Mahmut Ozçelik
“Pêşangeha Sûretan” yekemîn romana Îrfan Amîda ye ku ji weşanên Lîsê di sala 2011'an de hatiye weşandin. Roman bi beşa “pêşangeha çaremîn” dest pê dike ku di vir de rewşa Fatîma Xanim a şêst û pênc salî ya êdî li ber mirinê ye, tê vegotin. Bi hevokên ku ji hêla Fatîma Xanimê ve tê bilêvkirin mirov pê dihese ku di herka romanê de êşên cur bi cur yên hatine jiyîn dê bê vegotin: “Êş mirov nêzîkî mirinê dikin lê di sînor de dihêlin. Ne dimirînin ne destûra jiyînê didin”(r. 8). Ji van êşan yek jî ew e ku di dema çûna ber bi mirinê de hişê Fatîma Xanimê tevlihev dike: Êşa birayê wê Aramê di dema qirkirina ermeniyan de windabûye û her bi wê êşê jiyaye û nizane ku birayê wê dijî an mirî ye.
Di beşa “pêşangeha sêyemîn” de em pêrgî çîrok û serpêhatiya Aram -bi navê nû Mele Selîm- tên. Perwerdehiya wî ya li ber destê Seyda, piştî perwerdehiyê meletiya bi salan domandiye, dû re jî jiyana wî ya ji ber fikrên wî yên siyasî ji hêla dewletê ve hatiye herimandin, tê vegotin. Mele Selîmê ku sê “derbeyên leşkerî” dîtiye û heyamên awarte jiyaye, piştî dozdehê îlona 1980î ji ber îşkenceyên dîtiye êdî debar nake û di payizek dereng de biryara ji Nisêbînê derketinê dide û bi dolmîşekê dikeve rêwîtiya dûr û dirêj. Di vê rêwîtiya bi minîbûsekê re dema digihên bajarê Mêrdînê û di riya ber girtîgehê re derbas dibin, rabirdûya wî ya di vê girtîgehê de ku bi her cure îşkence û lêdanan bihuriye tavilê di hişê wî de zindî dibe û derûniya wî tevlihev dike. Em bi vê lêvegera Mele Selîm ya li bîranîn û rabirdûya xwe, wê peyamê digirin ku di beşek dîroka me ya pir nêz de çi zilm û zordarî li mirovên vê axê hatiye kirin û divê tim di “bîr”a me de zindî be. Rêwîtiya Mele hetanî Amedê bi kulizikî didome. Û li Amedê li mala mamosteyê hevalê xwe ku zemanek li gundê lê meletî dikir naskiribû, dibe mêvan. Lê mixabin ku mamoste nabîne, lewra ji hevjîna wî pê dihise ku ji ber xebatên xwe yên ramyarî ew jî girtî ye û di hefsê de ye. Piştî mêvaniyê biryara çûna Stenbolê dide û li wir bi cih dibe. Ji bo debara xwe bike dikanek biçûk vedike û bi nasnavê Apê Ûsiv jî xwe dide naskirin. Em van hemû agahiyan bi saya vegera li bîranîn û rabirdûya xwe ya Mele Selîm hîn dibin. Di heman demê de feqîrî û belengaziya zarokatiya wî jî pê re… Û peyam xweş hatiye dayîn ku zordestên li ser civaka me hukmê xwe meşandine, çawa jiyan li mirovên wekî mele û mamoste ku ji pêşengên gel tên hesibandin kiriye zindan û derfeta jiyanê nedaye wan…
Di beşa “pêşangeha yekemîn” de jî rêwîtiya Servanê ku xwendekarê zanîngehê ye û ji Stembolê ber bi Amedê ve rê dikudîne, tê vegotin. Servan xwendekarê zanîngehê ye û di beşa hiqûqê de perwerde dîtiye. Dû re ji ber nakokiyên di navbera xwendekarên şoreşger û welatparêz de rû dide, biryara vegerê digire. Berî vegerê, dixwaze Zelala hem heval hem jî dildara wî ya nepen e bibîne lê mixabin derfet çênabe ku bibîne. Di vê rêwîtiya Servan de jin û zarokek ku li paldankên kêleka wî de rêwîtiyê dikin Servan vedigerîne zarokatiya wî û wan salên bi travmayan dagirtî bi bîr tîne, di tevgerên zarokê li kêlekê û bi taybetî çavên wî, Servan dibe rabirdûyê: Nexweşîna pîrika wî Fatîma Xanimê ya li ber sekeratê, pevçûn û nebaşî û ji hev xeyidîna lêziman ya wê demê, tundiya ji bavê xwe dîtiye hemû weke şerîda filmek di ber çavan re derbas dibe.
Zelal jî ji malbatek ku têra xwe ji dewletê tehde dîtiye ye. Bi qasî sê salan e ku bavê wê -mamoste- di girtîgehê de ye. Bavê wê û Mele Selîm hevalên hev in. Bi saya diya xwe Gulistan Xanimê dixwîne û li jiyanê dimîne. Li Stembolê tevî çend hevalên xwe –Servan, Zeyad û hwd- ji bilî xwendina li zanîngehê, di nava têkiliyên girêdayî doza kurdan û welatparêziyê de ne.
Vegotin û rêzbûyina bûyeran exlebî ji hêla vebêj-nivîskar ve tê kirin. Hêza nivîskar ya vegotinê ew e ku her leheng di kêliya ku bi astengî û zehmetiyên jiyanê ve rû bi rû dibe, wê çaxê vedigere jiyana xwe ya berê, zarokatî an heyamek jiyana xwe bi bîr tîne û her dem rabirdû wekî dema têdeyî ya di jiyanê de ye tê vegotin. Wekî Zelal ku li Stembolê bi Zeyad re pirsgirêkan dijî xwe li kêleka dayika xwe, li mala xwe dibîne û dîmenên wê demê di hişê wê de zindî dibe, an dema Mele Selîm ji ber pest û pêkutiya dewletê debar nake û terka cihê xwe dike di rêwîtiyê de vedigere rabirdûya xwe, Seydayê ku ew wekî feqe perwerde kiribû an têkilyên wan ên raboriyê wekî şerîda filmekê di dema têde ye de diherike. Heman rêbaz ji bo Fatîma Xanimê jî derbasdar e. Di temenê şêşt û penc salî de, di nexweşiya giran a ku dike pê bimire de vedigere rabirdûya xwe û cur bi cur sûretên jiyana bi salan berê derbasbûyî wekî şerîda filmê di ber çavan re derbas dibe: Sûretê tirsê, sûretê bêdengiyê, sûretê poşmaniyê, kêm caran sûretê aramiyê û sûretê bi şikestinan dagirtî hwd. Û ev yek bi vegotinek bi hêz, rabirdû û roja leheng têde dijî bi hev ve girê dide. Her leheng misêwa di bandora derûniya rabirdûya xwe de ye.
Disa em bi saya xeyalên Servan dibin mêvanên ciwanên di zanîngehê de dixwînin û ji hêlek de bi gelş û pirsgirêkên welatê xwe re bilî dibin, bi nepenî li hev dicivin û li ser rewşa welat digengêşin û hevdu agahdar dikin. Civîna di mala Servan de yek ji van xebatan e ku li ser rewşa welat û pirsgirêka kurdan diaxivin.
Di beşên romanê yên têkili xwendakarên zanîngehê de -ku li Stembolê ye- em ne tenê xebatên wan yên ramyarî û pêbestî pirgirêka kurdan dibînin, di heman demê de evînên wan ên nîvcomayî, hezkirinên wan ên ji dûr ve, dexesiyên di navbera hinan de rûdayî jî dibînin. Zelala ku di navbera Zeyad û Servan de dibe egera dexesiyê, vê rewşê baş dinimîne. Em dibînin ku di navbera ciwanên kurd ên welatparêz de hestên evînê her dem sernixumandî ye. Ev jî rastiyek wê demê ye ku belkî hêj jî derbasdar be, li hember welat û civaka xwe bi berpirsiyarî tevbigerin û evîna takekesî qurbanî evîna welat bikin…
Di vegotina romanê de gelek rêbazên cihê hatiye bikaranîn ku ev jî dike ku mirov bûyersaziya di romanê de serwer e bi baldariyek mezin bişopîne. Ger ne wisa be dibe ku mirov di têgihîştina bûyerên bi hev ve girêdayiye de, zehmetiyê bikişîne. Di vegotinê de “rêbaza diyalogê” deriyê hin agahiyan ji me re vedike. Mînak bi saya vê rêbazê em karesata Fatîma Xanimê jiyaye dielimin. Fatîma Xanim ji malbatek ermenî ye û di dema qirkirina ermeniyan de neh-deh salî ye û mal û malbata wê bi ber xezeba zaliman dikeve û bi saya malbatek misliman xelas dibe û navê wê diguherînin û êdî Aşxen bi navê Fatîmayê jiyanê didomîne. Lê baweriya xwe ya xiristiyaniyê hindik be jî bi dizî didomîne. Em vê rewşê ji diyaloga wê ya bi Mele Selîm re hîn dibin. Fatîma Xanim wiha dipeyive: “ Ez rojekê Mihemedî rojekê Îsawî me. Rojekê misilman rojekê xiristiyan im Mele.” (r.170) Û dîsa di vê heyama qirkirinê de dê û bavê xwe, birayê xwe hemûyan winda dike û tu carî jê agahiyek nagire.
Ev karesata bi ser filehan/ermeniyan de hatiye ji hêla gelek nivîskarên kurd ve bûye mijara metnên wêjeyî. Mînak Mehmet Uzun di pirtûka xwe ya “Nar Çîçeklerî” de, Hesenê Metê di pirtûka xwe ya bi navê “Gotinên Gunehkar” de vê rewşa trajîk hûr û kûr ravî dikin. Bi raya min ev jî xwedî derketina rewşenbîrên kurd ya li vê civakê û parvekirina êşa wan e. Lê di hişê min de her pirsek derdibe ew jî ev e: Gelo haya wêjevanên civaka/netewa ermeniyan ji van berhemên me yên edebî ku li ser karesata wan hatiye nivîsîn heye an na? Ger haya wan jê heye ev pirtûkên ku navborî bi qasî dîroka me, qala dîroka wan jî dike û divê li zimanê ermenkî jî were wergêrandin. Lewra mijar êşa me ya hevpar e…
Dîsa “zeman” di romanê de ne wekî demên kronolojîk ku li dû hev bûyer rêz dibin hatiye ravîkirin. Berovajî vê rewşê, “dem” guhêrbar e. Bi saya vegotina bîranînên hin lehengan em carinan ji dema tê jiyîn dûr dikevin û xwe di nava beşek ji dema rabirdûyê de dibînin. Mînak dema Fatîma Xanim qala qirkirina filehan dike, xwîner tavilê xwe di heyama 1915an de dibîne û seqaya dîroka bi xwîn raserî romanê dibe. Û kartêkeriya wê demê hêj li ser Fatîma Xanimê wekî kabûsek rûniştî ye: Birayê wê li ber çavên wê, di wê demê de windabûye ku navê wî Aram e û qet ji bîrê naçe, lê dema êdî li ber mirinê ye û divê wesiyeta xwe bike, ji melê gund, Mele Selîm re qala rabirdûya xwe dike, çîroka xwe vedibêje. Di wê kêliyê de Mele Selîm pê dihese ku Aram ê windayî yê Fatîma qal dike, lê digere “ew” bi xwe ye û hêsir ji çavan dibare. Lewra di dema qirkirina ermeniyan de Aram didin ber destê meleyê gund û navê wî dikin Selîm. Selîm li ber destê melayek, mezin dibe û di dawiyê de bi xwe jî dibe mele. Piştî nasîna wî ya bi welatparêzan re tûşî pêkutiyên dewletê tê û di dawiyê de biryara revê dide. Diçe Stembolê dikanek biçûk vedike û li wir jî pêrgî ciwanên kurd yên zanîngehê tê û di dawiyê de çîroka xwe ji wan re vedibêje ku ji wan yek – Servan- neviyê xwîşk/xweha wî Fatîma Xanimê ye.
Beşa herî xemgîn jî ev beşa dawiyê ye ku mele Selîm hemû çîroka/karesata jiyana xwe ji nû ve ji neviyê xweha xwe re vedibêje.
Di bikaranîna ziman de şêwe carinan mecazî, carinan rasteqîn e. Zimanek edebî raser e lê mixabin hin hevok şikestî ne, di vî warî de ez ne zimannas im ku tiştinan bêjim lê dîsa jî hin kêmasî dixuyin: “Çaydanka li ser sifreyê rahiştê û danî ser ocaxê”(r.102). Dîsa nivîsîna navê pirtûkê mînak bidim ku di berga pêşîn de wekî “Pêşengeha Sûretan” û di rûpelên din de wekî “Pêşangeha Sûretan” hatiye nivîsîn. Ev jî hinek tevliheviyan di hêla têgehan de çêdike ku em nizanin kîjan rastir e. Dibe ku di vî warî de weşanxane baldartir be. Ligel sadebûna ziman, carinan mirov pêrgî hin bêjeyan tê ku bi mirov an bi min xerîb tê. Dibe ku ji ber bikaranîna hin peyvên herêmî yên Botanê be, û wekî zimanê birêz Medenî Ferho di romanên xwe de bi kar tîne û bi xwe ji bo nivîsên xwe dibêje ku “di tehma hingivîn de ye lê nola ku bi ser de hinek xwê hatibe reşandin.” Zimanê birêz Îrfan di romanê de bi kar aniye jî wisa dixuye ku dişibe rewşa zimanê edebî yê Medenî Ferho ku hinek xwê bi ser hingiv de reşandî ye…
Romannûs misêwa dixwaze lehengên romanê vegerin “bîr”ên xwe, bîranînên xwe vekolin û pêrgî birînên xwe werin, pê re jî êşên xwe derbibin. Di bîra her lehengekî/ê de “êş”ek derdibe û ev hetanî xelasiya romanê jî didome. Dîsa bi hêsanî tê dîtin ku roman realîst e. Bûyersaziya pêkhatî bi tevahî ji rastiya civakê, ji dîroka civakê dermale dibe. Çavkanîkên romanê dîroka nêz e, jiyana kevneşopi ya gund e, tevger û lêgerîna ciwanên li zanîngehê ye û hwd. Wekî gotina dawî romannûs nola ku ji xwîner/mirov re bibêje ku “dahatû di rabirdûyê de veşartî ye.”
***
Têbinî: Di lînkên jêr de dema we pê lê kir, ger nivîs derneket, "asp"ya di lînk de bikin "php" dê nivîs derkeve.
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’