Mahmut Ozçelik
Di dîroka neteweyan de hin bûyer hene ku li siberoja wan neteweyan bandorê dikin, di “bîra wan ya civakî” de helînên xwe çêdikin û tu hêz û deshilatî nikarin wan bûyeran bidin jibîrkirin. Yek ji wan bûyeran jî piştî hilbijartinên parlemena li Tirkiyeyê, di sala 1991’ê de qewimî. Wê demê hin mebûsên kurdan ketibûn Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û bi pêşengiya Leyla Zana sonda mebûsiyê xwendibûn. Di wê sonda mebûsiyê de Leyla Zana çend hevokên bi kurdî jî bi lev kiribû û qurdeleyek ku ji rengên sembola berxwedana kurdan pêktê, bi porê xwe ve kiribû û di encamê de dengvedanek di asta erdhejînê de li seranserê Tirkiye û Kurdistanê belav kiribû.
Romannivîs Atîlla Barişer jî ji xwe re ew heyam kiriye mijar û geşedanên wan salên dojehî bi bûyerên li dor xwendevanên zanîngehê ku li paytexta Tirkiyeyê dixwînin, aniye zimên. Navê romana wî “Bi Xatirê Te Enqere” ye, ji “Weşanên Do”yê di sala 2009î de bi çapa yekem derçûye.
Bi kurtasî çîroka romanê wiha ye:
Hin ciwanên kurd li Enqereyê di zanîngehê de dixwînin, sal 1991 e û demsal payîz e, di yurda/wargeha ku ji bo wan hatiye terxandin de dimînin. Lehengê romanê yê sereke ku di vê yurdê de dimîne û romannivîs nav lê nekirî ye, tenê bi cînavkên “ew” û “wî” behsa “wî” kiriye, tûşî pest û pêkutiya xwendevanên faşîst tê û mayîna wî ya li wir pir zehmet dibe. Ji bo ku vegotina li ser romanê hêsantir bibe ez dê bi destûr û xweşbîniya nivîskar ji vê kêliyê şûn de “lehengê romanê yê sereke” wekî “Bênav” bi nav bikim û vegotinê bidomînim. Koma nijadperest ya tirk tenê şansekî jiyanê dide Bênav ku ew jî tevlibûna nav koma wan û ji kok û nijada xwe dûr sekinîn e…
Piştî pevçûna Bênav ya bi xwendekarê wekî “reîs” tê nasîn ku serokê hemû xwendekarên nijadperest e, hevalên wî ji tirs û xezeba “reîs” wî tenê dihelin. Bênav di wê tenêtiyê de rojek nêzîkî êvarê ber bi keleha Enqereyê ve dimeşe, li şûnşopên dîrokî yên ji serdema şaristaniya Romayê ve mayî dinihêre, li xaniyên kevn ên ku dikin ku derî û şêmûgên wan bi kolanan ve bibe yek, digere. Piştî gera bi derûniya têkçûyî û di nava tenêtiyê de, xwe dispêre mala hevalê xwe yê bi navê Osman. Piştî şîv xwarinê, derengê şevê ji wir derdikeve, vêca ber bi meyxaneyên li kolana Sakaryayê ve diçe û hetanî serxweş bikeve vedixwe û dû re jî li kuçeyan radizê… Dixwaze ji tenêtiya xwe rizgar bibe. Xeyalên zewacê dike. Ev xeyalên ku xwesteka zewacê di dilê wî de dikemilîne, keçikek bi navê Evînê ye. Ev keçik di pola wî de ye û ew jî wekî wî herdem tenê ye. Û rojek dema pêrgî hev tên, daxwaza zewacê lê dike û Evînê metelmayîn dihêle…
Lehengê romanê Bênav çawa li wargeha lê dimîne tûşî zordariyê tê, wisa jî li zankoya ku lê dixwîne rastî zilma faşîstan tê. Ji ber vê rewşê, ne diwêre here yurda lê dimine û ne jî diwêre here zankoya lê dixwîne. Difikire û di encamê de ji bo ewlehiya xwe li Ulusê di otêlek de bicih dibe. Piştî bicihbûna li otêlê, rojek jî berê xwe dide mala hevalê xwe Selîmî. Selim xwendekarek welatparêz e, îdolê wî ye û di zankoya hiqûqê de dixwîne. Li wir şevek di nava gengeşî û şirovêyên siyasî û li ser bûyerên têkilî dîroka kurdan derbas dike û bi sibehê re berê xwe dide yurda lê dimîne. Li yurdê bi dizî hin agahiyan derbarê nasnameya xwendekarê ku pêşengî ji faşîstan re dikir, bi dest dixe û bi van agahiyan dixwaze bi koma wan bide zanîn ku ger tiştek bi wî bibe, dê ev agahî û navnîşana ku bi dest xistiye ji bo wan bibe egera tunebûna wan… Dixwaze bi vê şêwazê wan bitirsîne û zordariya li ser xwe hinek sihêl bike. Lê mirov li vir difikire tevî ku Bênav li cem Selîm dimîne, çima ji wî alîkariyê naxwaze. Tevî ku dema lehengê me/Bênav li mala hevalê xwe Selîm dimîne xebatên wan yên rêxistinî dibîne, şahidiyê li civînên wan yên li vê malê dike jî pirsgirêka xwe ji wan re venake…
Dema lehengê me/Bênav li mala Selîm dimîne rojek dibîne ku zarokek dozdeh-sêzdeh salî ji Amedê tê û dibe mêvanê wan. Dû re em bi vebêjiya nivîskar pê dihesin ku ev zarokê ku navê wî “Salê” ye dema li Amedê rojnameyê difiroşe ji hêla hêzên tarî ve bi bêbextî tê birîndarkirin û piştî demekê tê Enqereyê, li mala van xwendekaran dibe mêvan. Tevî ku yê tûşî birîndarbûnê bûye û ji bilî rojname belavkirinê, tu sûcê wî tune ye Salê ye, lê romannûs mîna ku wî karên îlegal kiribe dide nasîn. Dema carê ji mal derdikevin da ku hinek bigerin, hevalê Salê naxwaze ku li kolanên qelebalix bigerin da ku kes wan nebîne. Lê em tu sedemek hatina wî ya vî bajarî di herka romanê de nabînin. Tenê carinan birînên wî tê pansûmankirin û hew. Ji xwe gava tê Enqereyê birînên wî li ber kewandinê ye. Û hebûna wî ya li mala van xwendekaran bêmane û bê sebeb dixuye… Ji xwe romanûs jî di herka romanê de dev ji çîroka Salê berdide û wî ji bîr dike, em jî nizanin piştî mêvaniyê çi dibe û bi ku ve diçe…
Bênav piştî demek li mala Selîm dimîne, vêca biryarê dide ku li mala hevalê xwe, Kemalê ku di zankoya tibê de dixwîne bi cih bibe… Dema li wir dimîne, eşqa wî û Evînê geş dibe, Evîn çend rojan dibe mêvanê wî. Ligel vê evîna ku di navbera wan de geş dibe, bûyerek ku Bênav qet ne li bendê ye diqewime û wî xemgîn dike. Ji ber ku hevalê wî yê welatparêz yê ku dema di tengasiyê de, xwe avêtibû ber bextê wî, li ser kaxezê notek xatirxwetinê jê re dinivîse û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di nota nivîsî de ev xemgînî dixuye: “… li vira tu tişt ne yê min e. Esman ronahiya sibê, dengê bayê, rê, çiya, stêrk, qet yek yên min nînin. Ji ber vê jî dibê ez bikevim rê. Ev rê, hezar astengiyên wê hebin jî rêya ronahiyê, rastiyê û azadiyê ye. Bi xatirê te. Selîm. (r. 94). Çûyîna Selîm mîna ku Bênav bê per û bask bihêle bandorek neyînî ya bi tîn lê dike… Selîm ji bo wî îdol bû, berî ku ber bi çiyê ve biçe telîsek tijî pirtûk radestî Bênav kiribû, piştî çûna wî Bênav dema telîsî vedike bi dehan pirtûkan, qefşek destnivîsên li ser babetên cur bi cur dibîne. Xwendina van pirtûk û destnivîsan nakokiyên Bênav yê bi pergala heyî re zêdetir dike û wekî xelasiyê dike ku ji xwe re li rêyêk bigere.
Jiyana lûmpenwarî ya Bênav di destpêkirina zankoyê de ku ji kerxaneyê bigire hetanî meyxane û şevdermayîna li kolanên paytexta Tirkiyeyê wî natêrîne. Beşdarbûna pîrozkirina rojbûna hevala xwe jî bê wate dibîne û nakokiyên wî yê bi jiyana heyî re kûrtir û gurtir dibe. Li aliyek geşedanên li welat ku geh şerê gerîla û leşkeran gur dibe, geh li parlemena ku li Enqereyê ye pest û pêkutiyên li mebûsên kurd tê kirin û li aliyek jî xerabûna têkilya wî ya bi Evînê re her ku diçe derûniya wî xerabtir dike. Ji ber hin egeran carinan dildara wê Evîn wekî ajanek, carinan jî wekî fahîşeyek di binhişê wî de cih digire, ji ber vê fikirîna reşbîn beyî haya dildara wê jê hebe, carinan bi dizî wê dişopîne ka çi dike, bi kê re digere. Mixabin dibîne ku bi hin mirovên nenas re danûstendina wê heye… Ev hemû nakokî jiyanê lê diherimîne. Ew armanca mezin ku ji bo bidestxistina wê bi salan ked û xebat dabûyê û deriyê zanîngegê jê re vekiribû, niha jê re bê wate dixuya.
Destpêkirina xwendinê ya li zanîngehê jê re şadimanî û bextewariya xeyal dikir neanîbû, berevajî vê rewşê derd û kulên nû li jiyana wî zêde kiribû. Jiyan mîna ku her tiştî bê wate bike dixuya. Çimkî sê derbên mezin xwaribû û tiştên qet nelibendê bû, jiyabû: Êrîşên ji koma faşîstan, pevçûna bi hevalên xwe yên welatparêz re, dek û dolabên dildara wê Evînê bi serî de anibû… Li hember van neyîniyan valahiya di hundirê wî de zêde dibe, tenêtiya têde derûniya wî xerab dike, lê dîsa jî têdikoşe ku li berxwe bide, xwe dispêre pirtûkan, her ku diçe xwendina pirtûkan zêde dike, ev jî asoyek nuh, deriyek nuh yê xelasiye jê re vedike…
Rojek dixwaze Evînê ji nêz ve nas bike ka çima wî dixapîne, lê dema çîroka Evînê guhdar dike, dibîne ku piştî mirina bavê Evînê, hevalê wî yê xwedî şîrket ku navê wî Weysel e wê dixapîne û ji rê derdixe, piştî demekê îcar dikeve dehfika bijîşkekî û herî dawî li xwe û Bênav mikur tê û poşmaniya xwe bi çavên hêsirî vedibêje û piştî vê rastgotinê Bênav wê efû dike û wiha lê vedigerîne:” Ez heta mirinê te bernadim. Tu evîna min e”(.r.165).
Dema demsala biharê dest pê dike, coş û heyecana Newrozê jî li ser ruhê wî û hevalên wî hêlîna xwe çêdike, lê mixabin li paytexta Tirkiyeyê roja Newrozê ji bo wan dibe wekî rojek dojehî, ji her hêlê ve rê û dirb li wan tê girtin, polês û panzer tirs û xofek nedîtî bi ser kolanên Enqereyê ve direşîne û hetanî êvarê xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê pêvdiçin, lehengê me Bênav bêhêvî, westiyayî û tenê vedigere mala xwe. Ji ber ku hevalê wî yê malê Kemal, di meşa Newrozê de tê girtin, pir di metirsiyê de dimîne û tenêtiya wî zêde dibe, bendê ku wî bi pergala zulimkar ve dide girêdan hinek din zirav dibe û dike êdî biqete…
Nîqaş û teşqeleyên van xortên welatparêz ne tenê bi dewlet û xwendekarên nijadperest re li dar e, di heman demê de di nava hev de jî pirsgirêkên siyasî dijîn, serqisê piştî çalakiya roja Newrozê hin ciwan wisa difikirin ku Kemalê hevalê wan, ji xeta welatparêziyê derketiye û dest bi karê qirêj kiriye ku xisarê dide rêxistina welatparêz.
Ber bi dawiya romanê ve em dibînin ku lehengê romanê êdî debar nake li Enqereyê bimîne, hestên welatparêziyê wî ber bi çiyayên azad ve radikêşe û rojek biryara vegera welat dide. Lê ev biryar biryarek gelek zor e, ji ber ku di navbera du evînan de dieciqe, ji hêlek ve dildara wî ya ku geh jê hez dike, geh pê re pevdiçe heye, li hêlek jî evîna wî ya bi welêt re, evîn û girêdana wî ya bi axa ku lê hatiye dinê re heye ku hestên tevlihev di mejiyê wî de diafirîne, di dawiyê de biryara ber bi nava refên gerîla ve werdigire û berê xwe dide Kurdistanê…
Ev roman çîroka kesên dilsoz yên bi axa welatê xwe ve girêdayiye vedibêje. Girêdan û eşqek wisa ye ku kesên ji bo ax û welatê xwe dikare dev ji hemû pîrozî û hezkirinên xwe yên din berde. Ji ber ku dildara wî ewqas liberdigere jî ew-Bênav- ji biryara xwe nayê xwarê û berî dide çiyayên azad…
Vegotina bûyeran ji destpêkê hetanî dawiyê ji hêla heman vebêjerî ve –nivîskar an vebêjê îlahî- tê vegotin. Carinan hin diyalog jî di navbera karakteran de çêdibe, wekî diyaloga Bênav û ya Selîm, an jî ya Evîn û Bênavî.
Di romanê de vegotinek yekdeng raser e ku ji xwendevanan re derfetek baş diafirîne, lê reşandina hin jêgirtên ji pirtûkên din û destnivîsên Selîm yên li nava rûpelên romanê de wekî xwînek teze ya di laş de bigere zindîtiyek dide herka romanê. Bi saya vegotina sade, hevokên kin, bisînorkirina hejmara bûyeran ku nahêle tevliheviya fêmkirinê çêbibe, xwîner bi kêfxweşî dikare serboriya lehengê sereke ku nivîskar tenê bi cînavkên wekî “wî” an “ew”î binavkiriye hetanî dawiyê bişopîne. Li vir divê ez kifş bikim ku bênaviya serek lehengê romanê wekî qelsiyek dixuye. Ji ber ku her roman kêm zêde bi lehengê xwe ve tê nasîn û di bîra xwîner de cihê xwe digire. Û ez wisa bawerim ku armanca her romannûsî afirandina leheng an lehengan e di romanê de. Mixabin leheng heye lê nav tune ye û ev jî piştî xwendina romanê diqede, nahêle ku bûyerên vê romanê li dor navê lehengek di bîra xwîner de cihê xwe bigire. Lê girêdana leheng ya bi ax û welatê xwe re, dê her di bîra me de be, bêyî ku em navê wî bizanibin.
Dîsa ji ber ku bûyerên di romanê de li zanîngehê û wargeha xwendevan lê dimînin de diqewimin, em derheqê xebatên Bênav yên têkilî xwendinê de tu hevokek jî bi dest naxin, ger bi diyaloga ku di navbera Bênav û Selîm de çêdibe nebe, em nizanin tew Bênav di kîjan beşê de dixwîne. Ji ber ku di diyalogê de Selîm dibêje tu xwendinê biqedînî jî tu yê di dawiyê de tenê bibî mamosteyek. Em pê dihesin ku Bênav li beşa mamostetiyê dixwîne. Divê hinek li ser hêlên zanîngehên li Tirkiyeyê û rewiştên wan yên nijadperest, durû û dûrî zanistiya gerdûnî ku herdem li ser tunehesibandin û înkara kurdan rûniştiye jî bihata sekinandin û rûyê zanîngehên li Tirkiyeyê ku bi rûpoşa zanistê hatiye veşartin deşîfre bikira. Me yê jî hêj baştir bibihîsta ku zanîngehên li Tirkiyeyê di nava “zanista bêexlaq” de çawa bi salan e “cînayetên akademîk” pêk tînin…
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Asoyê Dînan: Romana bi henase û gulbangên kurmancî hatiye xemilandin
- Manî: Pêxemberê ku ji malbatek esilzade tê
- Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar
- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar
- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poşmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar
- Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî
- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’