Mahmut Ozçelik
“Leyla Fîgaro” romana birêz Îbrahîm Seydo Aydogan ya duyemîn e û ji weşanên Elmayê di sala 2003î de derketiye. Romana wî ya ewilîn jî bi navê “Reş û Spî” di sala 1999an de çap bûbû. Mijara romana ewilîn Reş û Spî, trajediya kurdan ya salên bûyerên kiryar nediyar e. Bûyerên bi kuştina Seydoyê welatperwer ve girêdayî, dû re koçkirina malbatê ya ber bi Stenbolê û li wir jiyana malbatê ya di bin derûniya xerîbiyê de, xasma jiyana Robîn ya ku di bin bandora kuştina Seydo de mayî, nakokiyên nava malbatê bi hûrgilî tê vegotin. Û piştî derbasbûna heyamekê li rojava, Robîn debar nake ji Stenbolê vedigere Amedê, diçe ser mezelê birayê xwe hêsiran dibarîne û di dawiyê de jiyana wî jî bi awayek xumam li kêleka birc û sûrên Amedê bi dawî dibe…
Lê mijara min romana wî ya bi navê “Leyla Fîgaro” ye. Roman, bi xeyîdîna Leylayê ku mala xwe di sibehek sar de diterikîne, dest pê dike. Leyla di payîzek sar ya ku ba pel û pûşan bi ser hev de diqulipîne, bi şefeqê re ji mal derdikeve û di nava fikir û mitaleyan de, ber bi bajêr dimeşe. Meşa wê di heman demê de wê dibe bîranînan, dema di ber dara gûzê ya ku li kêleka rê ye re derbas dibe bîranîn xwe lê dipêçin. Di vê destpêkê de vebêj carinan nivîskar e û carinan jî lehenga romanê Leyla ye. Vebêj-nivîskar qala bedewiya Leylayê û derûniya wê ya bi terka malê re pê re peyda bûye dike. Leyla jî qala hin bîranînên xwe dike.
Nivîskar du rêbazên vegotinê bi kar aniye: Bi rêbaza diyaloga hundirîn/îç diyalogê re Leyla xwe bi xwe re dipeyive û di nava dudiliyekê de ye. Carinan dixwaze ku vegere malê. Dîsa bi rêbaza “veçirîna hundirîn”/îç çozûmlemeyê re carinan nivîskar qala cîhana hundirîn ya lehenga romanê/Leylayê dike. Em bi van herdu rêbazan hay ji derûniya Leylayê dibin ku ji hêlek de ji hevjînê xwe yê ku pênc sal e pê re zewicî ye hez dike, ji hêlek de jî êdî nikare pê re jiyanê bidomîne û biryara veqetînê dide û di sibehek sar ya payîzê de malê diterikîne. Lê romannûs qet behsa sedema ji hev veqetînê nake. Bi Leylayê re derûniyek bi dualîzmê ve girêdayî heye ku di navbera erê û nayê de dihê û dihere. Carinan poşmanî lê der dibe, xwe sucdar dibîne ku biryara ji mal derketinê daye. Di dawiyê de xwe dihavêje kafeteryayekê û ji bilî wê hêj kesek nehatiye. Bi berkarê wir re dikeve diyalogê û bi alîkariya wî taştêya xwe dike û ji lênûska di bêrîka xwe de veşartî, li hin navnîşanan dinihêre û di dawiyê de biryarê ji bo mala Xaltîka Cemîlayê dide û bi trênê berê xwe dide wir. Di dema çûna wir de jî çavên wê her li paş e ku gelo Fîgaro dê kîngê were û wê vegerîne. Lê mixabin ne Fîgaro tê, ne jî ew hêza vegerê di xwe de dibîne. Bi moraleke xerab û bi çavên hêsir jê dibarin, xwe digihîne mala Xaltîka Cemîlayê û xwe dispêre wir. Lê zêde li wir namîne, piştî xwarina firavînê vedigere mala xwe. Bi vegerê re dîmenê ku ji baxçeyê malê ve dest pê dike û hetanî qata duyem ya xanî dibîne, wê metelmayin dihêle. Lewra derê xanî vekirî ye, her der tevlihev e û hin alav jî ji hêla Fîgaro ve hatine şikestin. Leyla li hember vê wêraniya der û dora xanî, tenê xwe dispêre hestên xwe yên hundirîn û digirî… Û dûre taqet têde namîne û li erdê dirêj dibe. Di wê navê de cîrana wê ya bi laşfiroşiyê debara xwe dike, tavilê tê alikariya wê û tevî zilamê ku jê re simsariyê dike, wê dibe mala xwe. Piştî derbasbûna demekê Leyla tê ser hişê xwe û ji mirovê simsar pê dihese ku Fîgaro ber bi termînala bajêr çûye.
Di vê pêvajoya veqetînê de Fîgaro jî di nava tofana ramanan de bê nefes dimîne. Dîsa bi rêbaza diyaloga hundirîn em dibînin ku Fîgaro qet neqayile ku hevjîna wî malê biterikîne. Û li ber paceyê her çûna wê dişopîne, hey dipê ku hevjîna wî vegere malê. Di vê navê de fikirên tevlihev di mêjiyê wî de dilivin; diçe rabirdûya xwe, rojên xweş û geş yên bi wê re derbasbûyî bi bîr tîne û di nava malê de her tişt û her cih hevjîna wî/Leylayê tîne ber çavan û ev rewş wî di kûrahiya deryaya bîranînan de dixeniqîne. Tenê di tiştek de teseliyê dibîne, ew jî di sibeha xwedê de vexwarina araqê ye… Di vê dema wî ya dike ku bi serxweşiyê her tiştî ji bîr bike de, cîrana wê ya navê wê Dîlber e, li mala xwe bi karê xwe yê rojane ve bilî ye: Qehpitî/laşfiroşiyê dike. Mala wê di vê hêle de qet vala namîne yek dihê û yek dihere. Lê Dîlber ji vî karî êdî bêzar bûye û xeyalê zilamek ku jê re hevjîniyê bike, dike; derdikeve balqona xwe û li tevgerên cîranê xwe –Fîgaro- dinihêre û li gorî xwe hin tiştan difikire, bi dûrbîna xwe der û dorê, mala cîranê xwe raçav dike û dixwaze ji tevgerên Fîgaro tiştinan bielime û bi ser de jî bi tevgerên xwe yên aşifteyî dixwaze ku Fîgaro bi hebûna wê varqile. Lê Fîgaro bi derdê xwe re mijûl e, piştî hevjîna wî/Leyla malê diterîkîne, dîn û har dibe; ji hêrsan ewilîn baxçeyê malê serobin dike; fisqiye, giha û kulîlkên rengê jiyanê ne, hemûyan belawela dike, paceya xanî dişkênîne û jiyana bê Leylayê bê wate dibîne û malê diterikîne.
Romannûs di beşa “Bedewê” de qala evîna Fîgaro û dildara wê ya ewilîn ku ji ber xweşikî û bedewiya wê Fîgaro navê wê wekî Bedewê daniye, dike. Di vê beşê de evînek wisa tê sêwirandin ku mirov tu carî bawer nake ku rojek têkiliya wan dê biqede. Lê mixabin ev hezkirina evîndaran ya dikir ku yek ji bo yê/a din xwe bike gorî, tenê du mehan diajo û di dawiyê de Fîgaro rastî hêvîşikestinek mezin tê û carinan difikire ku dawiyê li jiyana xwe bîne. “Bedewa” wî bêyî ku riyek ji bo lihevhatinê bihêle, dev ji Fîgaro berdide û di dawiyê de ev hevok di hişê Figaro de hêlîna xwe çêdike:” Di evînê de her tişt ji zilam re dimîne. Kêfa wê jî û kerba wê jî û barê wê jî…(r. 88). Lê mixabin kêf ji zû de fûriyaye û tenê kerb û barê giran yê bîranînan ji Fîgaro re maye…
Di romanê de beşek bi navê “Qedera Fîgaro” heye ku wekî pirtûkek nehatiye nivîsîn tê pênasekirin û di vir de qala qonaxên evînê tê kirin: Wekî pêşevîn, naskirina hevdu ya evîndaran, rêka evînê û herî dawîn jî evîna rasteqîn. Û di her qonaxê de dema pirsgirêk derdikeve û tirsa veqetînê xwe dide der tenê êş û jan ji evîndaran re dimîne û dermanê vê êşa evînê jî an jibîrkirin an jî xwe spartina evîneke din e. Lê Fîgaro van herdu riyan jî napejirîne û wekî dermanê dilê xwe tenê vegera Leylayê dibîne.
Leylaya ku ji ber çûna Fîgaro gelek xemgîn dibe û bi alîkariya cîrana xwe ya ku nedinasî, tê ser hemdê xwe û dema hêj li mala cîrana xwe ye, dibîne ku lempeyek mala wan vêxistî ye, bi lez bi hêviya ku Fîgaro vegeriyabe dihere mala xwe û dibîne ku delalê ber dilê wê vegeriyaye, li hev dibanin û cîrana xwe ya di dema teng de alîkarî jê re kiribû dîsa jibîr dike…
Di romanê de peyamek jî ew e ku ji hêla civakê ve jinên ku ji ber sedemên cur bi cur bûne laşfiroş û ji civakê hatine vederkirin û derheqê wan de her kes tiştinên xerab difikire, di dema herî teng ya cîrana xwe de xwe ji tu fedekariyê nade paş û bi dilovanî, mirovperwerî û bi berpirsiyariya cîrantiyê tevdigere û Leylayê tenê nahêle…
Di romanê de cih ne zelal e. Tenê qala bajarek biçûk tê kirin ku li jêra wî çemek diherike. Wekî din tu agahî an navek derbas nabe. Dem jî tenê wekî payizek sar ya bi ba derbas dibe û wekî din em ji bikaranîna telefonên destan/mobîl yên evîndaran fêr dibin ku dem dema teknolojî bi pêş ketiye ye.
Dîsa Fîgaroyê ku di xaniyek du qatî de rûdine bi tu awayî em nizanin ku bi çi karî debara xwe dike. Tenê qala rojek wan tê kirin.
Nakokiyek jî ew e ku nivîskar lehengê romanê Fîgaro wekî mirovekî hemdem/modern dide nasîn ku dema bi hevjîna xwe-Leylayê- re li ser veqetînê/cihêbûnê dipeyive wiha bersivê dide wê: “Çawa di serî de te xwastibû ku tu bi min re bijî, niha jî mafê te heye ku tu nexwazî bi min re bijî (r. 32). Lê xwediyê van gotinan dema Leyla malê diterikîne dibe mirovekî rojhilatî, êrîşkarî û hêrsbûn mêjiyê wî radipêçe, tehemûlî çûyina çend saetan ya hevsera xwe nake, di sibeha xwedê de xelasiya xwe di vexwarina araqê de dibîne, bi vê jî nahewe paceyên xanî dişkênîne, xisarek mezin dide der û dora malê, tiştek sax li holê nahêle û ji malê derdikeve û di nava bajêr de winda dibe…
Zimanê romanê gelek sade ye û bi qasî sadebûnê jî herikbar e. Lê dewlemendiya bûyersaziyên bi hev ve girêdayî yên di romana Reş û Spî de di vê romanê de zêde naxuye. Û ev roman di bin siya romana wî ya ewilîn -Reş û Spî- de maye. Dîsa her du lehengên romanê -Leyla û Fîgaro- bi vegotinek wisa xemgîn malê diterikînin ku xwîner qet ne li bendê ye ku vegerin malê, lê romannûs xwîner di şaşwaziyek de dihêle û her du hevseran bi awayek ku xwîner ne li bendê be vedigerîne malê û wan bi hev dide hembêzkirin û me jî ji xwendina romanên ku bi gelemperî bi derd û kulan diqedin û hundirê me reş dikin, rizgar dike.
Leyla Fîgaro/Îbrahîm Seydo Aydogan/Weşanên Elma, 2003
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar
- Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî
- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’