logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  3. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  4. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  5. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
news-details

Rihê zimên

Em bi pirsekê bidin ser rê. Gelo zimanek bi çi awayî dibe xwedî rih. An jî em dikarin pirsê di warê şûngehê (mekan) de t

  • Dîrok: 20/10/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Em bi pirsekê bidin ser rê. Gelo zimanek bi çi awayî dibe xwedî rih. An jî em dikarin pirsê di warê şûngehê (mekan) de transpoze bikin û bipirsin; gelo rihê zimanekî çawan tê fam kirin?

Rihê zimanekî, hêmana esasî û sereke ya wî zimanî ye ku xwe di rengê xwe yê xwezayî û hîmî de dide der. Her wekî rengê çermê mirovan; ku ji zikmakî ye û heta mirinê tu çi jî bikî tu nikarî ne çermê xwe ne jî rihê zimanê xwe ji xwe bikî. Nexwe, rihê zimanekî, parçeyek e ji endamên wî zimanî û taybetîyeke diyarker e; ji zikmakî ye û ev taybetî ancax bi rizînê, bi pûçbûnê jê diçe.

Îcar, pûçbûna ku em behsa wê dikin jî, mirina rih bi xwe ye.

Baş e. Nexwe, em dikarin bi nêrîneke Fanonîst bêjin, mirov xwe li heft avên zelal jî bixin, nikarin rengê çermê xwe, yanî rihê zimanê, xwe biguherînin. Û di ser vê bingehê re, em dikarin bêjin; herî dawî ziman dimire.

Loma jî, di her dem û warî de ku serdestan warekî, welatekî dagir kiriye yan jî li wir pêkanînên kolonyal û kapîtalîzma modernîst bi cî anîne, serê pêşîn wan dest avêtiye ziman. Ji ber hindê ye ku di pêkanînên guherandina rengê rihê mirovekî yan jî gelekî de, serdestên kolonyal pêşî ziman qedexe dikin, lê yekser hewl nadin ku rihê zimanekî bi derbekê re bişikînin û têk bibin. Belê, loma ye ku ew pêşî dest diavêjin hemû hêmanên çandî yên di nav zimanekî de dihewin. Û di heyra jiyanê de jî, bi rê û rêbazên kapîtalîst, heta ji wan tê qeramên jiyana mirovan giran dikin. Û rewşeke wisa çêdikin ku mirovên xizan an jî ên halxweş dibêjin qey heke ew xwe li ber wan stûxwar nekin ew ê vê carê ji birçînan bimirin. Herçî mirovên maldar in, ji bo ku ji zengîniya xwe kêm nekin, bi dilxwazî û dilxweşî stû li ber pêkanînên kapîtalîst û kolonyal ditewînin. Tew hevkariyê jî digel kolonyalîstan dikin.

Ev hemû bi rêya ziman çêdibe; bi zimanê serdest(an). Bi zimanê ku ne ji rihê dayika bindestan e. Loma jî, her cara ku zimanê serdest tê bikaranîn, rengê rihê mirovê bindest, yanî rengê çermê wî, her ku diçe diguhere. Diçilmise, beqem dibe û dikeve qonaxa pûçbûnê.

Û herî dawî ziman dimire.

Loma ye ku car caran em di nûçeyan de dixwînin ku nizanim li ku dera dinyayê mirovek mir û zimanek jî pê re mir. Çima? Ji ber ku wî kesî li ber xwe daye li hember pêkanînên serdestî, kolonyalî û netewedewletî yên hişk ê hola û ji mirovatiyê der û dev ji zimanê xwe bernedaye. Bi her halî, kinc û kirasên wî mirovî, awayê rabûn û rûniştina wî a adetî û hemû rê û rengên jiyana wî a ji bavûkalan mayî hatiye guhertin. Lê belê wî reng û kirasê xwe yê esasî neguherandiye; reng û kirasê ku dayika wî/ê dayê heta mirinê ji xwe nekiriye. Loma jî zimanê wî heta mirina wî pê re zindî maye.

Erê, herî dawî ziman dimire.

Loma ye, hêmana sereke ya hebûna gelekî, neteweyekê, ziman bi xwe ye. Loma ye rengê esasî yê gel û neteweyekê, ziman e. Û ji ber hindê ye ku gotinên me û gotinên serdestên/mêtingerên me li hev nakin; rengê wan nadin hev. Ji ber wê yekê ye ku hestên me, qîrînên me, êşên me, dilxweşî û şîn û şahiya me ne mîna hev in. Loma ye serdest tim hewlê didin me bixapînin. Mêtinger tim dixwazin me ji mesîla rihê dêya me averê bikin. Ew dixwazin em bêjin qey em ê bi zimanê wan bibin mirov; em ê bi zimanê wan heyî bin; zimanê wan wê me bibe têxe nav mirovan û em ê pê bextewer bin.

Erê, çendî ku herî dawî ziman dimire jî, divê ne pêşî ne jî dawî; kurdî nemire.

Ew rengê hest, êş û rabûn û rûniştin û jiyanê ye. Ew xwediyê dil û mêjî ye. Ew war e. Warê ku ancax dikare bi dil û kezeba dayikan ava bibe. Rihek e ku bi hest û hembêza dayikan heyî dibe. Kan e. Kana ku rih jê avê vedixwe.

Û her û her di qîrîna, “Ez bi qurbana birîna te bim” de dihewe.
20.10.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Festîvala Şanoyê ya Stenbolê dest pêkir

ad

Komey Diyalogî qeybî destnêdayişê mebûsan veng vet

ad

Oscarên Fransayê hatin belavkirin

ad

Ji sporê 5 nûçeyên derketine pê

ad

Wekî din rojname tune hûn bixwînin?

ad

Nehiştin 'Bakur' bê nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname