Dilawer Zeraq
Tirs, bi bihîstinê re du refleksan bi xwe re tîne. Mirov pê re, hem berpêyî hundirê xwe dikişe hem jî berpêyî derveyî xwe pejanekê çêdike. Helbet sar e jî tirs. Sarbûneke wisa ku mirov naqerisîne, lê tim û tim mirov dixe bin gefxwarina xwe ya germnebûnê (an jî germnekirinê). Ev rewş dike ku em xweşikî nas nekin ka tirsa ku bi me girtiye, tirsa ku ketiye dilê me an jî tirsa ku me bi xwe xwe pêşkarî wê kiriye, çi reng e.
Tirsa ku em jê fam dikin, xwe di dil û hinav û cegerê de vedişêre; li wir, hem bi xurtbûna wan diçêre û hem jî bi saya wan xwe bi me dide hîskirin û dest û dar li me dihejîne. Loma jî em zû bi zû nikarin wê deynin ber hişê xwe. Û pê re jî tirsa xwe bi lêv bikin. Halbûkî, tirs ne kirde ye. Lê tişteyek heye ku wê dike kirde. Bi bilêvkirina wê, tirs dikare were watedarkirin. Tirsa watedarkirî hildibe hafa hiş. Tirsa hatî bilêvkirin û watedarkirin di heman demê de tê binavkirin jî.
Lê belê bilêvkirina tirsê ya bi tena serê xwe têr nake ku em wê bikin diyardeyeke ji xwe-aîdî xwe. Heta ku em der barê wê de nepeyivin, wê daneynin ser sifreya hiş û mêjî, nedin ber dil û hişê xwe, em ê nikaribin pê ‘cegerdariya xwe’ jî bi nav û pênase bikin. Û tirsa ku me ew hilnekiriye hafa hiş û dilê xwe, her tim dê derkeve pêşberî me û em ê her tim dûçarî wê bibin û ew ê jî me bike tişteya xwe. Her ku em tim dûçarî tirsê bibin, em ê nikaribin xweşikî wê nas jî bikin û bikin aîdî xwe.
Tirseke ku ya warekî be, aîdî wî warî be, mirov dikare bi keys û hêza wî warî tirsa heyî ji navê rake û bişikêne. Tirsa wêjeya kurdî jî wekî wisa ye. Loma jî, ji bo ku em karibin tirsa wêjeya kurdî bişikênin divê serê pêşîn em tirsê bikin ya wê. Baş e çi ye ew tirs?
Tirsa wêjeya kurdî-ya li bakur-, tirsa ‘çênebûnê’ ye, tirsa ‘pêknehatinê’ ye…*
Serê pêşîn divê ez bibêjim, temenê tirsa wêjeya kurdî, sed sal e ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn pê li pê daye der û firiyaye dilê wêjeya kurdî. Sedem; destpêkirina asîmîlasyona sîstematîk e. Loma jî, ew tirs li ba wêjeya kurdî ya klasîk tune ye. Ji ber ku nivîskar û – ku hebe- xwendevanên wê wêjeyê, wê hingê, ne di wê heyr û xebtûkoşê de bûne ku ziman û çanda xwe ji asîmîlasyon û tunebûnê xelas bikin. Çi gava netewe-dewletên modern li derdora kurdan ava bûne, vê tirsê daye der. Belkî yekem kesê ku ketiye vê tirsê, H. Q. Koyî ye ku behsa girîngiya zimên kiriye di şi’îrên xwe de.
Herçî qonaxa Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn û Hawar e, nivîskarên wê demê, ji tirsa asîlîmasyon û tunebûna ziman û çanda kurdî zêdetir, ketine hewla danqebûlkirina hebûna çand û zimanê kurdan. Çendî ku li ser çand û ziman nivîs hene jî, em refleksa vê tirsa ketî behsê di tu nivîs û berhemeke wê çaxê de nabînin. Loma jî, tirsa wêjeya kurdî,-ya li bakur-bêtir mijara piştî salên 60'î ye. Ji ber ku pêkanînên asîmîlasyonê di van salan de lez daye xwe û her ku çûye xurtir, berbelavtir û serketîtir bûye.
J. Kristeva dibêje, “Wêje nîşandaya (signifier, gısteren) mêzgirtî ya toqînê ye.”** Toqîna ku Kristeva behs jê dike, encama tirsa wêjeya kurdî ye ku bi taybetî piştî salên 1992'yan di dilê endamên vê wêjeyê de bi cî bû. Lê belê heta salên 2005'an, endamên wêjeya kurdî, çendî ku hay ji asîmîlasyonê hebûn jî, bes ji bo geşepêdana ziman û wêjeya kurdî hewl didan xwe. Yên ku dinivîsîn jî yên ku dixwendin dîsa heman endam bûn. Loma jî, tirs dima wekî tirseke hundirîn û mînakên ji zimanên din tenê dibû sedema hişyarhiştinê. Lê belê, roja îroyîn, çendî ku hejmara nivîskarên kurdî zêde bûye jî, xwendevan ew çend zêde nebûne. Loma jî, tirsa wêjeya kurdî siviktir nebûye û ev tirs her ku diçe mezintir û xurttir dibe.
Çendê wî alî, di malpera bi navê "infowelat.com"*** de nivîseke di barê windabûna zimanê îrlandî de belav bû. Tirsa wêjeya kurdî û ya nivîskarên wê bi vê nivîsê pîj bû û rabû pêdarê. Ziman ji dest diçû. Em asîmîle di(bû)bûn. Em dereng mabûn. Bayê waweylê rabû. Lê belê, me bala xwe neda ku di nivîsê de behsa W. B. Yeats dike ku em ji heyraniya wî xwe diperitînin. Û me negot, çima Yeatsê ku wekî neteweperestê hişk yê îrlandî tê nasîn, dixwaze bila îngilîzî bibe zimanê Îrlandaya modern? Me negot, Yeatsê qerase, te xêr bû looo! Te kî dixapand!? Me nepirsî, çima J. Joyce ku hew maye em wî bikin xwedayê wêjeyê, sedemên arê cehînî li xwe kiriye hincet û bi îngilîzî nivîsiye? Û em li ba xwe jî nabêjin; Îrlandîno, hûn misteheq bûn ji ber ku du nivîskarên we, Yeats û Joyce, ‘ji bo qerasebûna xwe’ bi îngilîzî nivîsîn û para wan jî tê de heye ku zimanê îrlandî bihele û winda bibe. Lê em bi ‘sempatiyeke çorlêketî’**** xwe dikin mîna îrlandiyan; ditirsin ku dê zimanê me jî têk biçe û êdî berhemên me neyên xwendin û em dimînin li ser hal û tirsa xwe ya ‘pêknehatinê’…
Roja îroyîn, wêjeyek, digel nivîskarên xwe, xwe li ber lerz û ricifa bermirinê hîs dike. Tirsa wêjeya kurdî nayê bilêvkirin û watedarkirin. Lê belê, me şikandinek pêwîst e û em her ji xwe re bibêjin; “heke wêje nîşandaya mêzgirtî ya toqînekê be, di heman demê de dikare bibe (ve)jîndaya serkêş ya tirskuj jî.”
*pêkhatî: bi wateya, mirovê an jî tiştê gihîştî, jêhatî, temambûyî, ji biwêja, "dîkê pêkhatî"
**Krsiteva, Julia, Korkunun Guçleri-İgrençlik Uzerine Deneme, Weşanên Ayiınti, 2004, 29
***http://infowelat.com/pasvecun-u-hilwesina-zimane-irlandi.html?fbclid=IwAR2Mxu3XV0hyh2M6xIuKP1a-P6LmYjNX5RnJpGtGjbozFL3gMdvfEmKWx9k
****Min ev lêker ji helbestkar Ulku Bingol hilda ku wate jê ev e; “pêşî nermbûn û piştre jî rizîna di hundir de ya fêkîyên wekî zebeş, sêv û sewzeyên wekî firîngî, balican.” Têgiha,‘sempatiya çorlêketî’, jî min bi wateya; ‘sempatiya ku ji hundir de pûç û riziyayî ye’, bi kar anî.06.07.2019, Yenî Ozgur Polîtîka