Þûrkêþiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
Mahmut Ozçelik
Romannivîs û çîroknûs Hesenê Metê, ji ber ku bi vegotinek cihêreng, bi zimanek herikbar di hîmê wêjeya me de çend “xîç” bi cih kiriye, bi ya min divê mirov xwe ji xwendina pirtûkên wî bêpar nehêle. Ji ber vê hindê min vêca nivîsa xwe li ser nirxandina du pirtûkên wî -“Gotinên Gunehkar”/novel û “Labîrenta Cinan ”/roman amade kir.
Pirtûka Hesenê Metê “Gotinên Gunehkar” wekî novel ji weþanên Avestayê bi çapa yekem di 2007’an de derçûye. Çîrokek direj e. Di mizgeftê de bi nasîna Lûlû xan û xwendekarê zanîngeha îlahiyatê dest pê dike. Lûlû xan mala xwe ya li bajarê ku nivîskar wekî “E”yê bi nav dike, li Behramê xwendekar kirê dike û piþtî demek jî wî vexwendî mala xwe ya li gund dike. Behram rojek diçe mêvaniya wî. Bi hevjîna wî Geþtînayê re û bi zarokên wan Nagîna û Aryanî re tê cem hev, hevdu dinasin. Behram dema keçika malê ya delal Nagînayê dibîne êdî dinyaya wî diguhere. Evînek hetanî wê rojê nenasiye diniqute dilê wî. Û Behram li ser xweþikiya Nagînayê dikeve xeyalan: Li çiyan, li ber çeman, li nêzî ewran, di þilî û þepelî û þevan de bi wê re digere û kela dilê xwe nerm dike, lê tenê di xeyalên revok de. Ew gundê ku Behram wekî mêvan lê ye jê re wekî bihuþtek dixuye. Ji xwediyê malê Lûlû xan, fêrî serpêhatiya Mekrûs efendî yê bavê Geþtînayê ye dibe. Çîroka “pîroziya maran” bi me dide guhdarîkirin ku çawa mirovên “nebaþ” û “çavbirçî” dema dermanê kêçan kirine nav xwarina Mekrûs ku jehrî bibe û mal û zêrên wî ji dest biçe, lê mar berî wan tê ser wê xwarinê û bi xwe jehrî dibe. Û Mekrûs ji vê rewþê û dîmenê þûnde maran wekî ajalek pîroz dihesibîne û nahêle kes wan bikuje.
Dîsa bi saya xeyalên Behram em fêrî çîrokek din ya Mekrûsê ermenî dibin ku trajediyek ji dîroka serweriya osmaniyan ya dema nêzîk e: Di þevek tarî de fermana sirgûnî û kuþtina fileyan tê derxistin. Bavê Mekrûs bi alîkariya dostek xwe yê kurmanc agahiya fermanê berî leþker werin û wî biqefilînin dibihîse û di þevek tarî de xatir ji endamên malbatê dixwaze û þopa xwe winda dike. Lê endamên malbatê yên din ne ewqas bi siûd in. Bi berbanga sibeyê re leþker tên û wan li meydana kêleka dêra gund dicivînin û hinekan dikujin, tecawizî hin jin û keçên xama dikin, di wê geremolê de Mekrûsê hêj zarok e, dizîka direve û xwe dihavêje bextê malbatek kurd ku dostê dê û bavê wî ye. Lê Mekrûs êdî tu carî agahiyan ne ji bavê xwe û ne jî ji diya xwe digire. Êdî zarokek wekî bermayiyê þûr û tifingan, li dinyayê tena serê xwe dimîne…
Dîsa bi saya xewn û xeyalên Behram ku me di serdaba dîrokê de digerîne, em di perestgehek atêþgedeyan de dengê ayîn û lavayên bermayiyên þûrên erebên ku bi darê zorê misilmantî belav kirine û qira mirovên zerdeþtî û êzdî anîne û ew vexwendî ola nû kirine, dibihîsin.
Di gera Behramê kawaþî -navçeya Wanê ye- ya serdaba dîrokê de em di qonaxek de dibînin ku wa yê ew û Mîrê Mezin/þeytan bi hev re di nava sohbetê de ne. Þeytan ji Behram re behsa diyaloga di navbera xwe û Xwedê de ku li ser afirandina mirovan e dike, sedema xerabûna navbera xwe û Xwedê ji mêvanê xwe -Behram- re vedibêje…
Dema Behramê kawaþî ji xewn û xeyalên nedîtî þiyar dibe, dibîne ku wa yê li ber argûna alavîn ya nêzî rezan ya mala Lûlû xan vezelandiye û serê wî jî þikiya ye û qet nizane çi bûyer lê qewimiye. Bi wê derûniya xwe ya nebaþ radizê û sibê zû radibe ji gund vedigere bajarê xwe yê lê dixwîne. Lê li wî bajarî jî -ku nivîskar wekî bajarê “E” yê bi nav kiribû- êdî nasekine, dev ji xwendina ilmê îlahî, baweriyên xwe yên berê yên qewîn berdide û dibe mirovek ji her tiþtî sarbûyî û dûr ketî… Ev xeyal û xewnên Behram razek wisa dide novelê ku mirov dixwaze di zûtirîn katê de rûpelan biçerixîne da ku di kîjan qonaxa gerê de çi bûyer diqewime. Lê nivîskar ev xewn û xeyalên bi Behram daye jiyîn û vegotin mîna ku gelek mirovên kevneperest/muhafezeker yên misilman, zerdeþtî û êzdi bixeyidîne dixuye. Ez wisa bawerim nivîskar bi wêrekiyek mezin her xeyd û hêrs daye ber çavên xwe, li baweriyên batil þûr kêþandiye û xeyal û ramanên xwe bêsansur di kesayeta Behram de aniye ziman û bi vê bêsansuriyê kiriye ku berhemên wî di nava wêjeya kurdî de derkeve asta herî jor û serkeftî…
Gotinên Gunehkar bi hêmanên mîtolojîk, teolojîk û felsefeyê ve dewlemendiyek dihewîne û ev hêmanên taybet mirov dikare bibêje di pirtûkên edebî yên kurdî de pir kêm tên dîtin. Nîvîskar di vê hêlê de ji xwe re “qadek beyar” hilbijartiye û ev valahî bi qasî hêza xwe dagirtiye. Ev hilbijartina ku mijara wê pêbestî “hêzên rûhî” ye, hindik be jî nivîskarê almanî Goethe û pirtûka wî ya bi navê “Faust”ê tîne bîra xwendevanan ku di wê pirtûkê de þeytan bi Xwedê re kap dihavêje, di nava herduyan de diyalog geþ dibe, dîsa þeytan bi lehengê pirtûkê ku Faust e re peymanek mor dike û li ser mirovan bandorê dike û hebûna xwe dide hîskirin.
Pirtûka din ya ku ez dixwazim li ser çend hevokan lêbikim romana wî ya bi navê “Labîrenta Cinan” e. Ji weþanên Avestayê di 2000’î de bi çapa duyem derketiye. Romannivîs çîroka mamoste Kevanot tevî jiyan û kevneþopî û hin karakterên ku di gund de bi kesayetiyên xwe yên taybet – dînê gund, bilûrvanê gund, muxtarê gund, xwendayê gund ku zanîngeh di nîvî de hiþtiye û hwd- tên nasîn, ji xwendevanan re vedibêje. Lê dema di beþa taybetiyên hin mal û malxwêyan de agahiyan dide, bi qasî sih û pênc rûpelî mamoste Kevanot bi yek carê jî nabe behsa mijarê û nola ku nivîskar ew ji bîr kiribe dixuye. Û bi ser de jî ev beþ mîna ji çîrokên ji hev cihê û têkiliya wan bi romanê ve tune be dixuye. An jî mirov vê beþê ji romanê derxe wê di herka romanê de tu pirsgirêk dernekeve dixuye.
Nivîskar, mamoste Kevanot wisa dide pênasekirin, mîna ku ji mamostetiyê zêdetir bi kar û barên nêçîrvanî, çandinî û sewalvaniyê re bilî be dixuye. Wî geh dike xwediyê þêþt mirîþkî, çend çêlek û nogin û golikan, geh li hewþa dibistanê bi karê bostan ajotinê re bilî dike û geh jî li pey nêçîra çivîkan dide xuyakirin. Zarokan jî ne wekî xwendevanê dibistanê lê mîna ku alîkarên wî yên nêçîrvanî, çandinî û sewalvaniyê be dide xuyakirin. Wisa tê fêmkirin ku mamoste Kevanot ji bilî mamostetiyê bi her tiþtê li gund diqewime re bilî ye. Hin beþ nola ku li mamosteyên li gundan peywirdar in rexneyeke tûj be dixuye. Min bi xwe jî li gundan mamostetî kiriye û pê dizanim ka mamosteyên gundan bi çi fedekariyan li hemberî zarokan di nava liv û tevgerê de ne. Divê mamosteyên li gundan peywir wergirtiye bersivek ji bo vê helwesta romannûs aþkera bikin, ger ku haya wan ji vê pirtûka hêja hebe…
Romannivîs ji xwe re “baweriyên batinî” yên gundiyan hilbijartiye û li ser wan baweriyên ku tu eleqeya xwe bi baweriyên rasteqîn re nîne, geh me dide kenandin geh me di nava hiznan de dihêle. Carinan jî hebûna wan zîndewarên razber-cinan- xofê dike dilê mirovan. Baweriyên li ser cinan, cihên ku ji ber hêz û hebûna cinan bûye cihên pîrozwer, tirs û hêviya gundiyan ya ji van cihên pîroz dermale dibe, ku wekî Newala Cinan, Mekanê Mala Dînan, Ziyareta Girnewaz hatine binavkirin di romanê de serwer û bandorker e.
Mamoste Kevanot yê ku bi Nergisa Koçer re zewiciye û bi hev re xeyalên dahatûyek ronî dikin her roja ku diçe hinek din ji gundiyan hînî van baweriyên batinî dibin û di dawiyê de Kevanot nexweþ dikeve, hiþ sivik dike, dîn dibe û têkiliyên wî û gundiyan xerab dibe, ji jiyanê dixeyide. Gotina ku di rojên ewilîn ya destpêka mamostetiyê de ku li gund ji gundiyan yekî wekî þîret lê kiribû pêk tê: “ Bi kurtebirî, ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin “labîrenteke cinan” û tu ê ji nav dernekevî…”(r. 55). Bi rastî jî mamoste Kevanotê ku bi hêvî û xwestekên mezin dest bi karê xwe kiribû, di dawiyê de ji ber pirsgirêkên li gund rû bi rû dimîne, têk diçe û xemgîniyek li dawiya romanê dertê holê. … Lê dîsa jî xwîner dilþad e ku romannivîs dawiya romanê bi werîsê/kapê golikê bi darvekirina/xwekuþtina mamoste Kevanot bi dawî neaniye. Çimkî nivîskar di vegotinek xwe de aþkere kiribû ku di hiþê wî de dawîlêanînek wisa derbas bûye lê dîsa jî nexwestiye trajediyek wisa bi mamoste Kevanot bide jiyîn…
Tiþtek balkêþ ku di herdu pirtûkan de dixuye ew e ku romannivîs bi lênihêrtinek taybet çarenûsa herdu lehengên sereke –Behram û mamoste Kevanot- li hember rastiyên jiyanê bi têkçûyînan bi dawî dike. Behram dev ji xwendina xwe berdide, mamoste Kevanot dibe nexweþê nav nivînan ku nikaribe rabe ser lingan…
Di vegotina zimanê nivîskar Hesenê Metê de herikbariyek ku bi mijarên li gundan, bi kevneþopiyên têkildarî dîn û baweriyan dagirtî û sade ku mirovan hem dide kenandin hem jî dide fikirandin heye. Ev vegotin tehmek wisa dide herdu berheman ku ez wisa difikirim di kêm berhemên kurdî de hebe, mirov bêyî biweste, dixwaze berheman bi yek derbê bixwîne. Ev jî ji hêza vegotinê ku kana xwe ji jiyana rasteqîn werdigire dertê.
Têbinî: Hesenê Metê bi pirtûkên xwe yên nû û kevn derbasî Weþanên Peywendê bû. Peywendê dest pê kiriye hemû pirtûkên Hesenê Metê ji nû ve çap dike.
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Þemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’