesf) evînê diyar nake, berevajiya wê, evîn û evandî esas in ku hemû kirinên neyînî ên yarê tê de tê erênîkirin û vehewandin.

“Şara li serê wê kesk e / Zimanê wê gezgezk e. / Wî zimanê bed î nehs, / Meriv bigire û gez ke.”** (Ji helbesta Bedewa Bed)

Fêrik, di vê helbesta xwe a bi navê Bedewa Bed de, bi bikaranîna wateya dijber a peyvan hem armancxwaziya helbestê hem rêbaza semiyotîk hem jî duhêlîtiya evînê dide der ku aliyên neyînî her tim, ji bo xatirê evînê, bi aliyên ku erênî tên dîtin û hewandin. Rista, ‘şara li serê wê kesk e’ pênaseyeke erênî ye û rista ‘zimanê wê gezgezk e’ aliyê neyînî yê evînê dide der. Ev yek ne gazinc e ne jî hewla dûrxistinê ye. Rista ‘wî zimanî bed î nehs’ domdariya aliyê neyînî bi me dide hisandin ku ancax bi hewandineke hezkirinê dikare were şayesandin. Axir rista dawî, ‘meriv bigire û gez ke’, hemû neyîniyên zimanê bed î nehs, bi peyva ‘gez’ê tê watedarkirin ku di vê qonaxê de wateya peyva ‘gez’ê bi wateya pêreyî tê bikaranîn. Her wekî nas e, wateya peyva ‘gez’ê bêtir referentê bi êşandinê dike. Lê belê peyva ‘gez’ê di evînê de dibe xwedî wateyeke erênî; evîn di ‘gez’ê de dibe kirde ku hestê kamraniyê ya evînê dide der.

Her wiha, gava mirov bi giştî bala xwe bi hûrgerî dibe ser helbestên Fêrikê Ûsiv, mirov dibîne ku Fêrik ne helbestkar e; lê belê helbestbêj e. Ji ber ku ew pêşî helbestê dipêje, piştre di hiş û bîra zimanê heyî û kelepûrî de diparzûnîne, zimên serûbinêhev dike û dawiya dawî helbesta xwe bi zimanekî veavakirî dibêje; û Fêrikê Ûsiv, ji şa’îrî û helbestkariyê wêdetir, di ast û biwara ‘helbestbêji’yê de pal û cî dide xwe.

* Ûsiv, Fêrikê. (2015) Êvara Zivistanê, Diyarbekir: Weşanên Lîs, (Cildê III.)

** Ji heman berhema li jor.

Têbinî: Ev nivîsar, bi navê “Hêmaya Eşqê Di Helbestên Fêrikê Ûsiv De” wekî nivîsareke akademîk hatiye nivîsîn û bo vê gotarê ji nû ve hatiye birêkûpêkkirin.

13.01.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Wê kî, çiqas pereyan bigire?

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

TUSÎAD'ê deng derxist: Kayûm, hiqûq, lîyakat

ad

Tatlises û Kizilkaya ne di lîsteyê de ne

ad

Lemanê mîtînga Amedê derxist berga xwe

ad

Ji bo parastina sivîlan YPG’ê û Pêşmerge li hev civiyan

ad

'Çima pirtûkên bi kurdî li pirtûkxaneyên gel tune ne?'

ad

Birdal ji Wezîrê Çandê pirsî: Hê jî Mem û Zîn qedexe ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor

  • 13 06 2026
news

Ji bo 9 rojan belgefîlm li benda temaşevan in

  • 13 06 2026
news

Belgefîlmê li ser Cegerxwîn 'Kî Me Ez?' tê nîşandayîn

  • 14 06 2026
news

Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî

  • 14 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname