Mahmut Ozçelik
Mirov dema romanek dixwîne, carinan dikeve dudiliyê ku gelo ewilin li ser romanê an li ser romannivîsî hin tiştan binivîse. Bi rastî jî dema min romanên Ereb Şemo xwendin ez di vê dudiliyê de mam û min xwe bi xwe got ku ew nivîskarê wekî “bavê edebiyata kurdî” tê pênasekirin divê ji hêla xwendevanan ve jî were naskirin. Ew nivîskarê gewre yê ku hêj di zarokatiya xwe de tevî malbat û civaka xwe tûşî zilma dewleta Osmaniyan dibe û ji herêma Qersê dest bi koçberiya ber bi Qafqasiyayê dike, pêrgî gelek zehmetî û zelûliyan tê, divê bi hûrgilî were nasîn. Di zarokatiya xwe de zimanê tirkî, rûsî û ermenkî fêr dibe. Ji dergevaniyê hetanî şivanî û gavaniyê di her cure karî de dixebite. Xwendina xwe hetanî radeya herî bilind li bajarên Ûrisêtê li Moskova û Lenîngiradê didomîne. Bi dehan pirtûkan bi kurdî dinivîse. Bi nivîsîna romana Şivanê Kurd dibe xwediyê yekemîn romana kurdî. Tevî vê romanê, romanên bi navê Hopo, Dimdim û Jiyana Bextewar jî dinivîsîne. Romana wî Jiyana Bextewar tevî ku navê bextewariyê li ser e, hemû kêliyên bûyerên wê bi êş û jan û zelûlî û belengaziyan ve dagirtiye, lê ji ber vînek polayî ya bi hêviyan dagirtî, di mejiyê Ereb de bi cih bûyî, her li jiyana bextewar xwe girtiye û di kesayetiya lehengê romanê Sehîd de, hinek nêzî wê jiyanê bûye, lê ji ber şerê bi arteşa Hîtler re, ev hêvî jî nîvco dimîne. Romana Jiyana Bextewar bûyerên salên ji 1890î pê ve hetanî dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ku di 1945an de diqede, dihewîne. Şerê ku li rojhilatê Anadolê di navbera rûs û osmaniyan de diqewime, zilma beg, axa û zabitên kurd ku girêdayî dewleta Osmaniyan li ser gel dimeşîne, bi vê ve girêdayî koçberiya ber bi Ûrisêtê, di rê de belengazî û hejariya hatî jiyîn, hemû mijarên romanê ne. Piştî çûna wan ya ber bi Ermenistan û Gurcistanê, dest pê kirina şoreşa Cotmeha 1917an ya bolşevîkan û ev şoreş çawa dibe hêvî û hêza hejar û bindestan, bi hûrgilî hatiye vegotin. Dîsa Şerê Cîhanê yê Yekem ku dibe egera gelek şikestinan, zilma dewlemendên ermeniyan ku qet ne kêmî zilma beg û axayên kurda ye, bi me dide nasîn. Dîsa di kesayeta malbata Emerîkê Elî de jiyana ku tenê bi tirs û zilmê pêçayî radixe ber çavên me. Ji vê malbatê lawê Emerîk çawa vê çarenûsa şikestî vediguherîne jiyanek bi îdeolojiya sosyalîzmê dagirtî û piştî Şoreşa Cotmehê li tevahiya Qafkasyayê hikumetên sosyalîst tê damezirandin û lawê Emerîk, Sehîd di vê pêvajoyê de xizmetek hêja dike, bi me dide fêmkirin. Ev serbilindiya kurdan ku ji xizmeta sosyalîzmêre kiriye bi vê jî namîne Sehîd dema Şerê Duyem yê Cîhanê diqewime dest ji xwendinê berdide û di eniya şer de li hember artêşa Hîtler di nava artêşa sor de cih digire û welatê lê dijî, ji dagirkerî û zilma Hîtleran xelas dike, bi vegotinek herikbar bi me dide fêm kirin.
Ez ê li ser vê romanê zêde nesekinim, ji ber ku mebesta min danasîn û li ser hin xalan sekinandina romana kurdî ya yekem e ku wekî Şivanê Kurd dixuye û ji hêla Ereb Şemo ve hatiye nivîsîn.
Şivanê Kurd romana yekem a kurmancî ye ku di sala 1935an de ji hêla Ereb Şemo ve hatiye nivîsîn û li Tiflîsê bi wergerandina li zimanê rûsî çap bûye. Ev romana yekem ya kurmancî, bi çapa yekem di 1977an de li Stenbolê ji hêla Weşanên Ozgûrlûk Yolu Yayinlari ve, çapa duyem di 1990an de li Kolnê ji hêla Weşanên Riya Azadî ve û çapa sêyem ji hêla Weşanên Deng ve di sala 1994an de li Stenbolê derçûye.
Roman bi sêrpêhatiyên malbata Ereb Şemo dest pê dike. Jiyanek di nava xizaniyê de, di sêgoşeya Tirkiye, Ermenistan û Gurcistanê de bûyer û qewimînên bandor li wan kiriye tê vegotin. Şivanê Kurd di esasê xwe de kurtevegotina jiyana malbata Erebê Şemo ye. Qala zaroktiya xwe dike ku çawa di xizaniyê de mane, dûre bavê wî bûye şivanê malbatek dewlemend û ew jî çawa bi golikvaniyê bûye alîkarê malbata xwe, bi xemgîniyek kûr vedibêje. Şivaniya ji kûlakên rûs – gundiyên dewlemend yên rûs- re kirî û zilma ji wan dîtî, birçîtiya jiyaye, di şivaniyê de zehmetiyên kêşaye hemû mijarên vê romanê ne. Li hember jiyana bêsiûd têkoşînek bêhempa li gundên derdora Qersê… Hêviya wî û malbata wî û hezaran malbatên din ên kurd tenê pel û pincarên biharan li xwezayê şîntên bû… Û zivistanan di tewle û axûrên pez û dewaran de raketin… Piştî demek jiyîna kûçikane, gulvedana siûda wî. Ewilîn li gundekî Qersê dest pê kirina dergevaniya dibistanê. Bi alîkariya mamosteya li gund, hem karê dergevaniyê dike û pereyan qezenc dike, hem jî bi alîkariya mamosteya gund li dibistanê hînî xwendin û nivîsînê dibe. Lê ji ber ku zarokên gund axlebî zarokên malbatên dewlemendên rûsan e, wî veder dikin, jêrdest dibînin û ji hêla derûniyê ve bandorek neyînî lê dikin. Lê ew – Ereb Şemo- zîrek e û hêviyan ji bo pêşerojê dermale dike…
Qala şivaniya xwe dike ku ev bi tevahî vegotinek rasteqîn ya derheqê sewalvaniya kurdên Bakur de ye. Çûna wan ya zozanan, bi dest pê kirina serma yê re vegera wan ya germiyana, hatinên ji xwedikirina pez, zehmetiyên şivanan, zilma xwediyên pez yên dewlemend ku li şivanan dike, hin kevneşopiyên kurdan yên têkilî sewalvaniyê yên mîna cejna Beran Berdanê an cejna çûna zozanan ku wekî “Baro Dan” tê bi nav kirinê, yek bi yek bi me dide fêhm kirin…
Dîsa trajediya feqîrî û belengaziya wê demê ku dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn e, bi me dide zanîn. Di kesayetiya malbata xwe de ravî me dide ku çawa birayê wî yê bi navê Bro ji ber têrnexwarina nanê tisî di malê de, terka malbatê dike û ji wan vediqete, dîsa birayê wî yê bi navê Derwêş çawa ji ber feqîrî û belengaziyê di rojek bêsiûd de dimire, hemûyan bi me dide hîskirin… Piştî ku bi şivaniyê debara malê nabe dev jê berdide û xwe dihavêje bajarê Qersê, li wir di fabrîkaya keviran de dixebite, dû re şerê mezin yê cîhanê dest pê dike û artêşa ûrisan tê nêzî wan. Ji ber ku Ereb Şemo tirkî, kurdî, ermenkî û ûrisî dizane, fermandarê artêşê wî dike tercûman û di artêşa ûris de demek dixebite. Lê ji ber ku çiya û baniyan baş nanase di rêberiya artêşa ûris de xeletiyan dike û ji peywirê tê avêtin û disa tazî rût li holê dimîne. Lê di vê beşê de em dibînin ku romannivîs hem ji artêşa ûris re rêberiyê dike, hem jî artêşa wan wekî “ordiya me” bi nav dike ku mirov têdigihêje ku Ereb Şemo wê demê hêj ne di hişmendiya netewparêzî û welatparêziya welatê xwe de ye. Piştî ji artêşa ûris tê derxistin xwe digihêjîne bajarê Saribûlaxê ku mala meta wî li wir e. Li wir dil dikeve keça meta xwe Gulê. Ji bo qelenê wê, ji ber ku pir zimanan dizane dîsa vedigere peywira artêşê û du salan -1914/1915an de- di artêşa ûris de wekî tercûman dixebite. Pereyê bi dest dixe dide bavê Gulê, lê di dawiyê de bavê Gulê lê bêbextiyê dike û keça xwe nadê, li ser vê herdu pevdiçin û di pevçûnê de bavê Gulê tê kuştin. Li ser vê bûyerê Ereb Şemo dev ji wê herêmê berdide û şopa xwe winda dike. Tevi artêşa rûsan, bi peywira tercûmaniyê berê xwe didin ber bi çiyayê Agirî, Çiyayê Sîpanê û ûris herêma kurdnişîn talan û wêran dike. Carinan leşkerên ûris tecawizî jinên herêmê dikin, ji ber vê yekê jinên bi çek û rext dertên holê ku namûsa xwe biparêzin.
Di jiyana Ereb Şemo de guherîna herî mezin wekî emele/ karker xebata wî ya li Sariqamîşê dema biryarê dide ku di riya hesin de bixebite, dest pê dike. Li wir bi mirovên şoreşger re têkiliyan datîne, di nava leşkeran de xebatên nepenî yên ji bo Şoreşa Octobrê/ Cotmehê dibîne, bi xwe jî jê mifaya hişmendiyê werdigire û di dawiyê de dibe xebatkar û şoreşgerê herî mezin di nava tabûrên emeleyan de. Ew jî êdî di sala 1916an de endamê partiya bolşevîkan e ku li hember şer -Şerê Cîhanê yê Yekem- derdikeve, mafê feqîr û belengazan diparêze û dixwaze pergalek ku karker û gundî serwer be pêk bîne. Gava ku di têkoşînê de dipije, êdî di mîtîngên girîng ên dijî şer de li ser navê bolşevîkan xîtabî gel û leşkeran dike û hişmendiya sosyalîzmê dide nasîn û 1917an de ji ber xebatên xwe yê siyasî li Sariqamîşê tê girtin û îşkenceyên mezin dibîne. Ev deşîfrebûna wî dike ku vegere gundê xwe, cem malbata xwe. Lê ew fikrên ku jê re dibe hêviya siberojê qet ji bîrê naçe, tim di hişê wî de dilive: “Ji emeleyan/karkeran re fabrîqe, ji gundiyan re erazî/erd.” Ev dirûşme dike ku li gund jî, gundî lê bicivin. Ereb Şemo xebatên şoreşgerî dimeşîne û di dawiyê de dibe hedefa axayê wê herêmê ku bi navê Egîd Beg tê nasîn. Ji ber fikrên şoreşgerî, xebatên nava gundiyan, Egîd Beg bi leşkerên ku hêj nûnertiya pergala dûgela kevn -Qeyserî/ Çarî- dike, tevî milkdar û dewlemendên dorhêlê, jiyanê li Ereb teng dikin û wî di îşkenceyan re derbas dikin, gefan lê dixwin. Di dawiyê de Ereb xatir ji dê û bavê xwe yê xizan dixwaze û ber bi bajarê Lenînekanê ku bolşevîk lê bi hêz e, diçe. Herî dawî biryarê dide ku ber bi navenda bolşevîkan ku li Moskowê ye here, lê di rê de tevlihevî heye, şerê navxweyî yê ku pergala kevn diparêzin û wekî “Rûsên Spî” tên naskirin û yên ku dixwazin şoreşea sosyalîzmê pêk bînin ku wekî “Ordiya Sor” tên bi navkirin, pir dijware. Bi xebatek bêhempa xwe di sala 1920an de digihîne Artêşa Sor û di şerê şoreşê de cihê xwe bi fermî digire. Li pey xebata çar salan di 1925an de vedigere Ermenistanê. Li wir ji hêla partiya bolşevîkan ve ji bo li hember şêx, axa û begên kurdên derûdora çiyayê Elegezê meclîsa sovyetê ya gundiyan damezrîne dixebite, ji hêlek da jî bi pey aqûbeta dê û bavê xwe yê ku çendî sal berê tenê hiştibû, dikeve. Dawiyê li çiyayê Alagozê/Elegezê rastî koçerên kurd tê û dibîne ku tu bandora şoreşa Lenîn li wan dera naxwiye. Romanivîs Ereb Şemo – lehengê romanê- bi kirinên karakterên Cangîr Beg, Egîd Beg û Mecîd Beg dide xuyakirin ku axa û begên kurdan li ser feqîr, şivan, gavan û rencberên kurdan çi zilmê dikin, wan çawa di hemû karên xwe de didin xebitandin, jiyanê li mirovên gundî diherimînin û lezê dide xebatên partîzaniyê, ji wan daxwaz dike ku şoreşa Lenîn pêk aniye binasin û li gor rêgezên wê tevbigerin. Di vir de nivîskar balê dikişîne ser êl û eşîrên kurdan yên koçer ku hêj tu tesîra şoreşê lê nebûye, lê li nav civakên ermenî û gurcî de şoreş ji zû de hatiye pêşwazîkirin û pejirandin. Di vê hêlê de derengmayîn an nepejirandina rêgezên şoreşê ya ji hêla kurdên li herêma Çiyayê Elegezê, bi xebata şêxên bi olê ve girêdayî dibîne û bi mînakan bi me dide zanîn ku dema gundî an rencberek li hember began û axayan serî hildide, çawa şêx ji pirtûkên pîroz ayetan dixwîne û serhildêran bi gunehkariyê tewanbar dike û serî rakirina wan bi olê ditefîne… Şemo piştî rêxistinkirina gundiyên kurd yên belengaz û xizan, berê xwe dide Tiflîsê cem xwîşka xwe. Û aqûbeta dê û bavê xwe hîn dibe: Bav ji hêla Taşnaqên dewlemend ên xwînmij ve hatiye kuştin, dayik jî ji ber zilma Taşnaqan berê xwe dide cihê asê û çiya û li wan deran ji birçînan dimire.
Di romana Jiyana Bextewar de mirov baş dibîne ku romanivîs di bin bandora pêla şoreşa Oktobrê/Cotmehê de maye û ji ber vê hindê jî rûsan bi dilgermî pêşwazî dike di xaka Kurdistanê de, beyî ku bipirse ka karên wan li bakurê Kurdistanê çi ye. Li hember vê helwesta wî ya şaş a derbarê rûsan de, rastiya dûgela Osmaniyan ji ber çavan narevîne û zilm û zora wan li kurdan kiriye, bi awayeke rasteqîn aniye ziman. Lê xweziya ev rewşa ku ji bo Osmaniyan anîbû ziman, ji bo rûsan jî bianiya ziman û ew wekî xelaskaran bi me neda nasîn. Ji ber ku em baş dizanin ku rûsan jî di dema mêtingêriya destpêka sedsala 20. de gelek xedarî û zilm li niştecihên herêma Serhedê kiriye û ji ber vê rewşê biwêja “tu dibêjî arteşa ûris li dû ye” di mejiyê me de cih girtiye. Nakokiya nivîskêr ew e ku mêtingerek reş yê dî jî spî dide nasîn ku di rastiyê de rengê herduyan jî reş e, tarî û qirêj e û zilimkar e.
Di romana Şivanê Kurd de nivîskar şêweyek ciyawaz bi kar aniye ku nêzîkî deh wêneyên têkilî vegotina bûyeran di deh rûpelan de wekî wêneyên penûsrij bi cih kiriye. Zimanê romanê sade ye, tenê hin peyvên biyanî hene ku têkildarî rûsî ne. Hevokên şikestî, daqurtandina hin herfan hebin jî, ji tehmgirtina xwendina romanê tiştek kêm nake.
Dîsa karakterê sereke yê romana Şivanê Kurd ku nivîskar Ereb Şemo bi xwe ye, ji malbatek xizan û feqîr e û ji devê xwe bûyeran vedibêje, pir dişibe karakterê bi navê “Sehîd” ku di romana wî ya Jiyana Bextewar de derbas dibe. Di Jiyana Bextewar de Sehîd ji malbatek xizan û belengaz e, malbata wî ji ber zilma Osmaniyan ber bi Ermenistanê koç dike, Sehîd şoreşger e, li hember zilma kevneperest, axa, beg û dewlemendên rûs û ermenî bi fikrên sosyalîzmê xwe radipêçe û di eniya şer – Şerê Cîhanê yê Duyem- de li hember faşîstên alman şer dike û ala sosyalîzmê, bi hêz û baweriya xwe, bi tevî hêza artêşa sor bilind dike…
Di herdu romanan de jî balkêşiyek heye ku herdu lehengên sereke yê romanan bêyî ku li welatê xwe an li neteweya xwe bifikire, bi fikirên hişkbawer yên ku bêhne enternasyonaliyê jê tê, tevdigerin û ji welat û neteweya xwe dûr, ji bo berjewendiyên rûsan bi dilek saf şer dikin, lê di bin rûpûşa wê şoreş hemû gelan, belengazan, gundiyan, kêmaran xelas bike. Mînak Ereb Şemo lehengê romana Şivanê Kurd her cure talûkeyê li ber çavan digire û ji bo şoreşa Octobrê bi ser keve, cî bi cî digere û fedakariyên mezin dike. Heman rewş û dîmen di romana Jiyana Bextewar de, di karakterê Sehîd de dixuye. Ji bo şoreş û deskeftiyên şoreşê biparêze hetanî sala 1945an jî bi faşîstên alman re şer dike, li hember vê fermandarê wî nameyek ji bavê wî re dişîne û tê de qala lehengiya Sehîd li hember “dijmin” dike. Gelo çi mifaya vê nameyê wê ji dê û bavê Sehîd re hebe. Ev rewş mixabin îroj jî derbasdare, bi hezaran lehengên kurd di rêxistinên çepgir yên tirk de û nexasim bi navê enternasyonalîzmê doza mafan dikin, lê tên helandin û beyî ku haya wan jê hebe ku tu mifaya wan ya girgîn, şênber nagihêje netewa wan ya kurd.
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- "Dilya û Zalar" - 2
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’