logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Tarîderya: Çîrokek dilperitîner ya penaberan

Romanivîser Mahmut Yamalak yek ji girtiyên azadiyê ye ku bi “muebbetê” hatiye cezakirin. Bi xwe ji navçeya Dûtaxê ya ku

  • Dîrok: 03/02/2015
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik


Romanivîser Mahmut Yamalak yek ji girtiyên azadiyê ye ku bi “muebbetê” hatiye cezakirin. Bi xwe ji navçeya Dûtaxê ya ku girêdayî bajarê Agiriyê ye. Bi romana xwe ya “Mermer Kanatli Kuşlar” gelek deng vedabû. Romana wî ya duyem bi navê “Tarîderya”yê ji Weşanên Aramê di sala 2013’yan de derçûye. Berî ku ez li ser romanê şirove û nêrînên xwe bînim zimên di kesayetiya Yamalak de hemû têkoşerên azadiyê silav dikim û cesareta wan ya dilpolayî bi hurmet bi bîr tînim. Ji ber ku ew ên ku ji bo azadiya gelê xwe bi her awayî têdikoşin, dema hin derfet ji destên wan tê girtin, li hêviya Godotî nasekinin, vêca alav û amûrên têkoşînê diguherînin, di girtîgehan de çeka berxwedanê vediguhere pênûsê û têkoşîn di qada nû-zindanê- de bêsekan didome. Bi vê hewldana xwe jî kevneşopiyek nû diafirînin, hîmê wêjeya di zindanan de datînin û şax û berên wê jî li seranserê welat belav dikin. 

Roman bi çîroka keçikek dozdeh salî ya ku di rêwîtiya li ser Deryaya Spî rastî bagerê tê û bi alîkariya kulorîkekê bi nîvmirî xwe digihîne peravê Îtalyayê dest pê dike. Hefizeya xwe winda dike, ji ber travmaya jiyaye wextekê di nexweşxaneyê de dimîne û paşê rahîbeyek xwedîtiyê lê dike û wê dibe di dibistana rahîbetiyê de dide xwendin. Navê vê keçika bêsiûd di keştiyê de Sîya ye lê bi gihîştina wê ya bi Îtalyayê re êdî Marîa ye. Dîrok 1998 e. 

Bi kurtasî çîrokek dilperitîner ya penaberan e…

Marîa bi derbasbûna salan re rojek dema li kolanên bajêr-ku nivîskar nav hilnedaye- dimeşe “newayek” dibihîse û piştî vê dengbihîstinê derûniya wê xerab dibe. Carinan bi alîkariya psîkologan, carinan bi alîkariya bijîşkan jiyana xwe didomîne… 

Marîa rojek di nexweşxaneyê de bi tesadûfî rastî malbatek kurd tê. Ferman û dayika wî ya nexweş. Fermanê ku bi salan di hefsê de mayî li bajarekî Îtalyayê ku li keviya Behra Spî ye diya xwe dibe nexweşxaneyê û divê navê de pêrgî Marîayê tê. Piştî hevnasînê Ferman Marîayê dibe mala xwe. Marîa bi alîkariya Ferman bajar bi bajar li nasên xwe digere lê mixabin kesî nabîne. Marîa êdî xwe wekî keçikek vê malbata kurd dibîne. Vê malbatê jî ji ber zilm û zora dewleta Tirk xwe bi penaberî avêtiye welatê Îtalyayê. Mînak Ferman deh salan di zindanê de mayî û ciwaniya xwe di zindanan de borandiye. 

Piştî teseliya li bajarên Îtalyayê vêca Ferman û Marîa ji bo şopgerandinê diçin Fransayê û bi hin mirovên ku ji zûde li wir bicihbûyî re têkiliyê datînin daku agahiyek li ser malbata Marîayê bi dest bixin. Reşoyê bi karê tekstîlê ve mijûl e û Cemîleya hiqûqnas gelek alîkariya wan dikin. Hetanî li hemû parzemîna Ewropayê li şopa malbata Marîayê digerin, tu encamek erênî bi dest naxin. 

Di vegotina romanê de em bi trajediya penaberên ku tên Ewropayê jî dihesin: Yên ku hêj negihîştine reşahiya Ewropayê li hin giravan tên girtin û di kampên wir de bi salan dimînin, hin penaberên ku li ser Derya Spî di kampên wekî keştî hatiye amadekirin de dimînin, hinên ku xwe gihandine reşahiya Ewropayê jî di kampên di bin erdan de hatiye çêkirin de dimînin. Û hejmara wan ji dused hezarî jî zêdetir e. Her penaberek çîrokek xwe ya têr-êş heye.

Reşoyê ku wekî dedektîfekî li pey şopa malbata Marîayê ye, di dawiyê de hevalekî ku bi birayê Marîayê re li Heftanîn û Bestayê hevaltiya gerîlatiyê kiriye û di şer de çend organên xwe winda kiriye dibîne û wan tîne cem hev. Marîa bi çavên hêsirî li çîroka Salih û birayê xwe ku navê wî Sîdar e guhdarî dike, ji bo birayê xwe bibîne hêviyan dermale dike. 

Ev hêviyên Marîayê di esasê xwe de ger û lêkolîna li nasnameya xwe ya parçebûyî û windabûyî ye. Ev nasnameya ku Marîa bi qewimîna bager û qezayek deryayî jê dûr ketiye wê rehet nahêle, derûniya wê xerab dike û berî kêliyek dixwaze bigihêje wê nasnameya jandar. Bi vê mebestê ger û lêkolîna xwe ya li Ewropayê kuta dike û bi agahiyên ku ji Salih fêr bûyî, berê xwe dide Stenbolê.  Di vê rêwîtiyê de Ferman jî pê re ye û ev rêwîtî jiyana herduyan jî diguherîne. Lewre evîna Ferman û Marîayê jî li Stenbolê dest pê dike. Ev jî qaydeyek jiyanê ye ku bextewerî û janên mirovan di hembêza hev de mezin dibin…

Li Stenbolê jiyan surprîzek pêşkêşî Marîayê dike, ji ber ku Marîa berî bigihêje birayê xwe yê wextek gerîlatî kiriye, xwîşka wê Hêlîn dertê hemberî wê.

Di vegotina bûyeran de em fêr dibin ku xwîşka Marîayê –Hêlîn- jî li Stenbolê li pey aqûbeta malbata xwe ye. Çimkî Hêlîn jî hem xwendekara zanîngehê ye û hem jî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî di hefsê de mayiye. Ji ber vê sedemê, ji dê û bavê xwe veqetiyaye û hevdu winda kirine, piştî wextekê hîn dibe ku malbata wê bi keştiyê koçberî Ewropayê bûye, lê agahiyên zelal bi dest neketiye. Hêlîn li cem xalê xwe dimîne û dixwaze bigihêje malbata xwe. 

Hêlîn û hevalê wî Amed rojek di rûpelek rojnameyê de rastî îlanekê tên ku têde qala endamên malbateke windabûyî tê kirin. Lewre Marîaya ku bi pey şopa malbata xwe ketibû, hatibû Stenbolê îlana windahiya malbata xwe dabû rojnameyê. Ev îlana rojnameyê dibe alîkar ku herdu xwîşk bigihêjin hevdu. Bi vê jî namîne, piştî lêgerînek dorfireh Reşo li Başûr digihêje şopa Sîdar ku birayê van herdu xwişkan e û di dema gerîlatiye de nigekî xwe winda kiriye, çîroka romanê bi gihîştina van du xwişk û birayî ve diqede.

Em di herka romanê de paralelî vegotina li jor, der heqê rêwîtiya penaberan de jî dibin xwedî agahiyên hûrûkûr. Qefleyek penaberên ji neteweyên cihê yên wekî efgan, hindû, ereb, kurd û efrîkî ji hêla çeteyek qaçaxçiyan ve li nîvenga Behra Spî di keştiyek rizî, xirope de tenê têne hiştin û piştî demekê ev keştî noqî bin avê dibe û bi sedan mirov dimirin. Marîa ya ku navê xwe yê rastîn “Sîya”ye tevî xwişk, bira, dê û bavê xwe jî di vê keştiyê de ye.

 Rêwiyên keştiyê dema pê dihesin ku qaçaxçiyan ew tenê hiştine û ji keştiyê reviyane, dikevin sawa mirinê. Her yek dixwaze xwestek û hêviyên xwe yên nîvcomayî ji yên dora xwe re vebêje. Û em carê çîroka rabirdûya yekî guhdar dikin, pê re jî çendên din qala hêviyên derheqê dahatûya xwe de dikin. Di keştiyê de bi qasî pênc sed kesî hene ku piraniya wan kurdistanî ne. Û hêviya wan tenê hatina keştiyek ber bi wan e an jî hêza ba û pêlên deryayê ye ku wan bigihîne qeraxê welatekî… Lê ev hêvî û xwestekên wan yek jî pêk nayê. Her roja ku diçe hêviyên wan diçilmise, derûniya wan xerab dibe. Piştî hefteyek wan li ser deryayê diqede êdî tîbûn, birçîbûn, derûniya bêhêvitiyê ruhê gelekan dadigire û yên dîn dibin, yên xwe ji keştiyê davêjin avê û xwekuştinan pêk tînin, dertên holê. Ji vê pê ve jî pevçûna di navbera penaberan de dibe sebeb ku bi dehan mirov bên kuştin û laşê wan deryayê bi xwînê sor bike. Li hember van tevliheviyan çend mirovên nehs û kone vê rewşê wekî fersendekê dibînin, daku azweriyên xwe yên desthilatiyê pêk bînin. Bi pêşengiya Zekî li hev dicivin û rêveberiyekê saz dikin. Ev rêveberî jiyanek komînalî ava dike, hemû xwarin û vexwarinan ji mirovan distîne û desthilatiyek wekî desthilatiya dewletokekê ava dike. Di destpêkê de mîna ku bi dilek saf û niyetbaş dixuyin. Serekê wan Zekî ye. Lê piştî demekê ji dewletên herî zalim jî zalimtir derdikevin û mirovên di keştiyê de ji tirs, pest û pêkutiya wan newêrin nefesê jî bigirin. Li gorî “qanûnên xwe” mirovan sûcdar dikin, hinan ji keştiyê davêjin behrê û dîktatoriyeke leşkerî diafirînin… 

Tarîderya, romana mirovên di nîvenga deryayê de bi tena serê xwe hatine hiştin û di nava bêçaretiyê de bi melûlî li asoyên hêvîkuj dinihêrin e…

Tarîderya ne tenê romana dilperitîner ya penaberên li ser Behra Spî gav bi gav ber bi noqbûnê ve dihere ye, ew di heman demê de wêneya dewletên zulimkar yên li Rojhilata Navîn e ku mirov ji zilma wan direvin û xwe dihavêjin bextê qaçaxçiyan, bextê behrê, bextê peravên Ewropayê… Çimkî di nava mirovên di keştiyê de, bi dehan mirov hene ku bi deh salan di zindanan de razane û piştî derketina ji zindanan xwestine ku ber bi cîgehek azad ve herin…

Trajediya di Tarîderyayê de tê vegotin û diqewime ger wekî “encam” were dîtin, sedem jî dewletên dîktatoryal in. Di serî de jî dewletên ku li Kurdistanê jiyan li mirovan teng kirine. Çimkî bi dehan mirov dema qala çîrokên xwe dikin bi awayek misoger qala ragirtina xwe ya di hefsê de dikin. 

Tarîderyayê di heman demê de jiyana zindanê ya di kesayetiya mirovî de birînên kûr vekiriye û nayê jibîrkirin jî aniye zimên.

Tarîderya ew romane ku xemgîniyek di hişê mirovî de diafirîne, rengê bexteweriyê nîn e. Lê ev xemgînî ne bêhêvîtî ye, tenê ravîkirna rastiya jiyanê ye. Awêneyek e li heyamek bêbext ya ku mirov mecbûrî koçberiyê kiriye. 

Tarîderya rexneyek e li mirovên ku cih û warên xwe xalî dikin û piştê didin welatên xwe û ber bi çarenûsek nediyar ve gavan diavêjin.

Tarîderya di heman demê de rexneyek e li wan mirovên ku bi nexweşîna desthilatiyê ketiye, di rûdana herî biçûk de wekî çareseriyê serî li şîdetê didin û li kû dibe bila bibe di derfeta herî biçûk de raseriyê li hemcinsên xwe yên bêçare û bêhêz dikin û hefsarê rêveberiyê digirin destên xwe ye… Ku ev cih keştiyek rizî û xirope ya ber bi mirinê ve wekî hêlekan li ba bibe jî.

Bi hêviya ku “Tarîderya”yên me veguherin ronîderyayan…

firatt_muratt@hotmail.com

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Pilingê Serhedê: Xormek û Cibirî 

- Eşqa ku Dev jê Nayê Berdan: Ax û Azadiya Welat 

- Asoyê Dînan: Romana bi henase û gulbangên kurmancî hatiye xemilandin 

- Manî: Pêxemberê ku ji malbatek esilzade tê 

- Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar

- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar

- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poşmanî

- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar

 - Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me

- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî 

- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’

- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê

- "Dilya û Zalar" - 2

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar

- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’

- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz      

 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Ji bo çapemeniya kurdî hestê neteweyî lazim e'

ad

Festîvala Fîlman a Stenbolê deriyê xwe vekir

ad

Şaredariya HDP’ê her roj li 3 hezar mexdûrên erdhejê xwarinê belav dike

ad

Ji çar parçeyan helbestvanên jin ên kurd hat gihîştin hev

ad

NASNAMEYA MÎLAN KUNDERA

ad

Rojek e*

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname