• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar

Dîrok : 03 06 2014 | Beþ :

Serbest

Mahmut Ozçelik

Di nav romanûsên kurd de birêz Eyub Guven bi çend romanên hêja tevlî karwanê wêjeya kurdî bûye. Niha du romanên wî li ber destê min e. Jê ya yekem “Kulmek Morîkên Þînbirik” e ku di sala 2011an de çap bûye û li ser bûyerên salên 1990î radiweste. Çîroka bêsiûd ya þêniyên gundekî li nêzîkî tixûbê Suriyê, li quntarê Çiyayê Mazî vedibêje. Mijara romanê bi kurtasî ev e: Piþtî geþbûna têkoþîna gerîla li herêma Çiyayê Mazî, rayedarên leþkeran dikevin nava tirs û xofê û bi ser çend gundan de digirin û wan di bin tehdît û pêkutiyan de dihêlin, ji bo cerdevantiyê qebûl bikin li ser wan zilmê dimeþînin û paþê ji wan gundan hinekan diþewitînin, ji mirovan xalî dikin û di dawiyê de dor tê gundê “Korta Zinarê”. Leþker li gundiyan zorê dikin û du riyan þanî wan didin: “an cerdevantî an jî koçberî”. Hin malên filehan hay ji xezeba leþkeran heye, lewra di salên derdora1915an de di qirkirinê re derbas bûne, ji ber vê çendê biryara “ji gund koçkirinê” digirin û ji xezebê xelas dibin, lê malbata Sîno ya welatparêz vê biryarê napejirîne û li gund jiyanê berdewam dike û mixabin di sibehek sar ya zivistanê de bi ber bayê xezeba leþkeran dikeve: mal tê talankirin, pez û dewar tevî gom û tewleyên wan tê þewitandin. Kûçik û pisîka wan jî ji vê zilmê xelas nabe û her yek ji hêla leþkeran ve tê kuþtin, mezinê malê Sîno bi xwe jî ji ber îþkenceyê dibe nîvmirov û di dawiyê de neçar dimîne ku ji “warê mirinê” bireve. Her çiqasî ev pirtûk wekî roman hatibe binavkirin jî bi ya min mirov dikare wekî novelek sade ya biçûk bibîne. Roman/novel bûyeran ji devê keçikekê ku navê wê Havîn e radigihîne me. Bi kurtasî di kesayetiya gundê Korta Zinarê de zilma li gundiyan hatiye kirin tê vegotin. Lê di vê vegotinê de kêmasiyek heye ku qet qala gerîlayan-bi gotina nivîskar hevalan- nayê kirin. Nivîskar dikaribû ew jî bikiriba parçeyek ji romanê, armanca wan, têkoþîna ku dimeþînîn, jiyan û dêrûniya wan ya li çiya, zor û zehmetiyên dikiþînin û hwd bianiya ziman. Lê mixabin qet bi hevokek jî behsa kirûya bûye sedema þewitandina gundan nehatiye kirin û ew aliyê bûyerê jibîr kiriye an jî ji nedîtî ve hatiye. Çimkî kirûya ku bûye sedem ku li ser gundiyan zilm were meþandin, mal û sewalên wan were þewitandin divê bihata ravîkirin ku xwîner bûyer bi tevahî têbigihiþtaya…

Piþtî van agahiyan dixwazim vegerim ser mijara xwe ya esasî. Mijara esasî ew e ku derheqê romana duyem de bi berfirehî hin agahiyan bi we re parve bikim. Romana Eyub Guven ya duyem di sala 2011an de li Amedê ji weþanên Ronahî derçûye. Navê romanê “Guhar” e. Roman ji þeþ beþan pêk tê. Di hin beþan de têkiliyên misilmanên Dêrikê û filehan tê vegotin û em di herikîna romanê de dibînin ku ahengek bi xweþbîniyê hatiye avakirin -di nava herdu civakan de- heye. Malbatên fileyan her yek jê xwedî sen’etekê ne û ev þarezayiya wan dike ku her kes ji xebat û xwêdana wan re rêzê bigire û ji wan hez bike.

Guhar navê keçikek file ye û bi ermenkî tê wateya “xiþlê zêr”. Guhar ji qirkirina sala 1915an difilite û ji Baybûrtê -di beþek din de nivîskar navê Mûþê bilêv dike- dipeke tê li Dêrikê bi cih dibe, dînê xwe diguherîne û dibe misilman, bi meleyek re dizeciwe, dibe xwedî çend zarokan lê bûyerên jiyaye qet ji bîr nake. 

Bûyerên di romanê de li dora malbatek file diçerixe. Mezinê malbatê Xorê ye û hevjîna wî Xinê ye. Kêvo jî lawê wan ê hêj nezewicî ye. Li Dêrikê dikanek malbatê heye, bi hedadiyê/hesingeriyê debara xwe dikin û li nêzî navçeyê jî hin xerzikên/rezên wan heye. Ji ber ku alavên di malan de tê bikaranîn û yên cotkariyê çêdikin, ji Mûsilê hetanî Rihayê ji her herêmê mirov tên û alavan ji wan dikirin: Dasên qirimê, meqesên pezbirînê, melêv, misîn, dasên xerzikan, toqên kûçikan, haletê cotkirinê, tevr, bêr, sabûn, hin tiþtên xwarinê yên wekî zeytûn, gûz û hwd.

Em di beþa yekem û duyem de bi vegotina leheng Kêvo mêvanperweriya filehan, di kesayetiya Hecî Sulêymanê Rihayî de jî têkiliyên misilmanan û yên filehên Dêrikê ku di nava ahengek xweþ de ye dibînin. Dîsa di beþa çaremîn de em dibînin ku Kêvo ji bo hin alav û pêdiviyên ku li Dêrikê peyda nabin, diçe Amedê. Di vê çûna ber bi Amedê de Kêvo me xwîneran jî bi xwe re digerîne û wekî rêberê gerokan agahiyan bi me re parve dike: Mînak dema digihêje Mêrdînê qala xaniyên kevirîn dike,  þeraba wan ya navdar bi bîr tîne, dema digihêje Çinara/navçeya Amedê qala qirkirina ermeniyên wê derê dike, bi gehiþtina Amedê re jî ji sûrên Amedê hetanî Minareya Çarling, Çarþiya Þewitî, Mizgefta Mezin û Sûka Mastfiroþ, Sûka Eþêfçiyan yek bi yek bi me dide gerandin. Lê mixabin nivîskar jibîr dike ku Kêvo file ye û ewqas dêrên qedîm yên ermeniyan li Amedê hene, qet li yekê nake mêvan lê wî li der û dora Mizgefta Mezin digerîne. Di vir de aþkere ye ku bandora nivîskar ku tercîhên lehengî teng dike heye. Çimkî ger romanûs Kêvo arasteyî camiyê nekira û Kêvo wekî lehengek vînazad tevbigeriya dibû ku berî mizgeftê berê xwe bida dêrên qedîm yên li bajêr. 

Kêvo di vê gera Amedê ya çend rojî de fileyên nas û dostên bavê xwe yek bi yek ziyaret dike. Piþtî pêdiviyên xwe pêk tîne vegera Dêrikê dest pê dike û di ber Pira Dehderî re derbas dibe, li ziyareta Siltan Þêxmûs me digerîne û bi rêwîtiya ber bi Dêrikê ve çîroka vegerê diqede. Mirovên rihayî jî bi tevî alavên Kêvo ji Amedê aniyê, kar û barên danûstandinê diqedînin û vedigerin Rihayê. 

Piþtî vegera muþteriyên rihayî, filehên Dêrikê dest bi xebatek nû dikin. Hewil didin ku Dêra Sor ya ku ta ji sala 1915an vir de di destê dewletê de ye bi þûnde bigirin. Dêra Sor bi buhayek mezin ji rayedarên dûgelê dikirin. Dema ev bûyer diqewime sal 1957 e. 

Herî dawî jî em bi vebêjiya Guharê ku bûye misilman çîroka wê ya ji Mûþê hetanî Dêrikê guhdar dikin, pê re jî karesatên li Dêrikê bi ser ermeniyan de hatiye tê vegotin û roman bi dawî dibe. 

Bûyer û qewimînên di romanê de ji devê lawikê malê/malbatê Kêvo tê vegotin. Lê di herika romanê de em dibînin ku Kêvo hin agahiyên wisa bi hûrgiliyan dagirtî vediguhêze xwîner ku mirov pê dihese ev vegotin der î hêz û hiþ û temenê vebêj/lawik e û ev rewþ beloq dixuye.  Çimkî em dibînin lawikê malê/vebêj ji qirkirina fileyan ya sala 1915an bigire hetanî dîroka çêkirina mizgefta li Dêrikê, dêrên fileyan yên li navçeyê û derveyî navçeyê giþtikan yek bi yek dihejmêre û carinan wekî arkeologekî qala dêrên hilweþiyayî dike, carinan wekî dîroknasekî qala qirkirina ermeniyan dike, carinan qala hin mirovên misilman yên xwedî wijdan ku hin fýle ji qirkirinê parastine, dike. Ev jî baweriya xwîner ya bi vebêj re kêm dike û xwîner dihizire ku Kêvo tenê fîgûrek e ku fikir û agahiyên nivîskar vediguhezîne. 

Romanûs carinan tiþtên dibêje piþtî lêkirina çend hevokan jibîr dike, di nîvî de dihêle, an bi hevokên tezadî didomîne. Mînak dema qala serpêhatiya Guharê dike di rûpela 58an de wiha dibêje: “ Guhar “….ji “Baybûrdê” hatibû. Dema hatiye heþt salî bûye.” “ Di dema qirkirina filehan de hatiye navçeyê û bi vî meleyî re hatiye zewicandin. Du lawik û “sê keçên” wê çêbûne.” Û di rûpela 131î de vê angaþta xwe diguherîne: Guhar ji Kêvo re çîroka hatina xwe wiha dibêje: “Wek tu zane ez ji Mûþê” hatim û dema ez hatim ez pir hebûm þeþ heft salî bûm e.” Û di rûpela 94an de hejmara zarokên Guharê bi vegotina Kêvo tê guhertin:” Ew filleh bû   ( ji bo Guharê dibêje), bisilman bû ye, bisulman bû ye þûn de “çar keçê” wê û du lawê wê çê bûye. (Hevokên li jor bêyî were guherîn wekî di romanê de derbas dibe hatiye nivîsîn.)

Di romanê de cih/mekan zelal e. Navenda Dêrika Mêrdînê ye. Carinan ji bo demeke kin Amed jî wekî mekan dixuye. Dem/dîrok bûyerên ji 1915an hetanî 1980î dihundirîne. Lê em dizanin ku di çîroka navendî de mêvanên ji Rihayê tên û bi qasî hefteyek li Dêrikê dimînin, hemû pêdiviyên xwe pêk tînin û vedigerin heye. Bi vegera wan re filehên navçeyê ji bo Dêra Sor ji rayedaran þûnve bigirin, dikevin cedelê û ev teslîmgirtina dêrê di sala 1957an de pêk tê. Em bi kifþkirina vê dîrokê re lê hay dibin ku bûyerên ku nivîskar ji devê Kêvo vediguhezîne me di vê salê de qewimiye. Pirgirêkek din jî di rol û rista Kêvo de xwe dide der. Kêvo dema li mal e an li dikanê dixebite tenê fermanên bavê xwe bi cih tîne. Kar û barên berdestiyê dike. Di malê de bi karê sifre raxistinê, amadekariya çay vexwarinê û rakirina sifreyê re, alîkariya mêvanan hwd re bilî ye. Tenê dema þev derbas dibe li ber paceya odeya xwe ya razanê bi þerabê re dibe dost. Lê gava derdikeve kuçe û kolanên Dêrikê bi rolek nû tê pêþberî me: Bi tacirên ku ji Rihayê hatiye re hevaltiyê dike, dikan bi dikan wan digerîne, her cihê ku diçiyê mîna ku mirovek pir mezin be, giregirê Dêrikê be tê pêþwazîkirin û hwd.

Tevî hin kêmasiyên dixuye jî romanûs þêweyek wisa bi kar aniye ku mirov dixwaze kêliyek berî kêliyê romanê bixwîne da ku hînî  encamê bibe.

Mirov wisa difikire ku di herka romanê de dînamîzmeke nepen heye û xwendinê dide berdewamkirin. Dibe ku ev dînamîzm hêza xwe ji zimanê jiyana rojane ya gel wergirtibe, an wekî mirov û malbatek îdeal, nîþandana malbata Kêvo be… Lê wisa dixuye ku romanûs têkiliyên di navbera misilman û ermeniyên Dêrikê de gelek bi xweþbînî aniye ziman ku di hiþê mirov de pirsa gelo qet alozî û gengeþî û pirsgirêkek jî di navbera van herdu qewmên qedîm ên “ji bawerî û netewên cihê” ne de derneketiye? An bi rastî jî dinyaya salên 1950î ya Dêrikê bi qasî di romanê de tê vegotin bê pirsgirêk e. Bi vê vegotina xweþbîn ve roman jî ji hêlek ve wekî romanek naîf derdikeve pêþberî me. Her kes baþ, her kes di nava ahengek xweþbîn de ji hev hez dikin û bi hev re cîrantiyek bêqisûr didomîne. 

Wekî gotina dawî mirov dikare bibêje ku biratiya du qewmên qedîm û êþên wan yên hevpar, bîrên wan yên birîndar dinisile bi ser rûpelên herdu romanan de…

 

firatt_muratt@hotmail.com         

 

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poþmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuþtinên kiryar nediyar

 - Pêþangeha Sûretan: Çend dîmen ji êþ û birînên me

- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoþeyî 

- Þûrkêþiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’

- Ereb Þemo û Hêviyên Bextewariyê

- "Dilya û Zalar" - 2

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar

- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’

- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz   


Hûn dikarin li van jî binêrin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft...

31 01 2023

Em xwe nû dikin

Em xwe nû dikin

30 01 2023

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya...

26 01 2023

Biryar: Îsal ‘Sala Melayê Cizîrî ye’

Biryar: Îsal ‘Sala Melayê Cizîrî ye’

07 01 2023

Ev jî hene

Gotina Hefteyê: 'Bi qasî sûriyeyiyan qimet nedan gelê Wanê'

Gotina Hefteyê: 'Bi qasî sûriyeyiyan qimet nedan gelê Wanê'

25 10 2012

Nîqaþek li ser dîtinên Perwîzê Cîhanî

Nîqaþek li ser dîtinên Perwîzê Cîhanî

02 03 2012

Li ser romana 'Hurcahil' çend gotin

Li ser romana 'Hurcahil' çend gotin

29 05 2015

Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî

Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî

30 03 2011

Berken Bereh jî beþdarî Diyarnameyê bû

Berken Bereh jî beþdarî Diyarnameyê bû

19 03 2008

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname