logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?
news-details

Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî

Pirsa di hişê vê nivîsarê de ev e; gelo wêjeya kurdî, ji klasîkan heta roja îroyîn, li gorî qonaxên ku tê re derbas bûye

  • Dîrok: 11/05/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Pirsa di hişê vê nivîsarê de ev e; gelo wêjeya kurdî, ji klasîkan heta roja îroyîn, li gorî qonaxên ku tê re derbas bûye, yekrehî an jî durehî ye?

Wekî têgiheke zimanî ‘reh’, di xwe de dualîtiyê dihewîne; hem berê me dide bi alî jêderkeke ku kan e hem jî berê me dide bi alî pirhêliya ku kêm-zêde bi jêderkeke dîtir ve bestiyaye. Ji bo ku ez karibim mebesta xwe xweşikî bêjim, ez ê mînakekê bidim: Em darekê bînin ser hişê xwe; bes ‘reh’eke darê a esasî heye û dar bes ew bi xwe ye û dimîne xwe; li hêla din, ‘reh’ên dîtir jî hene ku ji darê dizên (ev jî rehên esasî ne), lê bi temamî ne jê diqetin ne jî pê ve dimînin û di heman demê de dikarin xwe bigihînin rehên dareke dîtir jî; yanî xwe digihînin kan û jêderkên dîtir û reng û awayê wan rehan hinek diguhere. Di vê mînakê de bihevkelijîneke xwezayî heye ku ji derve ve tu destkarî lê nayê kirin û heke durehiyek pêk were jî, bi awayekî xwezayî û jiberxweve ye.

Îcar, ji bo ku em ji mijara xwe averê nebin, em ê durehiya ku mijara biyolojiyê ye daynin hêlekê û berê xwe bidin ‘durehiya’ ku di biwara çandê de pêk tê. Çand, wekî reng û awayê jiyînê, ji bo her gel û netewe xwedî cihêtiyên diyarker e. Loma jî, çand bi tena serê xwe, -digel hêmanên ku di xwe de dihewîne- dikare zanaveke çandî (identity) jî saz bike. Û hêmana sereke a vê zanavê jî ziman e. “Mirov dikare bide ser du rêyan û ji zanava çandî fam bike. 1) Zanava jêderkparêz ku bergirtî û teng e, 2) Zanava dîrokî ku bervekirî û hewînyar e. A yekem diparêze ku zanava çandî, diyardeyeke temambûyî û kakileke stewandî ye. A duyem jî diparêze ku zanava çandî her tim xwe hildiberîne û ew ê tu carî temam nebe.”*

Her wiha, çendî ku ev her du rê hene jî, di jîyana liger de, bihevkelijîn û hevbandoriya çandan ji sînorê van pênaseyan der e. Loma jî Bourse dibêje, “Her çand, ji têkelî, ji durehî û ji danûstandinê pêk tê…” û “…ev danûstandin jî li gorî helwesta zimanî diyar dibe.”** Nexwe em dikarin bêjin, çendî ku bandor û pevkelijîna behsjêkirî, ji alî çanda serdest ve erênî û ji alî çanda bindest ve neyînî ye jî, nêrîn, qebûl û helwesta ji bo ziman dayikê heyî, di heman demê de ast û benda bandora çandeke dîtir jî diyar dike. Û em dikarin bêjin, ziman hem di diyarkirina zanava çandî hem jî di hevbandoriya çandan de diyarker û bandorker e. Û bandor û rengê vê zanavê, di ser dîn, ziman, desthilat û hwd. re bandora xwe bêtir dide der.

Gava di ser van agahiyan re em bala xwe bibin ser wêjeya kurdî, em ê karibin bêjin;

a) wêjeya kurdî a klasîk, durehî ye; ji ber ku; di ser dîn re desthilatek heye û ji hêla zimên ve hevbandoriya zimanên erebî û farisî diyarker e li ser û pê re jî, çendî ku zimanê esasî,-yanî reha darîn- kurdî be jî, wekî teşe û şêwaz û pîvan, li ser çanda wêjeya erebî û farisî ye.

b) wêjeya kurdî a modern, durehî ye; çendî ku ziman kurdî ye jî, ji hêla dinyabînî û famkirina ji jiyan û çanda xwe ve û ji hêla teşe, şêwaz û naverokê ve ne yekreng û ne yekreh e û hem ji çand û zimanê serdestên xwe- tirkî, erebî, farisî- hem jî ji çandên dîtir, -ewoûpî, amerîkayî, rûsî û ên din- têra xwe bandor hildaye.

Nexwe, em dikarin bêjin, bes hin berhemên wêjeyî ên folklora kurdî û pê re jî gotinên helbestî ên gelek kilamên dengbêjiyê û ên stranên gelêrî dikarin ji bo “wêjeya yekreh” bibin mînak û ew berhem ji “rehên darîn” in.

Û divê ez bêjim ku; durehîbûna wêjeya kurdî, ne kêmasiyek e û di wateya pênaseya Bhabha de, ku dibêje, “…heke li ser ‘reha darîn’ bê danîn û li ser ‘reha darîn’ rabe, durehiya bindestan dike ku bêjara (discourse) kolonyal têk biçe û kirdetiya reha bindest bibe diyardeyeke dîbar (visible).”***

Loma jî, divê em qebûl bikin ku roja îroyîn, tu berhemeke wêjeyî a kurdî ne “yekreh” e. Lê belê, ji bo ku bindestiya kurdî lê nebe dezawantajek, pêwîst e em ji hemû rehan zêdetir bi “reha darîn” ve vebestî bin û rehên dîtir di hemd û hêla xwe de stûr û xurt bikin û berbelavî reh û darên dîtir bikin.

*Larrain Jorge, (1995) İdeoloji ve Kulturel Kimlik, Sarmal Yayinevi, 217

**Bourse, Michel, (2009), Melezlige Ovgu, Ayrinti Yayınevi, 18-28

***Bhabha, Homi, K. (2016), Kulturel Konumlaniş, İnsan Yay, 103

11.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Serkeftiyên Pêşbaziya Mîhrîcana Osman Sebrî pirtûkên xwe îmze kirin

ad

BDP û KCD çalakiyên 'raperîna sivîl' dide dest pê kirin

ad

Dozger ji bo îfadeyê bangî mebûsên HDP'ê kir

ad

Rêya Eto'o, Deco û Ronaldinho bi ku ve ye?

ad

Adele bi '21'ê bendava 10 mîlyonî derbas kir

ad

Demirtaş: Em xweseriya Kurdistanê nîqaş bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname