logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'
  2. Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev
  3. Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist
  4. Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’
  5. Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya Yekta Vekir
news-details

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

  • Dîrok: 15/04/2026
  • Beş: Serbest

 

___Ayşegul Kizilkaya___


“Bavê min qumarbaz bû. Ew bi şev jiyana me bi peran xerç dikir, bi roj jî bi gotinan ji me re distend.” Elyas, (rûpel 202)

Di wêjeya dinyayê de Mrs. Dalloway a Virginia Woolf, Girên Bi Gumînî a Emily Brontë, Suç û Ceza a Fyodor Dostoyevskî, Sosina Newalê a Honoré de Balzac çend mînakên ku mirov dikare bêje, bi mijara xwe ve bala nifşên her demî kişandine, bi kûrbûna karekteran, hunandina bûyeran û teknîkên bi kar anîn ve di her çaxî de hatine xwendin û wekî klasîk tên pêjirandin.
Di wêjeya kurdî ya klasîk de Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, Diwan a Melayê Cizîrî, Zembîlfiroş a Feqiyê Teyran û hwd. klasîk in. Ev berhem jî ne roman lê şiîr in.
Di wêjeya kurdî ya nûjen de ji bo berheman pîvanên fermî nîn bin jî, Şivanê Kurmanca a Erebê Şemo, Bîra Qederê a Mehmet Uzun, Jinek Mir Li Cihangîrê a Jana Seyda û hwd. in. Meriv dikare wekî berendamên klasîkan qebûl bike.

Naveroka berhemên kurdî yên me qal kirin kêm zêde; evîn, mirin, exlaq, zordestî, bindestî, civak û hwd. in.

Ji bo ku berhemek wekî klasîkek were qebûl kirin çi hewce ye? Italo Calvîno di pirtûka xwe ya cêribînan ya bi navê “Em Çima Klasîkan Bixwînin” de hin pîvan destnîşan kirine. Ev pîvan ji bo me jî dikarin bibin referans: Di her xwendinê de wateyên nû çêdike, dewsa xwe di bîra pevreyî de nexş dike, li hember zeman li ber xwe dide, bandorê li xwendevan dike û vediguherîne, bi metnên din re têkildar dibe, bi xwendinek mirov têr nabe, mirov di her xwendinê de tiştên nû kifş dike.
Bi vî çavî em li romana Yildiz Çakar ya bi navê Bazirganê Xeyalan binêrin. Mijar bindestî û berxwedana jinê (Koçê) ye, rola jinê bi awayekî realîst hatiye honandin. Di nav kevneşopiya civakê de qelsî û bêçarabûn, hêz û berxwedana wê bi awayekî objektîf hatiye nîşandan. Di romanê de xilasiya ji bindestiyê encax di nifşê sêyem de pêkan bûye. Li hember jinê jî karekterê sereke mêrekî qumarbaz e.

Qumar dibe sedem; jin bi zarokên xwe re bikevin tengasiyê, pergala malê têk biçe, zar û zêç li belayan biqelibin – mijareke gerdûnî ye û pirsgirêkên gelek çaxan in. Di dinyayê de li kîjan welatî dibe, bila bibe, xwendevanek vê mijarê bixwîne, dîmenên ku nivîskar afirandine, hestên karekteran piçek be jî hîs dike. Em dikarin bêjin ku di nava wêjeya kurdî ya nûjen de ev roman, her çiqas kêmasî hebin jî, alî realîzma civak û bi têkoşîna sê nifşên jinan re dikare wekî namzeda romaneke klasîk bê hesibandin.

Roman tevî ku bi Zekeriya dest pê dike jî, lehenga eslî Koçê ye û serpêhatiyên malbateke dora sîh salan bi vegotineke rewan, bi zimanekî petî vedibêje.

Koçê bêyî daxwaza xwe, bi daxwaza dê û xaltiya xwe, bi Zekeriya re dizewice. Zekeriya qumarbaz e, ji ber qumarê ax û erd, mal û milkê xwe hemûyan difroşe. Dêya wî Çûçê, dihizire ku heke berpirsyariyê texe ser milê wî, wê qumarê biterikîne. Ji ber vê yekê diçe xwarziya xwe ji Zekeriya re dixwaze da ku xwedî malbat be, bi mala xwe re bê girêdan. Lê ev kirina Çûçê, Koçê dike rewşa xwelîserek. Zekeriya yê ku dibe sedema ew qas bobelat û qewaman hîç li kiryarên xwe xwedî dernakeve. Dêya xwe tawanbar dike, sedem jî ev e ku dêya wî bêyî daxwaza wî, ew zewicandî ye. Zekeriya piştî dizewice ji ber ku di dest de tu erd û milk nemaye diçe Gormanyayê (Almanya). Zekeriya bi her hatina xwe re zarokek li zikê Koçê zêde dike. Şeş zarokên wan çêdibin. Em dev ji başiyê berdin her diçe Zekeriya xirabtir dibe. Koçê û zarên xwe ligel xwe nabe Gormanyayê heta di cîhekî de dibêje: “Ger min Koçê û keça xwe bibira Gormanyayê, wê çavên Koçê vebûya û wê Badê wekî Gormanyayiyan bi awayekî din mezin biba. Wê çaxê çi wateya min dima?” (rûpel 238) Li vir em dibînin ku Zekeriya naxwaze Koçê ferî tiştan bibe, pêşbikeve, dinyayê nas bike. Zekeriya wateya mêraniya xwe, li ser nezanîn û dinya nedîtina jina xwe ava kiriye. Ev gotina ji ber xwe de kirin, derewên ku Zekeriya ji Koçê û zarên xwe re dikir hemû eşkere dike. Loma niyeta wî tune bû ku wan bibe Gormanyayê. Wî tenê xeyal difirotin wan.

Bi hatin û çûyînên xwe re zarok û Koçê bi nava xeyalan dixist ku wê jiyaneke xweş bide wan. Lê berevajî, di dawiyê de dema vedigere, pereyên ku qezenc kirine jî di qumarê de winda dike. Zar û zeçên xwe mihtacî xanî û nanê tisî dike. Xwesteka wî tenê lîstina qumarê ye û bi qezenca pereyê qumarê re dixwaze dewlemend bibe. Bêrî mirina xwe, bi lîstina qumara xwe ya dawî re pereyek zêde qezenc dike lê hin qumarbaz bi xencera bavê wî, wî dikujin.

Di romanê de trajediya mezin ev e ku zarokên Koçê mîna pelên daran diwêşin, ber bi bayê felekê dikevin û belav dibin. Bi taybetî jî zarên wê yên kur...
Kurê wê yê mezin Raham piştî ku zanîngehê qezenc dike pergî zilamekî bêkur tê û ew zilam gelek alîkariya wî dike. Dixwaze Raham bi keçek xwe re bizewicîne, Raham jî navmalî bibe, bibe wekî kurê wî. Raham zanîngehê xilas dike her wiha jî rewş wisa diqewime. Piştî Raham bi keça mezin re dizewice têkiliya xwe ji malbata xwe qut dike, ew qas xwe ji wan dişo, ne di dawetê de ne jî wexta ku zarokek wî ji dayik re çêdibe gazî malbata xwe nake.

Kurê Koçê Elyas piştî ku destê xwe ber bi xizarê dixe û seqet dimîne bi çolê dikeve dev ji malbata xwe berdide heta ji wan vediqete.

Kurê din Yusiv, hebikên hişbir bi kar tîne û kuştina yekî dixin stuyê wî, ew dikeve girtîgehê. Dilê wî, wê jiyanê nikare rabigire loma xwe darde dike.

Biçûkê malê Îshaq jî, pergalek jiyana wî heye, wekî bengiheke ji lîstîna gogê hez dike ta ku bavê wî Zekeriya dikeve binçengê wî, wî dixapîne û ji werzişê vediqetîne. Jê re dibêje: “Kurê min ev çi futbola pîs e tu dilîzî. Ma ne heyfa lingên te ye. Sibe du sibe tu seqet bimînî ka tu yê çi bikî? Va tu bixwe dibînî çi hatiye serê Elyas. Mirovê astengdar dibin nîvmirov. Dev jê berde neçe gog mogê.” (rûpel 216) Li ser van gotinan Îshaq dev ji lîstina gogê berdide, di jiyanê de bê armanc dimîne, heyata wî serobin dibe û ji nişke ve winda dibe.
Ya ku qedera dêya xwe dijî jî Badê ye. Ji ber xizanî, tunebûnê mecbûr dimîne dev ji xwendinê berde, li malê alîkariya dêya xwe bike, wekî dest û pêyê Koçê tevbigere. Badê, didin kesek ne bi dilê wê û jê hez nake. Bi mêrê xwe re her lecê dikin û gelek caran belasebeb carinan jî, ji bo Badê kur neaniye dinê wê dikute, îşkenceyê pê dike. Tevî ku wisayê jî destek Badê her li ser dê, xwişk û birayên wê ye. Bi xwe şênekiribe bixwîne jî ji bo ku Maryam bixwîne çi ji dest were heta ji wê zêdetir her tiştî dike. Badê çend caran dixwaze vegere mala dêya xwe jî, dibîne ku dêya wê ji ber feqîriyê nikare li wê xwedî derkeve stûyê xwe xwar dike, vedigere cem mêrik. Piştî zaroka ewil Badê zarokan nayne. Tevî ku mêrik naxwaze Badê berde jî bi çewisandina malbata xwe re keça xwe Leylayê jî ji Badê re dihele û wê berdide.

Badê piştî gelek salan ji wê zordestî, şîdet û neheqiyê difilite. Di heman demê de xwişka wê Maryam zanîngehê diqedîne û bijîşkiyê dike. Êdî destê Maryamê digihîje dêya xwe Koçê, xwişk û xwarziya xwe Leylayê. Maryam di dawiyê de xwişk, xwarzî û dêya xwe tîne cem xwe û hemû pêk ve dijîn. Piştî salan Badê û keça xwe Leyla bi hev re beşa hiqûqê qezenc dikin û dîsa pêk ve dîplomayê xwe digirin. Yên li hev xwedî derdikevin, alîkariyê hev dikin û digihîjin hawara hev dîsa jin in.

Li vir karektera Koçê dahurandineke taybet heq dike ji ber ku, ew qas qewamên xirab tên serî, tu xêrê ji jiyanê nabîne, ji ber Zekeriya tu jinaniya xwe jî nikare bijî lê wekî dayikekê ji bo zarên wê bêxwedî nemînin li ber xwe dide. Bi şeş zaran re, bêyî kar, li hemberî ew qas bobelatan li ser pêyan dimîne. Heya windabûna Îshaq... Piştî ku polîs wê dibin û li wir hay dibe, li her derê li Elyas digerin, hişê wê tevlihev dibe, aqlê wê tê û diçe.

Koçê li hember bêxêrî, bêpirsyarî, bêxemî û şîdeta Zekeriya serhildêr nîn be jî berxwedêr e. Bixwaze jî nikare serî rake. Ji ber ku tu kar di dest de nîn e, ji hêla aborî ve bêçare ye, bi şeş zarokan re dest û pêyên wê tên girêdan. Wekî çalakiyeke li ber lêxistina Zekeriya careke serî hildide tevî ku terka Zekeriya dike, diçe mala dêya xwe jî, bi hestên dayikane ji bo ku zarên wê li kuçe û kolanan nemînin vedigere ser zarên xwe.

Mirov dikare vê yekê bi rehetî bipeytîne ku ev berhem romana jinan e. Wekî Sîmone de Beauvoir di pirtûka xwe ya “Zayenda Duyêmîn” de nîşan dide ku jin zayenda din e, bi mêr re wekî hev nîn e. Û li gorî Elaîne Showalter jî (A Literature of Their Own) ji bo ku di berhemeke re bê gotin ew “jinane ye” di navendê de ceribandin û serpehatiyên jinê hebe. Jixwe di vê romanê de jî navenda romanê Koçê ye û Koçê jineke têkoşer e. Her çiqas lehengên jin di destpêka romanê de wekî reben û neçar tên xuya jî, di serî de Koçê bi têkoşîna xwe ya li hember jiyanê jineke berxwedêr e. Her wiha dêya wê Besê û her du keçên wê jî.

Roman di bingeha xwe de jiyana Koçê ji me re vebibêje jî, behsa dêya Koçê Besê, xwesûya wê Çûçê û keçên Koçê Badê û Maryamê jî dike. Bi vê hêlê ve romana sê nifşan ya jinan e.
Lê tevî ku Koçê ew qas ber xwe dide jî, bi salan ji Zekeriya tu xeber nikare bigire, ew qas bobelat tên serê wan tu deng ji Zekeriya nayê, ji nişke ve derdikeve dîsa tê malê û Koçê wî qebûlî malê dike, ev lawazî ye.

Bi nêrîneke jinane mirov dikare vê tespîtê bike ku Koçê, jineke bedew û ciwan e jî em wekî xwendevan daxwazên wê yên jinane di romanê de naxwînin. Di nava şert û mercên jiyanê de jinaniya Koçê tune bûye, çûye. Rojek Zekeriya bi du hevalên xwe re diçe pavyonê û jinên her du zilamên din bi mêrên xwe re lecê bikin jî Koçê ji Zekeriya re tu tiştî nabêje. Daxwaza Koçê tenê ev e ku carek be jî Zekeriya bi navê wê gazî wê bike. Koçê ji heyata xwe tu xêrê nabîne.

Di romanê de tevî ku dê û xwesûya Koçê, Koçê bixwe gelek êş û janan dikêşin, bi tu awayî bi ser nakevin jî jinên nifşê sêyem radibin ser xwe, azadiya xwe bi dest xwe dixin û li ser pêya disekinin.
Ev gotina ku Maryam ji Salîh re dibêje, “Zewac ew tişt e ku jina dike kole, mêra jî dike nobedarê koleyan.”(rûpel 264) jî nîşan dide ku hin tişt diguherin.
Nêrîna Maryamê nifşa sêyem e ku jin azadiya xwe bi tu tiştî naguherin wekî îmzeyeke mohra xwe li romanê dixe.

Di civaka kurdan de, bi niştecîbûna bajaran re ji bo malbat belavbûnê ew roman dibe ku wekî nimûneyek be. Şûnwara romanê pêşî gund e û paşê li ser xwestina Zekeriya, bi koçkirina malbatê re dibe bajarok. Jixwe hemû bobelat jî piştî vê koçê dest pê dikin. Ji ber ku Zekeriya mêrekî malxwir, beredayî û bêxêr e. Her wiha nivîskar navekî tam jî li gorî karekterê Zekeriya bi kar aniye, Zekeriya bi rastî jî “Bazirganê Xeyalan” e.

Di dawiyê de ku pereyê kefenê dêya xwe jî jê distîne, bêariyê ji dest bernade wekî her car ji dêya xwe re dibêje: “Daye canê vî lawê te giş pere ye. Tu qet meraq neke.”(rûpel 214)
Roman ji hêla çandî ve kevneşopiyên civaka kurdan li ber me radixe. Ji hêla ziman û şêwaz ve gelek herikbar e. Erê di romanê de fikarên metneke estetîk biafirîne nîn e, ji wê bêtir bi vegotineke rasterast bi kar anîn heye. Her çiqas ji bo her metn vegotineke estetîk ne hewce be jî mirov dikare vê yekê ji bo wêjeya bilind wekî kêmasiyeke bipeytîne.

Bi hêlekê ve mijar serpêhatiyên malbateke ne hêla din ve jî qaîdeyên civakê çawa li ser milê jinan barek e, civak bi kevneşopiyên xwe çawa li ser jinê zordestiyê dike, jin li hember vê yekê çiqas neçar be jî ber xwe dide, loma ev berhem romaneke jinane ye. Hestên Koçê yên dayikane derbasî xwendevan jî dibin, mirov bi êşên wê re diêşe, jiyana wê, dilê mirov dişewite.

Jixwe serkeftina romanê li vir e; yanê nivîskar, bûyerên ku diqewimin wekî dîmenên zindî li ber xwendevanan radixe, Koçê her çiqas reben tê xuya jî berxwêder e, keçên wê bi têkoşînê re serkeftinê bi dest dixin. Lê, di berhemên wêjeyî de atmosfer afirandin diyarder e ku bingeha wê şûnwar pêk tîne. Kêmasiya metnê ya herî mezin ev e, atmosfer qels hatiye afirandin. Nivîskar bi giştî li ser bûyeran, di pêkhatina nava wan bûyeran de bi monolog an jî bi diyalogan metn herikandî ye. Nivîskar malên ku Koçê tê de jiyiye gelek caran qels şayesandî ye. Her wiha wekî karektereke sereke psîkolojiya Koçê di nav beşan de bi awayekî hurgilî dikarîbû kûrtir were nîşandan. Ji ber ku karektera Koçê di navbera nifşa bindestî û serbixwebûnê de nifşeke navend e, ji ber vê yekê jî gerek berxwêdan û têkoşîna wê bi psîkolojiyeke tîr bihata honandin.

Ji hêla teknikê ve jî serpêhatiyên Koçê û malbata wê bi awayekî vegotinê vediguheze xwendevan ku ew teknîk gelek caran ji bo kûrbûna karekteran têrê nake. Ji hêlek din ve taybetiyên romanê yê baş yek jî ev e ku di beşek re derbasî beşeke nû dibe, hin tiştên ku qewimîne ji xeyalkirina xwendevan re dihêle, her qewamê bi kite kit nabêje û ji xwe dubare kirinê dişo.
Ne bi ziman lîstin, ne jî bi veçirandina ziman hêma bes zimanê heyî bi kar anî ve, bi zimaneke petî û şêwazeke cîhereng re metneke bêhevta nivîsandî ye.

 

***

Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Em ne qehpikên tu kesî ne

- Deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû

- Zeûgmaya şewitî û helbestkarê nemir

- Teyrên Baz û Eylo

- Fermo Seyda

- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna

- Şşş! Hiş be, şik afirî

- Bijî serê heshesok

- 603 kevirên çargoşe û obsesîfek

- Nixumandina Perdeyan
- 'Payîz an jî Ziyab'

 

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 19 05 2026

Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'

news
  • 18 05 2026

Trêna Li Stasyona Xwe Digere

news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

8 mebûsên BDP'ê yên din dikevin grevê

ad

Li Wêjegeh Amedê gotûbêjên kurdî

ad

'Em nahêlin bendav çêbe'

ad

Anli bi Serokwezîrê Luksemburgê re hat ba hev

ad

Hêviya Amed Sporê ma Play Off

ad

Dibistan ji bermahiyên Baas tên paqijkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'

  • 19 05 2026
news

Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev

  • 19 05 2026
news

Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist

  • 20 05 2026
news

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

  • 21 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname