Mahmut Ozçelik
“Mirina Bêsî” yek ji wan romanan e ku romannûs di derheqê heyama cînayetên “kiryar nediyar” de pênûsê dilivîne. Ew heyama tarî ku bûbû sedema travmayên civakî û rojê bi dehan mirovên welatparêz, li kuçe û kolanên bajaran, li ber çavên mirovan dihatin kuştin û kujeran dest û piyên xwe li ba dikirin û xwe dispartin baregehên bi têlsincikan dorpêçkirî û hêza tu kesî tunebû ku ji wan destbixwîniyan hesap bipirsiya. Ta ku pêla gel ew bi lehiya xwe ve xeniqandin…
Roman bi dîbaçeyek/pêşgotinek ku peyama “dibe ku can û cest û bedena mirov dîl/êsîr bê girtin lê giyanê mirovan tu carî dîl nayê girtin” dest pê dike. Dîsa roman wekî sê beşên ku bi navê Perde (1), Perde(2) û Perde(3)yê hatiye navandin didome. Roman ji hêla romannûs Dilawer Zeraq ve hatiye nivîsîn. Bi rastî nivîskar Dilawer mirovek di hêla wêjeyê de hilberîner e. Em wî hem ji nivîsên wî yên di A.Welat de tên weşandin, hem jî bi nivîsên wî yên di Kovara “W”yê de ku du mehan carê dertê ji nêz ve dinasin.
Di destpêka romanê de nivîskar cih daye şekilê “sêgoşeyek” ku goşeyên wê bi tîpên A, B û C yê hatiye kifşkirin û wekî navenda sêgoşeyê jî tîpa “G” yê kifş kiriye. Û roman jî di herka xwe de bi şêweyeke hetanî niha min di vegotina romanan de nedîtiye, bi beşên taybet yên ku bi van tîpên girdek hatiye dabeşkirin didome. Beşa ku bi “G”yê hatiye navandin, wekî navend û kakilê romanê dixuye ku di vê beşê de revandin û kuştina lehengê romanê Hogirî ku ji hêla tîmek taybet ve pêktê, tê vegotin. Ev mijara ku nivîskar hilbijartiye di rastiya xwe de vegotina têkoşîna Wedat Aydin e ku rewşenbîrek bêhempa yê gelê kurd bû û di salên “heştê” û “nodî” de hêj piraniya gelê kurd di xewa şîrîn ya xapandin û asîmîlasyonê de bû, wî li paytextê Tirkiyeyê di civîn û konferansên girîng de pirsgirêka gelê kurd bi kurdî dianî zimên û doza maf û azadiya gelê xwe dikir. Roman niçandinek li me xwîneran dike ku em li“bîr”a xwe ya civakî xwedî derkevin û dîroka me ya salên nodî neyê jibîrkirin.
Bûyerên ku di romanê de diqewimin ji Farqînê hetanî Amedê û ji wir jî hetanî çiyayê Madenê dihundirîne.
Li dor vê navendê/(navenda sêgoşeyê -G-yê) di beşa “A”yê de çîroka Narînê, Mîrzayî û hevalên wan ên li Farqînê ku di komeleyek welatparêz de geş dibe, tê vegotin. Ji hêla mamosteyek ve di kursa zimanê kurdî de fêrî nivîsîn û xwendinê dibin, pêkutiyên li ser mamoste dike ku bireve û xwe veşêre. Dîsa em di vê beşê de dibînin ku têkiliya di navbera Mîrza û Narînê de geş dibe û evînek birîndar ya nivcomayî diqewime û ji ber xebatên siyasî yên li dor komeleyê, pêkutiyên dewletê dest pê dike, Mîrza piştî demekê ji Farqînê direve û xwe li Amedê digire, Narîna bêsiûd jî bêyî dilê xwe bi mirovek ji Norşîna Bedlîsê re tê zewicandin û jiyan her ku diçe li herduyan diherime.
Di beşa “B” yê de qala darbeya leşkerî ya sala 1980î tê kirin ku li Farqînê çawa bûye egera pest û pêkutiyan, li ser gelê niştecih. Bûyerên wê demê bi vebêjiya zarokek sêzdeh/çardeh salî tê vegotin. Zarokê ku di sibehek îlonî de dema ji bo nankirînê derdikeve derve pêrgî leşkeran tê û leşker jê dixwaze tavilê vegere mala xwe û piştî vê geşedanê bi salek şûnde jî rojek leşker li derê mala wan didin û wî û bavê wî tevî şêniyên navçeyê li kamyonan siwar dikin û li qada ku berê lê top dilîstin dicivînin û li gelek mirovan îşkence û zilm tê kirin. Hin ciwanên ku wekî Hogir berî ku werin girtin xwe vedidizin û ji navçeyê direvin. Ev reva wan û xwe nedayîna dest dibe sedem ku leşker zêdetir îşkenceyê li mirovan bikin ji bo ku cihên wan bê destnîşankirin lê çi qas îşkenceyê li şêniyên navçeyê dikin jî kes cihê van şoreşgerên welatparêz nabêje û bi çarenûsa xwe ya reş ve li hev dikin…
Di beşa “C” yê de revandina Hogirî ku ji hêla mirovên xwe wekî polês dabûn nasîn û paşê cendekê wî di bin pireyeke li nêzî Madena Xarpêtê ji hêla gundiyan ve tê dîtin, hatiye vegotin. Bûyer wiha diqewime: Di Perde(1)ê de em dibînin ku sê mirovên tirs jê dibarin, di şevek tarî de tên û lehengê romanê yê bi navê Hogir, bi mebesta ku hetanî navenda hêzên ewlekariyê bibin, ji malê digirin û di şevek tarî ya havîna bi kelekel de li texsiyekê siwar dikin û ji ber çavan winda dibin. Piştî vê revandinê merheleya îşkenceyê dest pê dike, ev rewş di Perde(2)yê de tê vegotin:
Di “Perde(2)”yê de em li navenda Navedêzê-îçkale- ku cihek dîrokî ye û nêzî Mizgefta Hz Silêman e, pêrgî îşkenceya ji hêla tîma ji sê kesên ewlehiyê ve pêktê ku serekê wan Acem e û yên din jî Çolak û Kaygusuz in ku li Hogir dikin, tên. Ev îşkence û kirinên dermirovane yên li nêzî mizgefta bîst û heft sehabe lê razayî, li Hogir tê kirin ji van hevokan dê baştir bê dîtin: Ji diyaloga îşkencekaran ya bi hev re: “Milê wî ji zendê wî ve şikiyaye.”(r. 71). Ji vegotina vebêj-nivîskar : ”Bi danîn û vemirîna cixareyê re, bi kizirîna goşt û mûyan re qîrînek ji Hogir diçe; dengê wî di reşegewriya spêdeyê de asê dimîne û bêhna goşt û mûyên sînga wî tevî hev dibin…(r. 73). Dema sehneya îşkenceyê xelas dibe îcar em di Perde(3)yê de pêrgî agahiyên li ser kuştina wî dibin:
Di beşa Perde(3)yê de em tê digihên ku piştî îşkenceyên giran, Hogir ji hêla çeteyek zagonnenas ya ji Acem, Kaygusuz, ajovanê texsiyê Derdo û Çakir ve pêktê, li nêzî Madenê di newalek de, di zeraqa sibê de tê kuştin û termê wî dihavêjin bin pirê. Ya balkêş ew e ku berî mirinê Hogir deng li kujerên xwe dike û wiha dibêje: “Ma hûn ê bibin siya mirina min?”(r. 145). Lê ji ber ku kujer tirsonek in û hêz û wêrekiya wan ya li nav çavên qurban binêrin tune ye, ji paş ve guleyan dibarînin, nikarin bibin siya wî… Tenê dikarin bibin bêbextên destbixwîn ên “demên cînayetên kiryar nediyar” di dîroka me ya nêz de… Ya ji bêbextiyê rûreştir jî ew e ku kujerên dest bi xwîn kuştina Hogir bi destê yekê kurd pêktîne ye. Lewra Hogir ji hêla ajovanê texsiyê Derdo ve bi demançeyê tê kuştin (7ê Tîrmeha 1991ê).
Piştî kuştinê gava gundî nizanin ku term aîdî kê ye, wî wekî mirovê bêkes li quntarê çiyayê Madenê binax dikin, lê piştî çend rojan dema gazî û hewar digihêje bajarê Amedê, bi deh hezaran mirov ber bi Madenê ve diherikin û cenazeyê Hogir bi girseyek mezin tînin Amedê. Ya herî girîng jî ew e ku dema termê Hogir digihêje nav bajarê Amedê dengê ku ji ser otobusê bilind dibe û her kesî hestiyar dike, nola ku di guhê xwîner de olan bide ye: ”Ameeed, hembêza xwe veke! Va ye mêrxasê te hat! De rabe ser xwe Ameeeed, xweşmêrê xwe hembêz bike! Wî di sînga axa xwe de veşêre, Ameeeed!”(r. 55). Ev der lûtkeya bihestyarbûna xwîner ya di romanê de ye.
Li mizgefta nêzî Sumerê nimêja wî dikin û ber bi Deriyê Rihayê ve girse diherike, lê hêzên bi çek û pûsatan rapêçayî girseyê gulebaran dikin û teşqeleyek mezin diqewime, paşê bi saya mirovên hişmend bûyer hinek kêm dibe û îcar girse ber bi Deriyê Mêrdînê ve dimeşe. Di vê meşa ber bi goristana Deriyê Mêrdînê ve dîsa bûyerên mezin diqewime û hêzên ewlekariyê -ku ji ewlekariyê wêdetir her hovîtiyê dike- ji ser birc û bedenên Amedê ve guleyan direşîne bi ser girseyê de û bi sedan mirov birîndar dibin hin jê jî tên kuştin. Di vê geremolê de mirov ji bo xwe xelas bikin xwe di hêla rojhilat de ber bi Baxçeyên Hewselê digirin û her der dibe qada şer.
Di hin cihan de vebêj-nivîskar dora vegotinê dide hin mirovên ku Hogir nas kirine û ew hin bîranînên xwe yên ku bi Hogir re derbas kirine vedibêjin: Jê yek qala aştîxwaziya wî ya di navbera rêxistinên kurdan de tîne ziman ku Hogir çi qasî bi hestiyar û welatperwerane nêzîkî hemû rêxistinên kurdan dibû û nedihişt tovên dijminahiyê bikeve nava wan. Jê yekî din qala bîranîna xwe û wî ya di hefsê de dike ku gava ji ber îşkenceyê bûye lixwemikurhatiyek, ji hêla Hogir ve dîsa jî wekî xiniz û xayin nehatiye dîtin û lê xwedîtî hatiye kirin. Tenê ne ev e jî, di dema Hogir peywirdarê Komeleya Mafê Mirovan e mirovek tê û alîkariyê ji bo lawê xwe yê ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin dixwaze û Hogir di nava çend saetan de cihê lawê wî sererast dike û di nava çend rojan de dide berdan. Dîsa di vê beşê de em bi vebêjiya Xanêcanê ku hevjîna Hogir e derheqê Hogir de hin agahiyan dielimin: Wêrekiya wî, xebatên wî yên ji bo gel û welatê xwe, hezkirina mirovan ya ji bo kesayetiya wî ya fedakar, fikarên wî yên derheqê ku kesên nenas û girêdayî hêzên taybet ên ewlehiyê ku dê rojek wî bêser û ber winda bikin û xebatên wî yên ji bo gel dê nivco bimîne, her di hişê wî de ye. Ev hemû vegotinên cihê cihê yên hevalên Hogir ku her yek bi dengê xwe wekî anekdotên bîranînan tînin ziman, ciyawaziyek dide herka romanê.
Dîsa serkeftina nivîskar ew e ku di vegotina hin beşên ji îşkenceyan pêktê û dike ku xwîner êş û janên wê demê di ruhê xwe de hîs bike û derûniyek birîndar lê peyda bibe de, carinan me bi agahiyên li ser dîroka Amedê, sûr û bedenên wê ve ji vê karesatê dûr dixe û aş dike… Dîsa di hin cihan de, cî dide dîroka Farqînê, keleha wê ya wekî “Keleha Meyafarqînê” tê binavkirin ku di dema dewleta Merwaniyan de bûye paytext. Damezrandina wê dewletê ya ji hêla Bad kurê Dostik ve, hin agahiyên ku ji hêla dîroknasê hêja Îbn’ûl Ezraq ve li ser vê herêmê hatiye vegotin, tehmek cihê dide romanê û me ji derûniya ku ji karesata tê vegotin hinek dûr dixe.
Dîsa bi vegotina Narînê em derheqê xortaniya lehengê sereke yê romanê –Hogir- de dibin xwediyê hin agahiyan: Hogir xortaniya wî li navçeya Farqînê/Silîva derbas dibe, piştî qedandina zanîngehê ya li Enqereyê tê û li Farqînê xebatên welatparêziyê pêşde dibe, keç û xortên Silîva li dora komeleyek ku nivîskar tenê wekî “komele” bi nav dike, dicivîne, derheqê dîroka kurdan de, têkoşîna wan de agahiyan dide ciwanan û hişmendiyek kurdewarî pêk tîne, bi kursên zimanê kurdî ciwanên ku hay ji dewlemendiya zimanê xwe nîne serwext dike û hwd.
Di vê vegotina ku vebêj Narîn e de, em Narînê jî nas dikin ku ji malbatek oldar e. Tevî ku endamê malbatek olî ye û bi ser de Farqîn cihek muhafezekar e, Narîn gellek serbest mezin dibe, lîseyê diqedîne, di dema xebatên di komeleyê de dil dikeve Mîrza ku hevalên wî, wî wekî “Hogir”bi nav dikin û jê şûn de jî Mîrza êdî bi nasnavê Hogir tê nasîn. Nasîna Narînê ya bi Hogir/Mîrze re mixabin pir najo û Mîrza ji Farqînê vediqete. Narîn jî piştî çûna wî bi kurê nasê bavê xwe re bêyî dilê xwe dizewice û li gor vegotina xwe, piştî zewaca xwe ya şazdeh salan jî ji mêrê xwe vediqete û bi keçika xwe Arînê re jiyana xwe didomîne. Û tu caran evîna ji bo Hogir/Mîrza di dilê xwe de dermale kiribû jibîr nake. Vegotina Narînê ya ku bi keça xwe Arînê re wekî sohbetek derbas dibe, di heman demê de peyama pest û pêkutiya ji jiyana kevneşopî û muhafezekar hêza xwe digire û li ser keç û jinan tê meşandin jî dihewîne.
Mirina Bêsî bi baweriya min ne tenê romanek e, birêz Zeraq vegotinek wisa rasteqîn bi kar aniye ku mirov dikare wekî belgeyek dîrokî ya demên “cînayetên kiryar nediyar” bihesibîne ku ji heftan hetanî heftêyî her kes dizane ku kê ev cînayet li ser welatparêzên kurd di salên nodî de meşandiye… Roman hinek jî tevlihevkirina rastî û xeyalan e. Lê di vê romanê de ji ber ku nivîskar kuştina rewşenbîrek kurd/Wedat Aydin ji xwe re wekî mijar neqandiye rasterast rastiya hatî jiyîn vegotiye û riyek bêçiv şopandiye. Ev roman dikare bibe bingeh û çavkaniyek xurt ji bo derhênerê filîman. Di vê derheqê de birêz Edîb Polat bi romana xwe ya “Dûpişk Bi Xwe Venade” de, di kesayetiya lehengê romanê ku “Refîk” e heman mijar hilgirtiye dest û bi dewlemendiya dîroka Amedê ve xemilandiye û vegotiye. Kesên meraqdar yên dixwazin heyama kuştinên kiryar nediyar bi hûrgilî fêr bibin, dikarin wê romanê jî bixwînin. Înşallah Xwedê dem û derfetê bide ez ê rojek vê pirtûkê bi berfirehî bi we bidim nasîn…
Kemasiya romannûs Dilawer Zeraq ew e ku di romanê de divê fikr û raman an jî meyla nivîskar rasterast raser nebe, nexuye, romannivîs li hember bûyeran bêlayan be. Lê mixabin nivîskar pêşî li hestên xwe negirtiye û wekî parêzerê lehengê romanê tevgeriya ye û pê re jî xwestiye hêrsa xwe û xwîner bike yek û arasteyî xwînmijên îşkencekar bike.
Zimanê edebî yê nivîskar Dilawer zimanek sade, bi hêz û dewlemend e û di bikaranîna hevokên dirêj de jî qet zehmetî nekişandiye û merama xwe bi hêsanî aniye ziman.
Mirina Bêsî / Dilawer Zeraq / Weşanên Lîs /2011 / 201 rûpel
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: - Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me - Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil - Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê - Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar - Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e - Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’