logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?
  2. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  3. Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya
  4. Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne
news-details

Kî Me Ez

Pirsa Cegerxwîn a “Kî Me Ez?”, pirseke ontolojîk (hebûniyê) e. Xwe dişiqitîne warê "existentializm"ê (hebûnparêziyê). Û

  • Dîrok: 29/12/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Pirsa Cegerxwîn a “Kî Me Ez?”, pirseke ontolojîk (hebûniyê) e. Xwe dişiqitîne warê "existentializm"ê (hebûnparêziyê). Û gava mirov dibihîse, mirov ji xwe dipirse, “bera jî, kî me ez?”

Ka îcar em bi giştî bipirsin; gelo Cegerxwîn ev pirs ji kê kiribû? Ev pirs di kîjan mesîlê de ava bûbû û pirsê berê xwe dabû kîjan warî, kîjan armancê, kîjan sedema hebûniyê?

Şa’îrekî Hawarî ye Cegerxwîn. Kovara Hawarê, ne bi temamî be jî, ji alî çavkaniyên ziman û wêjeya modern ve, ew war e ku; hem şêwe û derfetên şi’îra klasîk hem jî yên vegotina gelêrî bi kar anîne û bi vegotin û nivîsar û şi’îrên tê de weşiyayî ve bûye destpêkeke qebûlbar û hêjayî behsjêkirinê a wêjeya kurdî a modern. Loma jî, kovara Hawarê, ji aliyê dîroka wêjeya kurdî ve, hem xaleke berçav e hem jî xaleke werçerxê ye.

Û Hawar, di demeke wisa de weşiyaye ku, berî wê bi çend salan, têkoşîna kurdan a çekdarî,* ji bo hebûnî û bidestxistina mafê xwe di wê demê de ji qonaxa A'yê berê xwe daye qonaxa B'yê.** Qonaxa A'yê bes bi tevgera rewşenbîran a neteweperweriyê pêk tê. Lê qonaxa B'yê, bi tevlêbûna gel, bi şerê çekdarî û bi xebatên wêje û nivîskariyê pêk tê. Loma jî, diviya stûneke girîng a vê qonaxa B'yê temam bibûya û weşînekeke bi bandor û antî-kolonyal biweşiya da ku kêmasiyên ji qonaxa A'yê mayî hinek be jî temam bibûna. Helbet Hawar, ew kovar û weşînek e ku bera bera, ji bo kurdî, wekî navê xwe bûye ‘hawar’ek.

Her wisa, Hawar, ji alî cografyaya ku lê weşiyaye ve xwedî karaktereke piralî ye. Ji ber ku weşana kurdî vegerandiye ser axa xwe û ji nav dilê gelê xwe derketiye û wê çaxê, heta jê hatiye xwe ji pest û zordariya desthilata kolonyalîstên herêmê dûr kiriye da ku karibe derfetên xwe yên bingehîn – ên wekî gihana bo xwendevanan, piştgirîgirtina ji nivîskar û xwendevanan – bi kar bîne. Hawar, ji alî ziman û wêjeyê ve jî, xwedî karaktereke şoreşgerî ye; loma jî cara pêşî bi helbest û nivîsarên şa’îr û nivîskarên Hawarê re bêjara (discours) ‘ûmmet’ê ji nav wêjeya kurdî hatiye derxistin. Û di şi’îr û nivîsarên weşandî de helwesteke sekûler a hewce hatiye danîn û jixwe naveroka kovarê jî taybetiyeke bi vî rengî daye xwe. Û pê re jî, bêjara neteweparêziya kurd di Hawarê de lingê xwe daniye erdê û bi her peyv û hevokên dij-kolonyal hewl û helwesteke bêşik û diyar nîşan daye.

Şi’îra kurdî jî, di kovara Hawarê de, ji du bendan derbas bûye. Yek jê benda klasîk e ya din jî benda pîroziyê ye ku ew jî ji ber klasîzmê û ji ber tîpên erebî pêk dihat. Loma jî, digel Bilûra Min, gelek şi’îrên xwedî teşe û naveroka nû hatin nivîsîn ku hem sekûler bûn hem bi peyvên rojane ên gel dihatin nivîsîn û hem jî pala xwe didan bêjera neteweparêziya kurd. A di vê çarçoveyê de, Kî Me Ez a Cegerxwîn, şi’îrek e ku piştî Hawarê bi deng û nîşaneke taybet hatiye nivîsîn.

Kî Me Ez, wekî teşe û reng mîna pirsê xuya dike. Lê belê ew digel pirsbûna xwe bersiv e jî. Helbet di çarçoveya gramatolojiyê de tenê pirs e. Û ev pirs, berî her tiştî xwedî du aliyan e; pirsa ‘Kî me ez’ hem berpêyî hundir e hem jî berpêyî derve ye. Yanî Cegerxwîn vê pirsê hem ji kurdan dike hem jî ji serdestên kurdan dike. Û wekî helwesteke deconstructiv (jihevxistiner) pêşî dixwaze neyînkirina (înkara) heyî, -neyînkirina hebûna kurdan a serdestên kurdan- parçewesle bike û bi vî awayî pirsê ji holê rake. Loma jî, li hember antî-bersiva ‘tune’ a serdestan***, pirsa ‘Kî me’ saz dike. Yanî, hebûna heyî, ne rasterast, lê belê di ser pirsekê re ava dike û nîşan dide. Ev nîşandan ne tenê ji bo nihêrtin û sekinînê ye. Her wiha, pirsa ku heyînekê nîşan dide, her kesê bihîstî dixe nav liveke hişî û mêjiyî. Û di warê hebûniyê de jî arîşeyekê pê re çêdike.

Bressler dibêje, “Helbest ji hemû huner û zanistan bêtir heqîqetê datîne rastê.”**** Loma Cegerxwîn jî bi pirsa ‘Kî me ez’ berê xwe dide heqîqetekê; ew heqîqet biwara hebûniyê ye; û bi pirsa xwe re gelemşeya hebûniya kurdan di biwareke bêjarî de ji navê radike. Ev jinavêrakirin, bi bêjar û bersiveke teqez û naygengeşekirin li holê ye. Bersiva Cegerxwîn ‘Kurd im ez’ e. Û ev bersiv, heqîqetê datîne rastê, antî-bersivê ji navê radike û bi xwe re jî pênaseyan tîne. Ev pênase, li ser helwesteke neteweyî û dij-kolonyal tên avakirin. Loma jî, helbesta ‘Kî me ez’, di her bendê de bi pênaseyan dest pê dike lê car din bi pirsa ‘kî me ez’ diqede. Ev şêwe, qonaxa xerakirin û avakirina ji nû ve nîşan dide û neyînkirina hatî kirin (yanî antî-bersiv), di nav vê şêwe û pêkanîna deconstructiv de parçewesle dibe.    

Cegerxwîn ew şa’îr e ku xem û gelemşeya wî heye bi heqîqetê re. Ew, heqîqetê wekî tiştekî ku divê mirov bigihîjiyê qebûl nake; ew, heqîqetê wekî tiştekî ku divê hebûna wê neyê gengeşekirin, qebûl dike. Loma jî diqîre Cegerxwîn; bi qîrîn heqîqetê dibêje û di nav vê heqîqeta hanê de, bi helwesteke neteweyî û dij-kolonyal, bi helbesta ‘Kî Me Ez’, arîşeya hebûniya kurdan ku bi destê serdestan hatiye sazkirin, ji navê radike û hebûna kurdan hem li rûyê kurdan hem jî li rûyê serdest û neyînkeran diqîre û dibêje; ‘Kurd im ez!’

* Mebest ji vî şerê çekdarî, serîhildana Şêx Se’îd û pê re jî serîhildana Agirî ye.

** Miroslaw Hroch, têkoşîna neteweyên ji kategoriya duyem, bi sê qonaxan ve diyar dike. –M. Hroch, Avrupa’da Milli Uyanış, İletişim yay., r, 51

*** Antî-bersiv: Bersiva ku wekî bersiv hatiye dayîn lê di hîm û esasa xwe de bersiveke xilt û ne rastîn e.

**** Rexneya Edebî û Qutabekanî (Wer; E. Ye’kûbî), Weşanên Aras, (Raguhestin: Zülküf Ergün, Nerît û Helbest-Weşanên Nûbihar).

29.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Teknolojî û Kurd

ad

Leşkeran êrîşê rojnameger Kirkaya kir

ad

89 cih: Va ye bajar bi bajar bernameya Newrozê

ad

Îngilistan û YE'yê li hev kir

ad

Gotina hefteyê: Bi kurdî perwerdehî qet nabe!

ad

Hêlangeya Sedsala 21'ê a li ser kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

  • 11 05 2026
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

  • 11 05 2026
news

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

  • 11 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname